Binemala Barzanî bi agir dilîze di nava gola komployê de melevaniyê dike – ANALÎZ
Şer û koçberbûn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî nebûye. Ji wê rojê heta îro, çeteyên hikûmeta Tirkiyê, mil bi milê çeteyên binemala Barzanî, dijminatiya xwe ji bi vê herêmê re kûrtir dikin.
GELAWÊJ BERXWEDAN
Ligel guherînên gelek bi lez çêdibin, di encama ked, têkoşîn û berxwedana gelê Kurd a ji hemû beşên Kurdistanê de, îro ji her demê zêdetir derfet heye ku gelê me li dora keda xwe kom bibe û pêngavên gelek girîng û bi bandor ji bo bi awayek azad bijîn biavêjin. Em hemû dibînin ku bi pêşengtiya gelê Kurd, şoreşa gelê Rojhilata Navîn ber bi serkeftinê ve diçe. Eşkere ye ev şoreş bi pêşengiya jinan ewê misoger bibe.
Bê guman çawa ku dema fêkî ya gihîştinê tê û ji darê dikeve, ev rojên ku em tê de dijîn ji her demê zêdetir nêzî wê demê ye ku hemû azadîxwaz, hemû gelên dinyayê yên azadîxwaz li derdora Rêber Apo kom bûne. Ji ber wê jî em hemû bi yek destî, ji bo pratîzekirin û mayîndebûna pergala Netewa Demokratîk a li Rojhilata Navîn kar dikin. Bê guman li ser prensîbên girîng, paradîgmaya Rêber Apo ku demokratîk, azadîxwaziya jinê û jîngehparêzan e. Rêber Apo hemû temenê xwe daye zindîkirina vejîn û azadkirina gelê Kurd. Di kesayeta gelê Kurd de hemû gelên Rojhilata Navîn, îlhama herî mezin a şoreşa dinyayê amade kir. Têkoşînek ku bi derzî bîra hebûn û azadiyê kola, bê guman têkoşîna Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ew qas bi hêz bû, hemû dinya hejand.
Şerê 3’yemîn ê Dinyayê, piştî hilweşandina Yekîtiya Sovyetan destpê kir. Di destpêka 90’î de şer bipêş ket. Lê belê di dawiya salên 90’î de bi pêşxistina komploya navnetewî ya li ser Rêber Apo, di kesayeta Rêber Apo de hemû gelê Kurd û gelên herêmê kir hedef. Xwestin ku şer û alozî bikin sedemek, da ku di Şerê 3’yemîn ê Dinyayê de dîzayna Rojhilata Navîn li gor pêwîstiyên emperyalîstên xwe çêkin.
Rêber Apo bi paradîgmaya nû bersiva hemû dost û neyaran daye
Di dema 26 salên dîl, girtin û rêvebirina hemû cûreyên îşkenceyê de, komploger nekarîn biserkevin. Ji ber ku Rêber Apo bi paradîgmayek kevin bersiv neda, dibe ku bi paradîgmayek nû bersiva hemû dost û neyaran daye. Di demeke wiha de Rêber Apo ji bo berjewendiyên gelê herêmê û pêşengtiya gelê Kurd ê azad, însiyatîfa qonaxê girtiye destê xwe. Hemû aliyên neyaran jî kişandiye nava vê qonaxê. Diyar û eşkere ye ger mîna şerê dinyayê yê 1’emîn û 2’yemîn, carek din projeya hêzên mêtînger desthilatên dinyayê biserkevin. Wê carek din Kurd û gelên Rojhilata Navîn bibin qurbaniyên şer û aloziyan. Rêber Apo ji bo vê yekê, ji hêzên mêtînger, şerxwaz û xwînmijên dinyayê re dibêje; ezê aştiya civakî ava bikim. Bê guman di çarçoveya projeyek berfireh de, naveroka projeya Rêber Apo di parêznemaya li girtîgeha Îmraliyê nivîsandiye, li hemû dinyayê belav bûye. Dilsozên Rêber Apo û azadîxwazên cîhan û kesayetên şoreşger, demokrasîxwaz û sosyalîst, gelek baş ji hemû pêngavên Rêber Apo têdighên. Ji ber wê, hemû kes bi çar çavan li benda vê hevdîtinê ne.
