Keştiya alîkariya mirovane dibir Xezayê rastî êrîşê hat

Keştiya bi navê “Conscience/Wîjdan” ku alîkariya mirovane dibir Xezayê û tê de 30 dildarên alîkariyê hebûn, li aliyê Maltayê rastî êrîşê hat.

Navenda Nûçeyan- Li aliyê Maltayê keştiyek bi navê Conscience ku aydê Koalîsyona Fîloya Azadiyê (Freedom Flotilla Coaliton-FFC) ye, ji bo Xezaya ku di bin dagirkeriya Îsraîlê de ye alîkariya mirovane dibir rastî êrîşê hat. Keştî bi Firokên Bê Mirov hedef hat girtin.

Di keştiyê de aktîvîst hebûn

Êrîş, 31,5 kîlometre li rojhilatê perava Maltayê çêbû. Di keştiya ku 30 dildarên alîkariya mirovane tê de bûn de, kunek çêbû. Dildaran piştî êrîşê sînyala SOS şandin. Êrîş hê ji aliyê kesî ve nehatiye ragirtin.

Hêzên Çekdar ên Maltayê piştrast kirin ku piştî êrîşê di keştiyê de şewat derketiye û piştî demeke kin hatiye vemirandin. Saziyê da zanîn ku rewşê ji nêz ve dişopînin.

Çapemeniya Maltayê jî di nûçeyek de ragihand ku hêzên ewlehiya peravê ji keştiyê 16 kes xilas kirine.