Îsraîlê êrîşên xwe didomîne: 19 kes mirin
Di êrîşên berdewam ên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê de 7 jê zarok herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê de 7 jê zarok herî kêm 19 kesan, jiyana xwe ji dest dan. Wezareta Tenduristiyê hûrgilî eşkere kir. Wezaretê diyar kir ku Îsraîlê di 24 saetên dawî de herî kêm 75 kes qetil kiriye ku 44 ji wan tenê li Xezayê bûn.
Rêveberê Tora Rêxistinên Nehikûmî yên Filistînî li Xezayê Amjad Shawa, ji Al Jazeera Arabic re got ku êrîş di "qonaxa xwe ya herî xeternak" de ne. Shawa got, "Em ditirsin ku civaka navneteweyî fêrî wêneyên zarokên ku li Xezayê tên kuştin û birçî dimînin bibe û ev wêne tenê wekî hejmar di nûçeyan de bimînin."
Li gorî Wafayê, Îsraîlê li gundê Harisê nêzîkî bajarê Salfîtê yê Şerîaya Rojava bi ser malan de girt û gelek kes, di nav wan de serok û rêveberên encumena gund jî hebûn, girtin.
Li gorî daneyan, herî kêm ji sedî 30’ê Filistîniyên ku di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin zarok in. Li seranserê Xezeyê, ji dema ku şerê di Cotmeha 2023’an de dest pê kiriye, herî kêm 64 hezar û 231 kes hatine kuştin û 161 hezar 583 kes jî birîndar bûne.