Ew hêzên nexweşên desthilat û desthilatdariyê
Di demek wiha de, ew hêzên di nava Tirkiye, dewlet, hikûmeta Tirkiyê, hêzên desthilat û opizosyonê de ne, hemû wek hev ne xwedî helwestên erênî ne. Piştî salên dirêj, dewlet û Partiya Tevgera Netewperest (MHP), Partiya Komara Gel (CHP) û gelek partiyên din ên navxweyî yên Tirkiyê, gihîştine wê baweriyê ku ger dewleta Tirk aştiya navxweyî praktîze neke, şerê Kurd û Tirk wê bibe metirsiyek mezin ji bo stratejiya hemû hêzên mêtînger. Ji bo wê di dizayna nû de, Tirkiye an wê bi temamî li ser nexşeya dinyayê were jêbirin, an jî tenê wek bajarek biçûk bimîne. Ne wek ew xaka berfireh ku niha heye. Ji tirsa guherîna dinyayê, her wiha di encama binkeftina hemû ew êrîşên îdeolojî, leşkerî, siyasî, aborî û her wiha hemû ew komkujiyên di nava 40 salên dawî de encam daye, niha gihîştine wê biryarê ji bo bimînin, neçar in guh bidin Rêber Apo. Bi plan û projeyên birêve diçin, ew hêzên ku nexweşên desthilat û desthilatdariyê ne, dijberî vê qonaxê ne. Mînak beşek ji serdestên AKP’ê her wiha hevkarên wan ên li Başûr, binemala Barzanî. Tevî guherînan di helwesta piraniya hêzên desthilatên herêmê û cîhanî, beramberî doza Kurd û Tevgera Azadî ne. Binemala Barzanî hê di nava gola komployê de melevaniyê dike û planên metirsîdar encam didin.
Ên ku her alîgirên dewleta Tirk û DAIŞ bûn, bêguman binemala Barzanî bû
Dîrokê rastiyek piştrast kir ku; têkoşîna gelê Kurd li hemû beşên Kurdistanê, bi hevdû ve girêdayî ye. li Rojavayê Kurdistanê ji sala 2011’an heta îro, têkoşîn û berxwedana herî mezin raber kiriye. Ji rûxana rejîma Baasê, heta mezintirîn şoreşa jinê, li dijî hêzên dirinde ên wek DAIŞ, cardin berxwedana mezin li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, êdî Rojavayê Kurdistanê bûye qibleya şoreşa sosyalîzmê. Ji bo gelê Rojhilata Navîn û hemû cîhan bi beşdariya jin û xortên her çar aliyên Kurdistanê, bi hev re li gel gelê Ereb, Tirk, Faris û şoreşgerên enternasyonalîst, di vê şoreşa mezin de mil bi milê hev xebat û têkoşînê dikin. Ev jî wisa kiriye ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bala hemû dinyayê bikşîne. Beramberî vê yekê gelê Kurd ji hemû beşên Kurdistanê, heta gelek hêz û partiyên siyasî bi piştgirî û piştevaniya Rojava dîrokê ji bo xwe dinvîsin. Ên ku her tim alîgirê dewleta Tirk û DAIŞ’ê bûn, bê guman binemala Barzanî bû. Ji destpêka şoreşê ve bi çêkirina xendekên di nava başûr û Rojava de, di heman demê de girtina deriyê Sêmalkan, cardin bi berdewamî şandina sîxor û çeteyên Parastin, ji bo li navenda Qamişlo, Dêrik û Kobanê karên terorîstî encam bidin. Bi tevgerên xwe eşkere kir ku destê wan hemûyan ji xwîna şehîdan sor bûne. Hejmarek zêde ji fermandar, şervan û şoreşgerên Rojava, bi destên berpirsên ENKS’ê hatine şehîdxistin. Bi berdewamî li otêlên Stenbol û Enqerê li otelên 5 stêrk ên Hewlêr û Duhokê mil bi milê dezgehên nûçeyên dagirkeran, planên qirêj li dijî şoreşgerên Rojava çêdikirin. Ev hemû di arşîv û tomargehên Rojavayê Kurdistanê de hatine belgekirin. Girtina rojnamevanan a li başûr, ji ber helwesta wan a ji bo Rojava û piştgirî ya ku dane Tevgera Azadiyê, gefên li xelkê Rojavayê Kurdistanê yên li başûr. Cardin venekirina deriyê Sêmalka ya ji bo çûyîna şandeya mirovî, navnetewî, jin, rêxistin û ragihandinên dinyayê ji bo Rojava, ev helwest heta îro bi awayek gelek dijwar didome. Ev hemû dîrokek tije îxanet û noker piştrast dikin.
