Endamên komunan ji bo xurtkirina parastinê bang dikin
Jinên komuna taxa Şehîd Ebdilîlah a bajarê Til Temirê, gotin ku “HTŞ nikare Sûriyeyê birêve bibe û gelan biparêze” û bang li jin û gelan kirin ku hêzên xwe yên parastinê ava bikin.

SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hatina HTŞ’ê ya li ser desthilata Sûriyeyê, ne razî ne. Jin li kolan û komunan, gefên ku HTŞ’ê bi hevkariya dewleta Tirk li ser şoreşa ava kirine û xeteriyên li ser hebûna xwe nîqaş dikin. Jinên Komuna Şehîd Ebdilîlah a bajarê Til Temirê li komuna xwe civiyan û xeteriyên ku herêma wan hedef digre, nîqaş kirin.
Têkildarî nîqaşên ku hatin kirin dayîk, jinên ciwan, mamoste û hevseroka komunê nêrînên xwe parve kirin.
‘Me natirsîne’
Dayîka Ezîza Ebdî koçbereke ji Serêkaniya dagirkirî ye. Dayîka Ezîza, şerê taybet yê li ser civakê tê meşandin bi gotinên “Bila civak û gelê me yê zana ji her agahiya li ser medyaya civakî tê parvekirin, bawer nekin. Ev agahî û şerê taybet ê tê kirin me natirsîne” anî ziman û hişyarbûna xwe nîşan da.
‘Em gelên di nav şer û berxwedanê de mezin bûn in’
Her wiha Ezîza Ebdî da zanîn ku ew “Gelên ku di nava şer û berxwedanê de mezin bûne” ne û destnîşan kir ku tu kes nikare baweriya wan a ji hêzên wan ên leşkerî bişkêne. Dayîka Ezîza bi gotinên “Ji ber ku em bi roj, meh û salan di nava şer de mane” bal kişand ser piştgiriya xwe ya bi hêzên xwe yên leşkerî QSD/YPJ’ê re. Dayîka Ezîza diyar kir ku hinek kes dixwazin zimanê nefretê di nav pêkhateyên ku bi salan e bi hev re dijîn de belav bikin û wiha got: “Bila ev kes werin naskirin û cezayê zagonî li wan bê birîn.
Ji çapemeniya şer bawer nekin
Ezîza ji civakê xwest ku baweriya xwe bi çavkaniyên pê bawer bînin û ji agahiyên li ser medyayê ku çapemeniya zer wê bi rê ve dibe bawer nekin. Ezîza bi gotinên: “Bila bandor li derûniya wan jî neke. Heta dilopek xwîn di canê me de hebe, em ê ligel şervanên xwe bin”, baweriya xwe ya bi serkeftina rizgarkirina Serêkaniyê û tolhildanê, dawî li axaftina xwe anî.
Li dijî terorî û tundrewbûnê têkoşîneke hevpar şert e
Hûda Salih jî berî ku Rejîma Baasê hilweşe di saziyên wê yên avê de dixebitî, niha Hevseroka Komuna Şehîd Ebdilîlah e. Hûda, têkildarî derxistina nakokiyan a di navbera gelên esîl yên herêmê de dibêje: “Divê gelê me hişyar be û ji zimanê nefretê dûr bikeve. Ti cûdahî di navbera gelê Ereb û Kurd de tuneye. Li hember terorê û hêzên terorîst pêwîst e ku em yek bin û li hember tundrewbûnê têbikoşin.”
Ji bo ku komkujiyên li hember Elewî û Durziyan dûbare nebin
Mamoste Sîdar Mihemed Tahir komkujiyên ku HTŞ’a cîhadîst li dijî gelê Suweyda û Berava Sûriyeyê û gelek bajarên din pêk anî, şermezar kir û piştgiriya xwe bi hêzên QSD/YPJ’ê re nîşan da. Mamoste Sîdar li ser girîngiya xweparastinê sekinî û sedemên wê bi van gotinan anî ziman: “Ji bo ku komkujiyên li dijî Elewî û Durziyan pêk hatin li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dûbare nebin, pêwîst e em pergala xwe ya parastinê di komunan de bihêztir bikin.”
‘Me xwe spartiye hêza gel a rêxistinkirî’
Mamoste Sîdar destnîşan kir ku xeteriya ku HTŞ li ser hebûna netewan ava dike hê jî berdewam dike û bi van gotinan bal kişand ser vê xeteriyê: “HTŞ’ya bi hezaran jin zarok û extiyar di komkujiyên herî hovane re derbas kir, wê nikaribe gel biparêze. Em piştgiriyê ji HTŞ’ê naxwazin. Hêzeke me tenê heye ew jî QSD’ê ye. Bi baweriya ku wê gefên HTŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker yên êrîşkirina li ser herêmên me rastî berxwedaniyê were, me xwe spartiye hêza gel a rêxistinkirî.”
Bikaranîna ciwanan
Norşîn Memo jî êrîşên ku li ser jinên ciwan û giştî ciwanan tên kirin wekî êrîşên birêxistinkirî bi nav kir. Norşîn got: “Ciwan be rêya bikaranîn û belavkirina tiryakê tên bikaranîn. Ew hêza herî dînamîk a civakê hedef digrin. Divê ciwan neyên lîstikên dijmin.”
‘Şoreşa me hîn bidawî nebûye’
Norşîn bang li ciwanan kir ku di vê pêvajoya nazik de hişyar û baldar bin, ji kolanê heta tax û bajar tevgerên her kesî bişopînin. Norşîn erkê perwerdekirina civakê ya di vî warî de jî avêt ser milê ciwanan û wiha got: “Pêwîst e ciwan civakê bi rêya semîneran hişyar bikin. Komîteyên xwe yên parastinê di nav taxan de çalak bikin, da ku hewldanên êrîşan vala derxin. Ji ber ku şoreşa me hîn bi dawî nebûye.”