‘Li hemberî jinan gefên dîjîtal zêde dibe’
Berpirsa Ofîsa Mafên Mirovan a Helebceyê Gulistan Mihemed, diyar kir ku jin rastî gefên bi riya dîjîtal tên û anî ziman ku li hemberî vê têkoşînekê bihêz dibê.

MÎHRÎBAN SELAM
Helebce- Bandora gefên bi riya dîjîtal li ser civakê, bi taybetî li ser jinan zêde dibe. Her diçe jin zêdetir rastî gefên dîjîtal tên. Gef û zext piranî bi nediyariyê bi encam dibin û bêceza dimînin. Ev jî zêdetir rê li ber gefên bi riya dîjîtal vedike. Li herêma Kurdistanê pirsgirêkên hevberdanê ji ber medyaya dîjîtal û amûrên elektronîk her diçe zêdetir dibe.
‘Di nava jinan de tirs tê avakirin’
Berpirsa Ofîsa Mafên Mirovan a Helebceyê Gulistan Mihemed, têkildarî mijarê wiha got: “Di civaka me de bi jinan re tirs çêbûye, ji ber ku her dem bi riyên cuda rastî êrîşan tên. Di civakê de her dem xeletiyên mêr tên qebûlkirin lê xeletiyên jin nayên qebûlkirin. Civak bi awayekî din nêzî pirsgirêkên jinan dibe. Gefên elektronîk û medyaya dîjîtal bûne sedema zêdebûna hevberdanê. Ger zagonek hebe dikare di civakê de hevsengiyê çêbike.”
‘Bedelên herî zêde jin didin’
Gulistan Mihemed, têkildarî bandorên medyaya dîjîtal a li ser jinan wiha got: “Pirsgirêk ne tenê bikaranîna amûrên elektronîk û medyaya dîjîtal e, di her civakê de dema pirsgirêkek çêbibe bedela ewil jin didin û herî zêde jin êşê dikşînin.”
‘Hişyariya civakê û kesan ji bo pirsgirêkan çareserî ye’
Gulistan Mihemed, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Pirsgirêkên ku jin rastî wan tên divê çareseriya wan jî hebe. Wê bi hişyariya kes, civak, malbat, bicihkirina zagon û têgihîştina civakê, pirsgirêkên ku derdikevin bên çareserkirin. Divê mirov erênî lê binêrin, bi sebir bin û ji pirsgirêkên ku derdikevin re bibin çareserî. Mesele ne mezinkirina pirsgirêkan e divê kesên di civakê de bên hişyarkirin da ku civak bikaribe pirsgirêkên xwe çareser bike. Her wiha pêwist e mamosteyên olî hişyariyan zêde bikin û ji bo pirsgirêkan çareseriyan bibînin.”