Rastiya girtiyên nexweş: Astengkirina mafê tenduristiyê awayê îşkenceyê ye
Nuray Çevîrmen balkişand ser rewşa girtiyên nexweş ku nikarin ji mafên tenduristiyê sûd bigirin û got: “Li van deran ne mumkîn e ku zindiyek bijî.”

SERPİL SAVUMLU
Navenda Nûçeyan – Li Tirkiye polîtîkayên girtîgehan her roja diçe dibe sedema binpêkirinên herî giran ên mafan. Di aliyê girtiyên siyasî de, bi taybetî rewş her ku diçe xirabtir dibe. Li her girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê, weke îşkencexane tê binavkirin. Derbarê çareseriya pirsgirêkê de tu gav nayên avêtin, berovajî pirsgirêk kûrtir dibe. Tiştên li girtîgehên Tirkiyê tên jiyîn, bi taybetî piştî salên 1980’yî zêdetir diyar bû. Ev rewş bi taybetî ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve bi caran hat ziman û di raporan de hat nîşandan. Îro jî di gelek raporan de îfadeyên şahîd û bi beyanên parêzer, pêkanînên der mirovî yên li girtîgehan ji sala 2002’an dema AKP bûye desthilat heta niha, polîtîkayên girtîgehê her tim hatine rojevê û hatin nîqaşkirin. Di salên destpêkê yên serdest bûye de, berovajî sozên zelaltî û demokratîkbûnê, girtîgeh hatin halê çêkerên nekontrolkirinê.
403 hezar û 60 girtî û hikumxwar hene
Di salên dawî de ku desthilat hewl dide dengê herî biçûk ê muxalefetê bitepesîne, girtîgehan wek qadên ku bi sedan însan lê asê kirine pênase dikin. Ên ku bi awayek siyasî aktîf in, xwedî li azadiya fikrî derdikevin yan jî yên di fikrên cûda de, girtîgeh wek amûrekê dest bikaranînê hat kirin. Girtîgeh bi awayek îdeolojîk, wek qadên ku hewl didin şekil bidin civakê hê zêdetir derket pêş û di heman demê de baweriya ji bo pergala edaletê jî gelek hejiya. Di nav vê tabloyê de rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan her ku diçe xirabtir dibe. Welatê ku hejmara girtiyan herî zêde li gorî îstatîstîkên ku Midûriyeta Giştî ya Girtîgehên Ceza û Ragirtiyan aşkere kiriye; Li girtîgehên Tirkiyê, ji 7’ê Nîsana 2025’an heta niha li 395 girtîgehên girtî û vekirî de 403 hezar û 60 girtî û hikumxwar hene. Tirkiye wek welatê di nava endamên Konseya Ewropa de hejmara girtî û mehkuman herî lê zêde ye tê zanîn.
‘Herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene’
Ev pênase di heman demê de tê wateya ku girtîgeh li ser kapasîteya heyî hê zêdetir bikar tîne. Ji derveyî nîqaşên kapasiteya girtîgehên Tirkiyê, yek ji mijara herî girîng jî, pirsgirêka girtiyên nexweş e. Li gorî Wezareta Dadê; di 11 mehên sala 2024’an de 709 girtî jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan girtiyên li girtîgehan di peyama dayîn ji derve de bi gotina “Ji bo hûn tevbigerin hûn li benda mirina me ne?” bang kirin. Li gorî rapora herî dawî ya Komeleya Mafê mirovan weşandiye; Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê 161 jin, hezar û 251 mêr di nav de herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene. Hejmara girtiyên nexweş ên giran wek 335 girtî tê îfadekirin, ji vana 230 bi tena serê xwe nikarin jiyana xwe bidomînin û 105 jî pêwîstî bi destekê heye. 188 girtî ji ber nexweşiyên xwe divê her tim werin kontrolkirin.
‘Beşek mezin a civakê di nava mekanîzmayên kontrolkirinê de ye’
Em bi Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nuray Çevîrmen re li ser rewşa girtiyên nexweş a li Tirkiyê axivîn. Nuray Çevrmen îfade kir ku li Tirkiyê tu caran çêkerek demokratîk nebû, lê belê îro li gel hikûmeta AKP’ê di xalek hê paşdetir de ye û wiha got: “Di dema ku AKP hatiye desthilatê de, rewşek ku hemû beşên civakê ceza bike heye. Di demên destpêkê hatiye desthilatê de hejmara girtiyên ku nêzî 50 hezar bûn, îro gihîştiye 403 hezar û 60 girtiyan. Helbet dema em hejmarên her tên girtin û berdan û berdana bi kontrol wek zêdeyî 400 hezaran mirov lê zêde bikin, hejmarek mezin, yanî beşek mezin a nifûsê di rastiyê de mekanîzmeyek kontrolê gerek mekanên girtînê di nav de, gerek di mekanîzmayek kontrolê ya ji derve de tê girtin de, wê pirole nebe.”
