Li Rojhilat di 30 rojan de 12 jin hatin kuştin

Li Rojhilat, di mehekê de 12 jin hatin qetilkirin û 12 jin bi guman jiyana xwe ji dest dan. Li deverên cuda yên Başûrê Kurdistanê 3 jin hat qetilkirin û 4 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di meha Nîsanê de li Rojhilat 12 jin ji aliyê mêrên ku bi wan re zewicî bûn ve hatine kuştin û 12 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Başûrê Kurdistanê

Li deverên cuda yên Başûrê Kurdistanê, di tevahiya meha Nîsanê de 3 jin hatin qetilkirin, 4 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.