'Jin li herêmên bi alozî di bin gefan de dijîn'
Çalakvana Hiqûqî ya Tûnisê Sêrîn Bûxşîn bal kişand ser rewşa jinan a li herêmên bi alozî û got: "Jin li van deran bi tundiyê, destdirêjî û kiryaran re rûbirû dimînin û jiyana wan di bin gefan de ye."
ZIHÛR EL MEŞREQÎ
Tûnis – Li hember rastiyên trajîk ên ku jin li herêmên bi alozî dijîn, tevgerên femînîst ên cîhanê hewl didin destek bidin van jinan. Ew jî bi rêya gihandina dengê wan a ji bo civakên navnetewî û eşkerekirina sûcên ku li ser wan tên meşandin, erka xwe bicîh tînin. Dibêjin pêwîst e ku bi awayek lezgînî dawî li tundiya li ser jinan bê anîn û mafên jinan bên parastin.
'Li herêmên di nav aloziyan de jiyana jinan di bin gefan de ye'
Jin li herêmên di nav aloziyan de, bi gefan re rûbirû dimînin. Ji qetilkirin, destdirêjî û koçberiyê bigre, heta tenduristiyê gelek tişt tên serê wan. Mafên wan ên rewa hatine dizîn. Çalakvana Hiqûqî ya Tûnisê û Endama Koordînasyona Bernameyan a Komeleya Bûseyna ya Jinên di bin Xeterê de Sêrîn Bûxşîn balkişand ser van binpêkirinan û wiha got: "Ev kiryar ne tenê mafên jinan ên ewlehiyê jê distînin, rûmeta wan jî binpê dikin. Divê em hevgirtinên di nava jinan de li herêmên bi alozî yên mîna Sûriye, Sûdan û Filîstînê ava bikin. Jin li van herêman bi kiryarên herî hovane, penabertî, qetilkirin û destdirêjiyan re rûbirû dimînin. Jin rojane bi gefan re dijîn. Tevî zehmetiyên jiyanî û kiryarên ku li ser jinan dimeşînin jî, dîsa jin rojane ji bo mafên xwe bi dest bixin têdikoşin û liberxwe didin."
'Pêdîvî bi kampanyayên hişyarkirin û zanakirinê heye'
Derbarê rewşa Tûnisê de jî Sêrîn Bûxşîn diyar kir ku civaka sivîl wê berpirsyariya rewş û êşa jinan li Tûnisê bi taybetî li herêmên bi alozî radike. Sêrîn wiha got: “Divê ew balê bikşîne ser pirsgirêkên ku jin rojane pê re dijîn. Ew jî bi rêya lidarxistina kampanyayên hişyarkirinê û ragihandina dengên wan a ji cîhanê re pêk tê. Li Tûnisê di sala 2017'an de Yasaya Hejmar 58 a Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan, hat derxistin. Lê belê rêjeyên bilind ên tundiyê, kêmbûna hişyariya civakê ya derbarê qanûn û bendên wê yên ku ji bo parastina mafên wan hatine amadekirin de, nîşan dide. Heya niha piraniya jinan nizanin ku tundiya psîkolojîk an destavêtina zewacê bi yasayê tê cezakirin. Ji ber vê yekê pêwîstî bi pêşxistina hişyariyê û lidarxistina kampanyayên zanakirinê ya ji bo jinên bi tundiyê re rûbirû dimînin, heye. Li gundan jî jin bi tundiyê, tunebûnê û bêparhiştina aborî re rojane dijîn. Ji ber ku navendên ewlehiyê ji wan dûr in û komele hewl didin xwe bighînin wan jinan û destek bidin wan."
'Hevgirtina herêmî û dewletî ji bo jinan girîng e'
Sêrîn Bûxşîn bal kişand ser zehmetiyên jinên ku bi kêmbûna HIV'ê re dijîn û ji bo hevgirtina di nava jinan de bang kir. Sêrîn wiha dawî li gotinên xwe anî: "Jinên ku bi nexweşiya HIV'ê re rûbirû dimînin, zehmetiyên wan dijwartir dibin. Yasaya 71 a sala 1992'an ji bo van jinan hatiye derxistin, wan wekî çînek derkirî dinirxîne. Ev yek jî êş û azarên wan mezin dike. Divê ev yasa bê guhertin û parastina jinan bike. Her wiha bang li komeleyên hiqûqî û sivîl dikin ku desteka derûnî û civakî bidin jinên bi tundiyê re rûbirû dimînin. Di heman demê de hevgirtina herêmî û dewletî ji bo guhertina rastiya jinan, bi taybetî li herêmên bi alozî, gelek girîng e."