Keça Mucîze: Çîroka vejînek li Xezayê

Jiyana Rama El -Dureymî ya Filîstînî ku di zarokatiya xwe de ji ber şewatek mezin travma dijî, ji bo kurtefîlma ‘Keça Mucîze’ bû îlham. Kurtefîlma di qada navnetewî de bû yekem û xelat girt, bû qêrîna jinên Xezayê.

NAGHAM KARACA

Xeza – Tevî wêranî û dorpêça li Xezayê, weqfa ‘Connect Her’ ya navnetewî  ku belegefîlmên jiyana li herêmên şer de derbas dibe dike mijara xwe, pêşbaziyek lidar xist. Fîlmê ‘Keça Mucîze’ ku di nava 50 fîlman de hatiye hilbijartin, behsa têkoşîna ferdî ya keçek Filîstînî dike.

Keçika Xezayî, tevî êşan jî çîroka jiyenek ku destûr neda xeyalên wê vemire, nîşan dide. Kurtefîlmê bi navê ‘Keça Mucîze’ 6 xulek û 41 çirke ye. Fikrê çêkirina kurtefîlm û kişandina wê ji aliyê Dîma Zehd ve pêk hat. Di kêşanê de Meram Aliyan bû alîkar. Senaryo ji aliyê Zehra Kassas ve hat nivîsandin. Film weke xebatek bi hêz ku têkoşîna jinên Filistînê di nava şer de belge dike, di pêşbaziya navnetewî de biser ket. Kurtefîlmê ‘Keça Mucize’ bû yekemîn û xelat girt. Lê belê ji ber dorpêça li dijî Xeza û şertên şer, Rama El-Dureymî û tîma xwe beşdarî merasîma xelatê nebûn. Serkeftinên wê wek qêrînek bi têlên strî û sînorên erdnîgariyê derbas dike gihîşt dinyayê.

Rama el-Dureymî keçikek ji mirinê filitî

Rama El- Dureymî ya 22 salî, gava temenê wê hê salek û nîv bû, rastî şewatek ku di astek zêde de rûyê wê destê wê û tiliyên wê şewitandî, hat. Dijwariya şewata wê, dabeşkirina tibî jî derbas kiribû. Demek dirêj di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de ma, hemû kes li benda mirina wê bûn. Ji nişka ve çavê xwe vekir û peyva yekem a mucîzeya hê temam nebûye, nivîsand. Rama El- Dureymî ew kêlî wiha anî ziman: “Ez ji xweliya xwe vejiyam. Her hucreya di bedena min de, ji bo jiyanê diqêriya. Ez ne tenê yeka ku ji şewatê rizgar bûyî me, ez qehremana sereke ya çîroka bi rik hatiye nivîsandin im.”

Ameliyata estetîkî red kir

Rama El- Dureymî nexwest ku şopên şewatê veşêre, ameliyatên estetîkê red kir. Şopên di rûyê xwe de wek sembola jiyanê dibîne. Rama got ku: “Dema ez li xwe temaşe dikim, dîbinim ku ez jina şer im. Her şop serkeftinek li dijî şer hatiye qezenckirin e. Min nexwest rastiyê veşêrim. Min rewşa heyî û jiyana bê maske bijart.”

Di salên xwe yên zor yên dibîstanê de rastî nêzîkatiyên bi êş û henek hat, lê belê têk neçû.  Makyaj vegerand formek hunerê û şopên xwe bi hostatî veşart û xweşiktiya xwe ava kir.

Şer ket nava birînê

Di 7’ê cotmeha 2023’an de dema şer hat Xezayê, Rama Rama El- Dureymî rastî birçîbûn, koçberî, bê dermanî û bê aviyê hat. Rama ku bi tenê ma, hêza xwe ya li ber girtinê bi van gotinan îfade dike: “Dema xaz qut bû, neçar mam bi daran xwarinê çêkim. Di rûyê min ê  şewitî de dijwarbûna germaniyê êş dida min û ev ne bijarteka min bû, qederek ku şer neçarî kirî ye. Bi sê tiliyên xwe yên mayî min hewl da avê bikşînim. Xwîşk û birayên min an di sirgûniyê de an di şer de belav bûn. Li vir ez bi tenê me.”

‘Li vir im dijîm û emê biserkevin’

Rama El- Dureymî tevî van hemûyan karê xwe domand. Di nava şer û bombeyan de tax bi tax geriya karê serbest kir, hewl da destek bide malbata xwe û wiha got: “Em tenê ne îstatîstîk in. Em ne nûçeyên trajîk ên bi lez derbas dibin in. Em miletek in ku di her ketinê de cardin dikarin rabin. Ez keça Xeza û zaroka êş û sebrê me. Ez bi tiliyên xwe yên şewitî, nivîsandina pêşeroja xwe didomînim. Her gavek ku ez davêjim vê xakê, diqîrim û dibêjm: Li vir im, dijîm, xeyal dikim û emê biserkevin.”

Jinên Filîstînê: Di tarîtiyê de hilgirên ronahiyê

Di nava firtûneyê de jinên Filîstînê û zarokên keç bûn meşaleyek ku venamire. Barê hêviyê girtin ser milê xwe, di xirbeyên malên hatine hilweşandin de helbesta berxwedanê nivîsandin. Çîrokên wan, ji çîrokên kesî derketine; ew tevî birînên şer û dorpêçê nayên dîtin, bûn şahidê gelê ku avakarî, têkoşerî û cardin xêzkirina jiyanê didomînin.

Rama El-Dureymî û jinên wek wê, îlham dan keçên Filîstînê ku di pencên mirinê de xeyalên xwe rizgar kirine. Navê jinên Filîstînê, her çiqas ne tenê nasmaneyek be jî, sembola berxwedan, dilsozî û hêza domandina riya xwe ne jî.