Komployên li ser gel heta îro berdewam in
Di 8’ê Kanûna 2024’an de rejîma Baasê ya Sûriyê bi temamî hilweşiya, di şûna Baasê de, hikûmeta demkî ya HTŞ’ê bû desthilatî. Şer û koçberbûna li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidawî nebû. Ji wê rojê heta îro, çeteyên hikûmeta Tirkiyê, mil bi milê çeteyên binemala Barzanî, dijiminatiya xwe ji bo vê herêmê kûrtir kiriye. Dagirkirina Minbicê, êrîşên li ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê û êrîşên li ser xelkê koçberên Efrînê yên li Şehbayê û birina xelkê Efrînê ya ji bo Efrîna dagirkirî, komployên li ser gel, heta roja îro berdewam dikin. Binemala Barzanî ew partiya karton a binemala ENKS’ê ava kiriye. Wisa dizanîn ku bi hilweşîna rejîma Baasê re, êdî ew jî dê bi M. Colanî re bibin desthilatên hevbeş. Lê belê xeyalên wan vala derketin. Adulkerîm Beşer çû Şamê û li gel rêveberiya demkî rûnişt. M. Colanî jê re ragihand û got ‘hûn di erzê Waqaî de xwedî çi ne heta li gel we bim! Herin Stenbol û Hewlêrê’. Binemala Barzanî ji ber hemû tiştan dereng têdigihên û divê şêwirmendiya axayên Enqerê bikin. Ji ber wê gelek dengê têgihîştinê êdî asanî sar li Şamê dikeve. Ji ber vê carê neçar bûn vegerin Rojavayê Kurdistanê. Bi zextên Emrîka li gel QSD’ê rûniştin. Li gor agahiyan di wê rûniştinê de komployên xwe berdewam kirin. Di daxuyaniya Mesud de wek pîşeyê ne rast hemûyan gotin: Behsa yekrêziya gelê Kurd kirine. Lê belê li gor çavkaniya ji civînê; fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlum Ebdî dibêje; Cenabî Barzanî dema wê hatiye ku ji bo Yektiya Netewî rol bigrin. Lê belê Mesud Barzanî li gor berjewendiyên Hakan Fîdan bersîv daye, dibêje; hê zû ye! Li gor agahiyên hatiye bidestxistin, Mesud Barzanî wek nûnerê Hakan Fîdan axiviye. Lê belê bi xwe navê amojgarî lê dikin! Amojgarî ji bo têkdana yekîtiya gelê Kurd û teslîmbûna dewleta dagirker bû. Di hemû gotinan de dijbertiya Tevgera Azadiya Gelê Kurd û PKK’ê kiriye!
