Ji sedî 77.2’ê xelkê Stenbolê piştgirîya projeya Kanal Stenbolê nakin
Li gorî daneyên ku ji hêla ÎPA ve hatine ragihandin; Ji sedî 77.2’ê xelkê Stenbolê piştgirî nadin Projeya Kanal Stenbolê û bawer dikin ku ev proje dê zirarê bide jîngehê

Stenbol – Li gorî daneyên Ajansa Plansaziya Stenbolê (IPA), ji sedî 77.2ê xelkê Stenbolê piştgirîya Projeya Kanala Stenbolê nakin. Encamên anketa raya giştî ya ku ji hêla IPA ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (IMM) ve hatî kirin, bi raya giştî re hatin parvekirin.
Di daxuyaniyê de, sedemên herî girîng ên helwesta welatiyên ku li dijî Projeya Kanal Stenbolê ne jî hatin parvekirin. Ji kesên ku li dijî projeyê ne, ji sedî 53.8 gotin ku proje dê zirarê bide jîngehê, ji sedî 39.1 gotin ku ew ê metirsiya erdhejan zêde bike, û ji sedî 31.2 gotin ku proje dê ji hewcedariyê bêtir kedxwariyê li bajêr biafirîne.