‘Hemû kesên dijber tên cezakirin’
Nuray Çevirmen wiha got: “Hiştina civakê ya di bin zoriya kontrolkirinê de, ji xwe ji bo hemû beşên civakê di asta peyamê de ye. Yanê hûn wek muxalif dema li mafên xwe digerin, di erêkirin yan jî dijber wê dikare were nirxandin. Yanê tu eleqeya tenê dijberiya desthilatê, bi vê pirsa demokratîk e an na, bi rastiya gotinê, bi rastî û xeletiya fikiryatê re nîne. Ew bûye şêweyek pir aloz ê rêveberiyê ku tê de civak ji ber mijareke dijberiyê tê cezakirin, şêweyekî ku ne li gorî normên qanûnî ye û bi bingehîn normên qanûnî yên mirovî ji holê radike. Di rastiyê de hemû pargal bûye antîdemokratîk, darazê serxwebûna xwe wenda kiriye. Ketiye halê ku tenê wek saziyek bi fermanê bikêr bê û di hemû beşên civakê de hişmendiya darazek serbixwe hebe jî, di rewşa tarûmar de ye.”
‘Pirsgirêk gihîştiye asta ku nikarin jê birevin’
Nuray Çevîrmen anî ziman ku girtîgeh li ser civakê weke amûrekî zorê ku pirsgirêkên mezin ava dike tê bikaranîn û got: “Pir zêde girtîgeh tên çêkirin. Ji xeynî hejmariyê kapasîteya van girtîgehan jî pir zêde ye. Berê jî girtîgehên biçûk ên navçeyan hebûn, girtîgehên li bajaran hebûn. Kapasîteyên wan biçûktir bû, lê belê îro girtîgehên kampûs hatine çêkirin û di nav xwe de bi hezaran girtî dihewînin. Tenê girtîgehek, gihîşt asta girtîgehek bedêlî 10 girtîgehan. Lewma jî, tengasiyên mezin hene. Li cîhekî ku evqas girtî lê ne û evqas girtîgeh lê hene de, di pergalê de jî pirsgirêk derdikevin.”
‘Astengkirina mafê tenduristiyê jî îşkence ye’
Nuray Çevîrmen diyar kir ku li girtîgehan pirsgirêka herî sereke, îşkence û bêparmayîna girtîların a ji mafê tenduristiyê ye. Nuray destnîşan kir ku astengkirina mafê tenduristiyê bi xwe jî, perçeyek ji pêkanînên îşkenceyê ye û wiha pê de çû: “Em wiha binirxînin ev dê şaş nebe. Ji ber ku yekparetiya bedena ferdan û giyana ferdan zirar dibîne. Girtî rastî binpêkirinên wiha tên.”
Nuray Çevîrmen, bi bîr xist ku rapora ji aliyê ÎHD’ê ve di sala 2022’yan de hatiye amadekirin, rojane kirine û çend roj beriya niha bi rayagiştî re parve kirin. Nuray Çevîrmen, wiha got: “Lê divê em bêjin ku zêde zêde girtîgeh hatin çêkirin. Zêde zêde girtî ketin û derketin. Gelek zehmet e ku mirov ji nû ve bighê tomarên van girtiyan. Heta tu bêjî zêde girtî tên sirgûnkirin. Mînak me rapora xwe aşkera kir, lê niha em nizanin ku çend ji wan girtiyên di wan lîsteyan de birine deverên din, çend kesan ji nû ve birine şûna wan, çend ji wan nexweş in. Ev kedek mezin dixwaze.”
