Li çiyayê Kizwanan ji bo jinan dewreya perwerdê
Jinên çiyayê Kizwanan ku beşdarî perwerdeya ku Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a "Şehîdên jin ên bendava Tişrînê" bûne, gotin ku "Perwerde cihê zanebûn û zanistê ye û divê her ferdek bê perwerdekirin."

SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Kongra Star têkoşîn û xebata xwe ya li ser bendên rêxistinkirina jinan û azadkirina wan, didomîne. Li ser vê bingehê û bi armanca bîranîna şehîdên jin ên bendava Tişrînê, dewreyek perwerdeyê bi navê "Şehîdên jin ên bendava Tişrînê" vekir. Jinên çiyayê Kizwanan ewê 10 rojan li vir perwerdehî bibînin. Di vê perwerdeyê de waneyên têkildarî girîngiya perwerdê, azadiya jinan, rastî û cewhera jinan çi ye ji jinan re bên dayîn. Jinên ku beşdarî dewreyê bûn, armancên xwe yên beşdariya perwerdê ji ajansa me re anîn ziman.
‘Perwerde têgihîştinên şaş sererast dike’
Nivîskar Merwa Ehmed ku yekem car beşdarî perwerdeyan dibe armanca xwe ya beşdariya perwerdeyê wiha anî ziman: "Ji bo serarastkirina mijarên şaş di nava civakê de hewcedarî bi perwerdeyê heye. Bi pêşxistina kesayetî civak jî bipêş dikeve. Perwerde ji bo serî rakirina li hember zilm û bindestiyê ye. Em hewl didin jinên bêhêz bi hêz bikin û destek bidin zarokên keç ên sêwî, jinên berdayî û jinên ku hevjînên wan jiyana xwe ji dest dane."
'Perwerde cîhê zanist û zanebûnê ye'
Merwa Ehmed bal kişand ser pirsgirêkên ku herî zêde di nav civakê de belav e û wiha got: “Em li dijî hişmendiya civakê ya ku zewaca zarokên biçûk, heyirandin û zewaca berdêlî dipejirînin, têdikoşin. Divê em hîn bêtir civakê hişyar bikin. Kesên ku bi hişmendiya mêrsalar û li gor berjiwendiyên xwe tevdigerin, gelek xeteriyan ser pêşerojê ava dikin. Ji ber vê yekê perwerde girîng e. Perwerde cîhê danûstandin, zêdekirina zanist û zanebûnê ye. Agahiyên ku me ji perwerdê girtin, dê di nava civakê de jî belav bikin. Bi armanca ku em rastî û cewhera jinê bi jinan bidin nasîn em beşdar dibin."
Bi zaroka xwe re beşdarî dewreyê bûye
Ebla El-Ezo ya ku zaroka wê jê re nebû asteng ku beşdarî dewreyê bibe, wiha behsa hatina xwe ya dewreyê kir: “Perwerde ne tenê ji karmendên saziyan re, ji ferdên civakê yek bi yek re pêwîstiyek e û hewcedariya civakê bi perwerde û zanistê heye. Mirovên perwerdekirî ji mirovên neperwerdekirî pir cûda ne. Kesên perwerdekirî xwedî ehlaq, îrade û xwedî wîjdanek her dem zindî ne. Kesên ku xwe perwerde nekin koleyê civakê û hişmendiya bavsalarî dimînin. Ji bo avakirina malbatek demokratîk û zanekirî divê dê û bav bên perwerdekirin. Malbatek demokratîk dê bandorê li civakê jî bike ku ew jî demokratîk bibe."
'Azadiya civakê di azadiya jinê de pêkan e'
Ebla El-Ezo hêviya xwe ya guhertina civakê û dawîkirina zilma li ser jinê bi lêv kir û wiha pêl da gotina xwe: “Daxwaza me ew e ku zordarî di nava civakê de bê dawîkirin. Azadiya civakê bi azadiya jinan pêkan e û guhartina civakê jî bi perwerdeyan gengaz e. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo me xwe û cewhera xwe naskir. Her wiha ji bo rakirina hişmendiya bavsalaî ji holê rabe, hewcedarî bi perwerdekirin û guhartina mêr jî heye. Ji ber ku ew bi çavek biçûk li jinan dinhêrin û wan dikin koleyên xwe. Divê jin ji riya azadiyê venegerin û têkoşîna xwe xurtir bikin.”