Rêber Apo bang li Barzanî kir ku destê xwe ji îxanetê bikşîne
Rastiyeke, Binemala Barzanî çav berî destkeftiyên gelê me yê li Rojava û hemû Kurdistanê daye. Û mîna ku mamoste Ehmed Mîro gotiye; Gelo ezmûna Barzanî îxanet e û anîna leşkerên Baasê û Tirkiyeya dagirker e? Ezmûna gendelî û dizîna mafê xelkê û girtin û reşkujiya rojnamevanan e? Yan ezmûna komkujiya jinê ye? Gelo binketina referandûmê û teslîmkirina ji sedî 50’yê xaka başûrê Kurdistanê bi Iraqê û ezmûna nokertî ji bo dagirkeran û birçîkirina xelkê wek amojgarî dide Mazlum Ebdî? Barzanî çavê xwe berdaye Rêveberiya Xweser a Demokratîk a gelan a li Rojava. Şoreşa jinê wek girêyek kûr şidandî girê daye. Ji ber wê qut nabe. Ji ber ku sîstema Barzanî dijminê jinê ye. Barzanî bi xwe jinkuj e, li dijî jinê ye. Çawa wê nûnertiya jin û şoreşa jinê qebûl bikin! Ne Barzanî û ne jî çapemeniya wî behsa berxwedana Bendava Tişrînê nakin! Da ku axayên wan jê acis nebin. Başe Mesud Barzanî bi kijan rûyî behsa Rojava dike? Ma şerm nake! Gelek berdewam di nava şer û berxwedanê de ne û her roj destanên qehremantiyê dinivîsin. Tu heta niha li dijî dagirkeriya li Rojava derneketî derve. Rojek jî silav ji berxwedanê re neşandiye. Rojek êrîş û komkujiya dewleta Tirk a dagirker şermezar nekiriye! Çawa dibêjî ezê biçim Rojava? Planek din li pişt vê mebestê heye. Tu dikarî biçî Rojava, wek nûnerê dezgahê nûçegihanên dagirkeran, ji ber dagirkeriya dewleta Tirk rewa bike û bi xwe birînê şehîdan û birîndarên bendava Tişrînê derman bike. Ev xeyalên vala ne, di sala 1996’an de baş tê bîra min, Rêber Apo bang li Barzanî kir ku ji bo Rojava bi mebesta binemala Barzanî destê xwe ji karê îxanetê bikşîne û nekeve nava şerê li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê, êdî li başûr û derveyî başûr şer li dijî tu hêzek Kurdî neke û rê ji bo leşkerkişana dagirkeran xweş neke. Rêber Apo wê demê bê sînor nirx da Barzanî. Bi xwe daxwaz ji xelkê Rojava kir ku pêşwazî li Barzanî bikin. Lê belê niha ne sala 96’an e. Wî bi tu awayî qedrê Rêber Apo nezanî Ji bo wê li Emerîka komplo îmze kir, da ku Rêber Apo were girtin û darvekirin. Hemû komplo encam da, we ji bo xanedana xwe hemû doza Kurd li hemû beşên Kurdistanê firot.
Di şerê Kobanê de zêdeyî hezar keç û xortên her çar aliyên Kurdistanê şehîd bûn
Hûn heta daxwaza lêborînê ji hemû gelê Kurd nekin, heta ji hembêza dagirkeran dernekevin, heta rûyê xwe yê reş spî nekin, tu Kurdek we mîna Kurd nizanin. Radibî û rûdinî behsa çûyîna pêşmergeyan ji bo Kobanê dikî. Hemû dinya hêza pêşmerge dizane, bi fermana Emrîka çûne Kobanê. Li başûrê Kurdistanê zextên mezin encam da, zext li ser Emrîka hat kirin. Hevdengiya dinyayê ji bo Kobanê çêbû. Civaka navnetewî zext li Emrîkayê kir, gotin ger hûn xwe wek hêzek demokratîk dibînin biçin çek bişînin ji şervanên Kobanê re. Emrîka neçar ma xwe bike hevbeşê serkeftina şervanên YPG-YPJ’ê. Ji wan pêşmergeyên ku çûne Kobanê yek şehîd bû. Ew jî dema çeka xwe paqij dikir şehîd bû. Di şerê Kobanê de zêdeyî hezar keç û xortên her çar perçeyên Kurdistanê wek şervan şehîd bûn. Ji derveyî çend şoreşgerên enternasyonalîst, li gel yek pêşmerge… Tevî hemû astengiyên binemala Barzanî, bi sedan ciwanên Başûrê Kurdistanê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê, bûn şervan û di rêzên şoreşê de rola xwe girtin. Divê rastî weke xwe bê nivîsandin. Wek rûniştina Barzanî ya bi Fermandar Mezlum Ebdî re, bi zextên Emrîkayê bi heman awayî çûyîna hêzên pêşmerge ya bi zextên Emrîkayê bû.
