Gaziya şer ji Bendava Tişrînê: Werin tevlî berxwedanê bibin
Gaziya şer Ronahî Dêrik ji Bendava Tişrînê peyam da û got: “Çawa parçeyek ji bedena xwe di şerê li dijî DAIŞ'ê de feda kir, îro ji bo parastina şoreşê jî amade me.” Ronahî Dêrik bang li her kesê kir ku di berxwedanê de cih bigirin.
SORGUL ŞÊXO
Tişrîn – Berxwedana Bendava Tişrînê derbasî roja xwe ya 23'an bû ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi gaziyên xwe yê şer av û ceyrana xwe diparêzin. Berxwedana xelkê Cizîrê yên ku ji bajarên Zirgan, Til Temir, Amûdê, Til Berak û Hesekê berê xwe dan Bendava Tişrînê dikeve roja xwe ya sêyemîn.
Li dijî komkujiyên ku dewleta Tirk pêk tîne, Federasyona Gaziyên Şer yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî dan. Li aliyekî din yê daxuyaniyê jî Gaziya Şer Ronahî Dêrik ji ajansa mere axivî.
Li hember DAIŞ'ê parçeyek da û niha li Bendava Tişrînê ye
Ronahî Dêrik got ku çawa wan li hember DAIŞ'ê şer kir û Şoreşa Jinan pêk anîn, tevî wê gazîbûna xwe jî hatine Bendava Tişrînê û wiha dom kir: "Me li hember DAIŞ'ê berxweda û parçeyek ji bedena xwe da. Em niha jî li hember hêzên ku bi hovîtî jinan, zarok û dayikan qetil dikin û mirovatiyê nas nakin, tevî vê birîndariya xwe jî em hatine bendavê û piştgiriyê didin. Me parçeyek ji bedena xwe da ye, em amade ne ku jiyana xwe tev diyarî vê şoreşê bikin. Ji ber ku pêşengtî bi jinan dibe."
'Komkujiyan rawestînin'
Ronahî Dêrik da zanîn ku divê hêzên navnetewî van komkujiyan rawestînin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Van komkujiyan bidin rawestandin, gel bi jin û mêran li ser Bendava Tişrînê tên qetilkirin. Rê li ber kuştinê bigrin êdî û bikaribin çareseriyekê bibînin."
Ronahî Dêrik bal kişand ser rola hêz û rêxistinên navnetewî û got ku gel û di serî de jin bi rola wan ve radibin û wiha pêl da gotina xwe: "Îro gel bi pêşengtiya jinan rola ku divê hêz û rêxistinên navdewletî di parastina Bendava Tişrînê de bilîzin, ew pê radibin û wiha rol bi hev tên guhertin. Roleke ku divê hêzên navdewletî pê rabin û komkujiyan rawestînin, lê li dijî wê derdikeve. Îro gelê me yê welatparêz, dayikên me yê temen mezin, ji ciwanan heta kal û pîran û zarokan îro li vir in bendava xwe diparêzin."
'Werin tevlî berxwedana Bendava Tişrînê bibin'
Ronahî Dêrik bi vê bangawaziyê dawî li axaftina xwe anî: "Ez ji ciwanan re dibêjim ku werin tevlî berxwedana Bendava Tişrînê bibin. Bila Kurd, Ereb, Suryan û Aşûr her kesek wîjdanê wan diheje werin û şoreşa xwe biparêzin. Ewqas otombîl li ber çavan in ku li vir komkujî çêbûne û gel hatiye qetilkirin û birîndar çêbûne. Lê berxwedan didome. Ji lewra serkeftin wê her para me be, ji bo wê em li vir careke din dibêjin Jin Jiyan Azadî."