‘Divê jin li ser manîfestoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ xwe bi rêxistin bikin’

Têkildarî êrîş û zextên li ser jinan mamosteyên jin ên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku pêwist e jin li ser manîfestoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ xwe bi rêxistin bikin, li dijî êrîşan dengê xwe bi hev re bilind bikin.

BERJÎN KARA

Mexmûr – Li tevahî cîhanê her diçe bûyerên kuştina jinan zêde dibin. Li Kurdistan, Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê rojane jin tên kuştin, rastî tundî, tacîz û tecawizê tên. Ango bi tunehesibandina mêran re rû bi rû dimînin. Roj nîn e ku li mal, kolan, gund û bajarekî jin rastî van zext û hişmendiya mêr a qirker neyên. Lê ya herî balkêştir ew e ku qanûnên divê li hemberî van zextan rawestin, parastina kujerên jinan dikin. Ango li kêleka êrîşên mêran, dewlet jî bi her şêweyî êrîşî jinan dike bi taybetî jî jinên siyasetmedar, têkoşer û berxwedêr. Êdî hatiye rewşeke wisa ku hikumet an dewleta bi her awayî parastina kujer û kujerên jinan dike êdî bi hinek bingehên qanûnî jî parastina xwe bi awayek rewa dide nîşandan. Her wiha kesên ku dixwazin parastina jinan bikin, li dijî êrîşên li ser jinan rawestin jî dibin hedefa desthilatdariyê.

Lê tevî hemu zext, îşkence û bûyerên kuştinê jî jin li her derê têkoşîna azadiyê didomînin û li dijî hemû êrîşan dengê xwe bi hev re bilind dikin.

Têkildarî bûyerên kuştina jinan, êrîş û zextên li ser wan mamosteyên jin ên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji ajansa me re axivîn.

‘Dixwazin deng reng û rêxistinbûna jinan ji holê rakin’

Marîa Bozan bi van hevokan qala zext û êrîşên li ser jinan kir: “Ger mirov li seranserê cîhanê binêre dê bibîne ku zîhniyeta zilam serdest e û ev yek jî dixwaze xwe mayînde bike. Vê yekê li ser kuştina jinan, qirkirinên civakê ango di kesayeta jinan de dixwaze ziman, çand, bîr û xwerêxistinkirina civakê ji holê rake. Li Kurdistanê jî bi heman şêweyî ye. Li Bakurê Kurdistanê û bi taybetî li Tirkiyeyê êrîşên dewletê yên li ser jinan tên kirin dibe ku rasterast dewlet neke lê bi destên xwe di nava civakê de rêxistinên xwe ava dike ji bo kuştin û bêdengkirina jinan. Bi taybetî bi riya ol û baweriyan dixwaze deng, reng û rêxistinbûna jinan ji holê rake.”

‘Bi kuştina jinan re civakê dikujin’

Marîa Bozan di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser pêkanînên rejîma Îranê yên li ser jinan û got: “Li Îranê bûyerên kuştina jinan zêde bûne. Bi rêbazên cuda yên weke darvekirin, recm êrîşî jinan dikin û jinan tînin wê astê ku riya mirinê hilbijêrin. Jina ku dixwaze siyasetê bike dixwazin dengê wê qut bikin. Ji bo ku jinên din hêzê jê negirin û vê yekê li pêş civakê dikin. Bi vî şêweyî dixwazin şêwazê xwe yê rêvebirinê bi civakê bidin qebûlkirin. Vê yekê bi kuştina jinan pêk tînîn. Ango bi kuştina jinan re civakê dikujin. Her wiha li Başûrê Kurdistanê jî bi heman şêweyî jin rastî êrîşan tên û neçarî xwekuştinê tên kirin. Li Rojavayê Kurdistanê her çiqas bi şoreşê re jin êdî bûne xwedî deng jî li Suriyeyê ji ber şerê heyî herî zêde jin zirarê dibînin û rastî êrîşan tên.”

‘Divê em li her derê di nava civakê de xwe bi rêxistin bikin’

Marîa Bozan bi van gotinan bersiva pirsa, wê jin çawa li hemberî van êrîşan rawestin da: “Divê rêxistinek me jinan a bi hêz hebe. Heta rêxistinek me ya bihêz nebe em nikarin li hemberî vê zihniyeta heyî têbikoşin. Ji ber ku sîstema heyî bi hezaran salan e xwe birêxistin kiriye û sîstema xwe daye avakirin. Ji bo wê divê em li her derê di nava civakê de xwe bi rêxistin bikin. Divê em têkoşîna ziman, çand û parastina cewherî bidin.”

‘Pêwist e perspektîfên Rêber Apo bikevin pratîkê’

Marîa Bozan herî dawî bal kişand ser rola jinan a di pêvajoya manîfestoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de û ev tişt anî ziman: “Di pêvajoya 50 salan a têkoşîna hat meşandin de heta roja îro ji bo jin bibin pêşeng têkoşînek mezin hat dayîn. Bi taybetî Rêbertî di pirtûkên xwe de viya bi berfirehî vedibêje. Herî dawî jî bi manîfestoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ divê mirov xwe perwerde bike û fam bike. Ji ber ku perspektîfên serdema niha ev manifesto ye. Di nirxandinên Rêbertî de me baştir fam kir ku kujerên jinan ji serdema neolotîk heya roja îro tên. Ji bo ku em bikaribin têkoşîna xwe xurtir bikin, pêwistiya me bi famkirin, têgihîştin û pratîzekirina van perspektîfan heye.”

‘Hewl didin pêşî li têkoşîna jinan bigrin’

Evîn Tayboxa jî qala êrîşên li ser jinan kir û got: “Bi pêşketina pêvajoyê re ku pêşengiya vê yekê gelê Kurd dike, li Kurdistan, Rojhilata Navîn û giştî cîhanê êdî jin ketine ferqa hebûna xwe. Êdî ketine ferqa xeletiyên ku di dîrokê de kirine, êrîşên ku li ser wan hatine meşandin. Bi taybetî ketine ferqa xwebûna xwe û bi vê re neheqiya ku li wan tê kirin qebûl nakin. Yên ku serkêşiya guhertin û veguhertina civakê bikin jin in. Ji ber civak li derdora jinan û dayîkê kom dibe. Ji ber wê civakê têk bibe ji hemû aliyan ve êrîş li ser jinan tên meşandin. Bi taybetî jî jinên ku pêşengiya vê yekê dikin. Ev yek li Rojhilatê Kurdistanê di van her du salên dawî de piştî serhildana Jîna Emînî d, êrîşên ku dest pê kirin de xwe da der û ji vê yekê herî zêde jin bi bandor bûn. Rojane jin tên kuştin, rastî tecawizê tên û tên bi bidarvekirin. Ango ji bo serhildaneke weke Jîna Emînî careke din dernekeve holê, hewl didin pêşî lê bigrin.”

‘Pêwistî bi hevgirtineke xurt a jinan heye’

Evîn Tayboxa wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li hemberî van êrîşan pêwistî bi hevgirtineke xurt a jinan heye. Ji destek tenê deng dernakeve. Rêxistinkirin esas e. Komkirina jinan, perwerdekirin û şiyarkirina wan ne tenê yî girîng e pêdiviyek e bingehîn e. Pêwistî bi rêxistinkirin, xweperwerdekirin û serhildanên girseyî yên civakê heye. Divê ne tenê jin têkoşîna vê yekê bimeşînin, hemû civakên ku rastî êrîşên qirkirinê tên, têbikoşin.”