Lîstina binemala Barzanî şewitandina Rojava û hemû doza Kurd e
Hêjayî bibîrxistinê ye ku em bêjin tevî guherîn gelek girîng e jî, hê hewla komployên binemala Barzanî berdewam e, ji bo ku projeya Rêber Apo neghîje encamê, ew ji bo tinekirina destkeftiyên Rojava şev û roja xwe dikin yek. Cardin ji bo projeya aştiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd biser nekeve. Hemû karên qirêj encam dide. Diyar e cardin bi agir dilîze. Lê belê girîng e tu kes, bi taybetî gelê me li Rojavayê Kurdistanê bizanin ku ev lîstika binemala Barzanî, armanca vê carê jî wek hemû caran şewitandina Rojava û hemû doza Kurd e. Ez jî dibêjim xeyalên we vala çûn, Şoreşa Rojava, qibleya Şoreşa Sosyalîzm û Sûriyeya nû û Rojhilata Navîn e. Şoreşa jinan ji bo hemû jinên cîhanê ye, ezmûna herî mezin û hêjatir a pergala demokratîk e. Bi pêşengtiya gelê Kurd û bi ruhê felsefe û paradîgmaya Rêber Apo, Şoreşa Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hêviyên çareseriya hemû beşên Kurdistanê û demokratîkkirina Sûriyê ye.
Şandeya jinên azadîxwaz û şoreşger wê bi kêfxweşî li Rojavayê Kurdistanê werin pêşwazîkirin
Di dawî de dixwazim bêjim, divê binemala Barzanî ji hemû Kurdistanê lêborîna xwe bixwaze. Divê kesên azadîxwaz, şoreşger û demokrasîxwazên başûrê Kurdistanê demildest hişyariyê bidin. Her kesê xwe wek welatparêz û azadîxwaz, rewşenbîr û li dijî gendeliyê dizane, her kesê xwedî wijdan û erkê ehlaqî û dîrokî bigrin ser milê xwe û bi awayek serdemî binemala Barzanî bidarizînin. Ger nedarizînin, ewê dawî li planên komployê neyê di bin lepên sedsala were de. Li vir spasî û destxweşiya xwe ji bo birêz Qadir Nadir, Mekî Amêdî, Niyaz Abdullah, Mamoste Cîhan radgihînim. Bi karên pîroz hişyariyek fikrî encam didin. Ger binemala Barzanî ne amade ye ku bi destê pêşeng û rewşenbîrên vî welatî were darizandin, bila zû ji Kurdistanê derkeve. Ew ne layîqin ku biçin Rojavayê Kurdistanê.
Kesayetên rewşenbîr û rêxistinên jinan û ciwanan li Silêmanî yekdengiyek girîng ji bo Rojavayê Kurdistanê saz kirin. Di encamê de proje pêşniyarên xwe, pêşkêşî Rojavayê Kurdistanê kir. Ji vir ez pêşniyar dikim ku şandeya jinên Başûrê Kurdistanê bi hevkariya mirovatiyê biçin Rojavayê Kurdistanê. Şandeya jinên azadîxwaz û şoreşger wê bi kêfxweşî ji aliyê pêşengên şoreşa jinan li Rojavayê Kurdistanê ve werin pêşwazîkirin. Ne yên ku ajandeya dagirkeran bicîh dikin.