‘Ev tenê aliyê ku xuya dike ye’
Nuray Çevîrmen, da zanîn ku di lîsteyên bi zorê amade kirine de hem girtiyên siyasî hem jî edlî hene. Nuray Çevîrmen, anî ziman ku girtiyên edlî di hêla gihîştina saziyan de tengasî dikşînin lewma jî mirov nikare daneyên bi rêkûpêk bigre. Nuray Çevîrmen, destnîşan kir ku zehmet e bighên hemû girtiyan û wiha pê de çû: “Dixwazim bidim zanîn ku ji 403 hezarî zêdetir girtî hene û li cihekî wiha jî em behsa hejmarek pir biçûk dikin. Em nikarin bighên hemû hejmarên rast. Mînak, Wezareta Dadê di dawiya sala 2024’an de hejmarek aşkera kir. Têkildarî girtiyên ku di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane. Hejmara li wir bi xwe jî bi rastî ji bo me daneyek pir girîng e. Derfeta me çêbû ku em yên tespîtkirî bibînin. Me dizanibû ku hejmar zêde ne lê bi rastî me nizanibû ku ewê hejmarek evqas zêde derkeve pêşiya me. Parlementerên DEM Partiyê pêşniyarpirsek dabûn. Wezareta Dadê bersiv dabû wan û gotibû ku di 11 mehên destpêka sala 2024’an de 709 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Me dikarî xwe bighînin hejmara 54’an. Me dîtibû ku ev tenê aliyê xuya yê meseleyê ye.”
‘Li van deran zindiyek nikare bijî’
Nuray destnîşan kir ku ji bo rejîma înfazê jî mirov nikare bêje ku tenduristiya girtiyan baş e û wiha pê de çû: “Girtîgeh, cîhên ku mirov demeke diyarkirî tê de ji azadiya xwe bêpar tên hiştin e. Her wiha bi mirovên din re di aliyê mafan de xwedî mafên wekhev in. Lê belê li van deran girtî, 22 saet û nîv bi tena serê xwe tên hiştin. Nahêlin ku bi kesî/ê re temas bikin. Di hundirê odeyek biçûk de tên hiştin, paceyên wan jî elekkirî ne. Girtina hewayê gelek zehmet e. Mirov nikare bighê tavê. Rojê tenê saetek an jî saetek û nîv wan dibin cîhên ku dibêjin hewadar in lê tu eleqeya wan bi hewadariyê re tuneye. Demeke li van deran tên girtin û paşê dîsa wan dibin qadênku lê dijîn. Yanê li van deran zindiyek nikare bijî.”
‘Nexweşînê tîne’
Nuray Çevîrmen, anî ziman ku tenduristiya girtiyan bi her awayî xirab dibe û wiha pê de çû: “Yekparetiya wan a bedenî jî ya giyanî jî xirab dibe. Pergalek ku her diçe giran dibe heye. Pergalek înfazê ya ku ji kokê de li derveyê mafên mirovan e, derket holê. Lewma jî dema em bifikirin ku evqas girtî di girtîgehek de ne, em bêjin ku hemû di bin bandorek xirab a fizîkî û derûnî de dimînin, emê pirole nekin. Nêzî tevahiya wan, bi nexweşînên kronîk ketine. Di vê pergala înfazê de mirov nikare nexweş nekeve.”
‘Divê rewşa girtiyan li derveyê pêvajoyê bê pêşxistin’
Nuray da zanîn ku piraniya girtiyan rastî ferzkirina poşmaniyê tên û tehliyeya wan tê astengkirin. Nuray Çevîrmen, bi bîr xist ku di nav vana de yên nexweş jî hene û destnîşan kir ku astengkirina tehliyekirinan bi xwe jî dikare wek binpêkirina mafê tenduristiyê bê nirxandin. Nuray Çevîrmen, ragihand ku hemû pirsgirêkên bingehîn ên tên jiyîn, her yek ji wan wek binpêkirina mafê tenduristiyê derdikeve pêşiya me. Nuray Çevîrmen, li ser pêvajoya dawî ya li welêt jî wiha got: “Pêvajoyek heye, lê di aliyê binavkirina vê pêvajoyê de hişê mirovan tevlihev bûye. Bi çi awayî bipêş dikeve? Daneyên wê yên berbiçav hene an na? Di aliyê şewqa vêya li ser civakê de hişê mirovan tevlihev bûye. Hêvîdar im di demeke herî kin de aştî pêk bê. Em hemû vêya dixwazin. Îro em hem dibêjin ku pêvajoyek heye hem jî girtin, binçavkirin, zêdebûna girtiyan heye. Ev pêvajo bi rastî pêvajoyên wisa ne ku divê bi demokratîkbûna desthilatiyê re bên meşandin.”