Pîşeyên jinan di bin dorpêça serweriya mêr de ne
Serweriya mêr, ji ber ku pîşe li gorî zayendan parve kiriye, hebûna jinan a aborî hatiye sînordarkirin. Ruxmê ku nivê nifûsa Îranê ji jinan pêk tê, para wan a di qada kar de ji ya mêran ji pêncê yek kêmtir e.

NESÎM AHMEDÎ
Kirmaşan – Serweriya mêr ji bo hakîmiyeta xwe mayînde bike, hemû xebatên di civakê de weke ya jin û mêr cuda dike û hewl dide bi awayên cuda pîşeyan li gorî zayendan ji hev veqetîne.
Desthilatdariya mêr, bi saya hêza ku xwediye, gelek pîşeyan e di civakê de ji destê jinan girtiye û bi nêrîna serweriya mêr vî pîşeyî kategorîze kirine. Di vê cudakariyê de gelemperî karên ku weke ‘pîşeya mêr’ dibînin ji jinan re hatiye qedexekirin. Lê belê ji mêran re serbeset e ku mudaxeleyî pîşeyên jinan bikin. Di civaka mêr a serdest de di vê cudabûnê de karên weke rêveberî û darazê aydî mêran e. Gelemperî her pîşeya ku otorîte tê de heye weke karê mêr hatiye qebûlkirin.
Di civaka mêr ê sedest de, tê bawerkirin ku rêveberî karê mêr e. Ji ber mêrin bawerdikin ku her cihî kontrol bikin, heta tê fikirîn ku jin nikarin rêve bibin, heta dinava kombûnek biçûk de jî nikare serbixwe biryar bide.
Tirsa ji rêveberiya jinan
Vîda Amanî ku nexwest navê xwe yê rast bide, li Kirmaşanê di şirketek de dixebite wiha got: “Ev nêzî 15 salan e, li van karan mêze dikim lê belê midurê giştî ditirse ji min re bibêje rêveber. Ji ber ku her dem dibêje; ‘ger ez te weke rêveber îlan bikim, karker guh nadin te, ji ber karker gund didin mêran.”
Beşdariya jinan girîng e
Jinek tenê ji ber zayenda xwe nebûna rêveber, tenê asta serweriya zihniyeta mêr e. Gelek dem rê nadin ku jin ji qedemeyên jêr mezin bibin û mafê beşdariyê nayê naskirin.
Li gorî rapora Navenda Îstatîstîkan a Îranê ya sala 2014’an, rêjeya mêran a beşdariya aboriyê ji sedî 60 zêdetir e, para jinan jî ji sedî 13 ye. Ev jî nîşan dide ku di girtina karan de pêşekî didin mêran. Nîvê civakê ji jinan pêk tê. Ev tablo îsbata baweriya serdestiya mêr e û jinan bi awayekî sîstematîk dûr dixe.
Ev tenê astengiyek ji bo kêmaniya binesaziya pêwist ji bo derfetên kar ê jinan e. Li aliyê din jî beşdariya jinan a di qada aboriyê de weke serkeftina xwe nîşan didin. Di gelek çavkaniyên dînî de hatiye gotin ku ‘pîşeya herî baş xanima malê ye.’ Ev nêrîn ji bo dûrxistina jinan ji civakê ye û di her qada pîşeyê de serdestiya mêr serdest dike. Heta pîşeyên jinan ketiye bin serdestiya mêr. Mînak mêr dikarin cihê cilên binî yên jinan û cilên jinan veke, jin dikarin dirûtinê bikin lê belê tu jin firoşgeha cilên mêran venake. Ji ber qedexeye ku jin karên têkildarî mêran bikin, mêr dikarin serbest bikevin qadên jinan.
Bazara mêr astengiya li pêşiya hewldanên jinan e
Hastî Moghadam li Kirmaşanê firoşgeha cilên jinan birêve dibe û wiha dibêje: “Bazarên cilên jinan, kozmetîk û hwd. di destê mêran de ye. Destek didin hev û bi asanî me jinan dûr dixin. Ger jinek bixwaze li cihên ku ew lê dixebitin, firoşgehek veke, bi hev re astengiyan derdixin. Giştîfiroşên (toptan) li bazarên mezin jî kaxezên jinan qebûl nakin, tenê bi pere difiroşin. Lê belê heta çar mehan bê pere difiroşin mêran. Ji ber di serê bazarvanan de nêrîna ‘mêr dibin bazirgan’ heyean Ji ber vê di bazaran de karê jinan nîn e. Mêran gelek karên jinan dagir kiriye.”
Jinan ji karan fîzîkî û derûnî dûr dixin
Dûrxistina jinan ji aboriyê, yek jî amûrên serdestiya mêr e. Ne tenê fîzîkî, bi zexta derûnî jî kêrhatiyên jinan biçûk tên dîtin û ji karan tên dûrxistin. Di salên dawî de zihniyeta serdestiya mêr a civakê, qebûlnekirina kêrhatiyên wan didomîne. Ji ber vê dema ji bo karekî jin û mêr dibin namzed, mer tên hilbijartin.
Ajokarî li gorî feraseta mêr karê mêr e
Ajokara tirê Hayedeh R. wiha got: “Ez di kamyoneta bavê xwe de dixebitim. Ev demek dirêj e jî belegeya min a ajotinê heye, belgeya min forklift jî heye. Lê belê gelek caran dema ez diçûm baranînê, dema didîtin ez jin im, bar nedidan min. Di çavên wan de jin nikarin karê ajotinê bikin, ji ber ajokarî karê mêr dibînin.”
Di beşa kar a zayendî de nakokiyên serweriya mêr
Serweriya mêr, wê baweriyê dide avakirin ku di civakê de mêr ji jinan kêrhatîtir in. Ji ber wê di rewşa wekhev de ne jin, mêr tên hilbijartin. Lê belê ev hişmendî gelek deman bi xwe, xwe xirab dike. Mînak dibêjin ajokarî karê mêr e lê çêkirina xwarinê karê jinan e. Lê belê dema kar tê metbexên profesyonek mêr xwarinpêjên baştir tên dîtin.
Çêkirina xwarinê erka jinan e lê weke pîşeya mêr tê dîtin
Tahmineh Zamanî jinek ku di kombûnan de xwarinê çêdike ye wiha got: “Di civakê de xwarinçêkirin weke erka jinan tê dîtin. Ji roja ku em weke jin hatin ser rûyê erdê ve heta niha, di destên me de kevgîr heye. Lê belê dema em dixwazin li rastoranek bibin xwarinpêj, kar tên guhertin. Di hemû lêgerînên ji bo kar de li xwarinpêjên mêr digerin. Ji min re her hinceta ku jin nikarin qûşxaneyên mezin hilgirin, bîdonên rûn hilgirin pêşkêş kirin. Lê belê her dem ji min re digotin tu dikarî firaqan bişûyî.”
Ger jin bikaribin debara xwe bikin wê dest bi şikandina zincîran bikin
Bi destxistina gelek pîşeyan ji aliyê mêran ve, xebata jinan tenê di karên kêm de, mekanîzmayeke ku mêrê serdest ji bo kontrolkirina aboriyê bi kar tîne ye. Ev ji bo astengkirina aboriya serbixwe ya jinan e. Ji ber ku mêr baş dizanin, gava yekem a jin li ser lingên xwe bisekinin, serxwebûna aboriyê ye. Ger jin bikaribin debara xwe bikin wê dest bi şikandina zincîran bikin.
Di van şertan de, serxwebûna aborî ya jinan, ne tenê pirsgirêkek şexsî ye, di heman demê de daxwazeke civakî ye.