Hêzên Îsraîlê li Cenînê êrişên xwe didomînin

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku ji destpêka operasyona hêzên Îsraîlê ya li ser bajarê Cenîn û kampa wê, heta niha 16 sivîl hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan – Hêzên Îsraîlî li gelek bajarên Filîstînê girtina sivîlan, binpêkirinên li dijî wan û hilweşandina malên wan didomînin. Di berdewama hedefgirtina bajarê Cenînê û kampa wê de, gelek zirar çêbûn. Ev çend roj in di encama êrişan de bi dehan kuştî û birîndar hene. Hêzên Îsraîlê îro malek sivîlan li bajarê Qelqêliyê teqandin.

Duh jî li bakurê Şerîaya Rojava, rojhilatê Nablusê û bakurê Tulkarmê bi dehan sivîl girtin. Li bajarê Beyt Lehmê û kampa Şûfat a li bajarê El Qudis a dagirkirî jî êrişî malên welatiyan kir.

'10 kes hatin qetilkirin'

Wezareta Tenduristî ya Filîstînê ragihand ku duh hêzên Îsraîlê li hember komek ciwanên li bajaroka Tamûn a navçeya Tubasa li bakurê Şerîeya Rojava êrişek pêk anîne. Wezaretê da zanîn ku di encama êrişê de 10 kes hatine qetilkirin û yên din jî birîndar bûne.

‘Binesazî av û ceyranê zirar dîtin’

Çavkaniyên Filîstînê diyar kirin ku hêzên Îsraîlê astengkirina xebatên ekîbên tenduristiyê yên li Cenînê didomînin. Di heman demê de hin platformên Filîstînê li ser torên civakî encama êrişên hêzên Îsraîlê yên ku li ser wargeha Cenînê ev bû 10 rojan berdewam dike, belav kirin.

Li gor agahiyan, wargeh bi wêrankirinê re rûbirû dimîne. Hat hînbûn ku mal û milkên welatiyan ji van êrişan zirarek mezin dîtine, xebatên binesaziyê li kampa Tulkaramê bûne hedef û herî zêde jî torên avê û elektrîkê zirar dîtine.