Li Kampa Holê Operasyona Mirovî û Ewlehî hat destpêkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û YPJ, li kampa Holê Operasyona Mirovî û Ewlehî hat destpêkirin.

Navenda Nûçeyan – Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê aşkera kir ku ji ber çalakiyên zêde yên şaneyên DAIŞ’ê li kampa Holê qonaxeke din a “Operasyona Mirovî û Ewlehî” hat destpêkirin. Operasyon ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ, bi piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Koalîsyona Navneteweyî ve tê destpêkirin.

Daxuyanî li kampa Holê hat xwendin. Berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rûksana Mihemed bi Kurdî û nûnerê Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kantona Cizîrê Meen El Asî bi Erebî daxuyanî xwend.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Bi berçavgirtina pirsgirêkên ewlehiyê yên di hundirê Kampa Holê de, hêzên me Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ, bi piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Koalîsyona Navneteweyî, destpêkirina qonaxeke nû ya Operasyona "Mirovî û Ewlehî" radigihînin, ku parastina niştecihên Kampa Holê û misogerkirina berdewamiya xebata ewle ya rêxistinên mirovî di hundirê kampê de armanc dike.

Kamp vê dawiyê şahidiya zêdebûnek ji êrişên şaneyên DAÎŞ’ê re kiriye, ku zêdetirî 30 caran êriş li dijî xebatkarên mirovî pêk anîne, avanî û saziyên xizmetguzariyê sabote dikin, jiyana bi hezaran sivîlan xistine xetereyê û hewldanên alîkarî û îstîqrarê asteng dikin.

‘Pratîkên tundraw di nav kampê de ferz dikin’

Li ser vî bingehî, ev operasyon hewl dide ku torên terorîst ji hev bixîne, hêmanên ku hewl didin bandora xwe ji nû ve bi cih bînin bişopîne, rêxistinên mirovî û karmendên wan biparêze û bi xurtkirina bernameyên hişyariyê û piştgiriya psîkososyal pêşî li îstismara zarokên ku wekî Şêrên Xîlafetê (Eşbal El Xîlafe) têne zanîn, bigire.

Agahiyên di destên me de nîşan didin ku DAÎŞ heya niha hewldanên xwe yên îstismarkirina komên herî lawaz ên di nav kampê de dike. Bi alîkariya hin jinên ku bi komê ve girêdayî ne, DAÎŞ îdeolojiya xwe ya tundraw di nav ciwan û zarokan de belav dike, da ku nifşek nû ji kesên ku ji hêla DAÎŞ’ê ve îlham girtine, ku bi navê "Şêrên Xîlafetê" têne binavkirin, mezin bike. Ev hewldan zarokan bi îdeolojiya terorîstî îndoktrîne dikin, pratîkên tundraw di nav kampê de ferz dikin, ciwanan teşwîq dikin ku tundîtiyê qebûl bikin û rêxistinên mirovî hedef bigirin. Ev yek gefê li pêşeroja van zarokan dixwe û hewldanên aramî û alîkariyê têk dibe.

‘Operasyona "Mirovî û Ewlehî" qonaxek nû temsîl dike’

Her wiha armanc ji vê operasyonê ew e ku bi parastina saziyên mirovî ji her hewldanek sabotajê, ewlehî û aramiya xizmetguzariyê xurt bike, di heman demê de hevrêzî û hevkariya di navbera hêzên ewlehiyê, alî û saziyên mirovî û civaka herêmî de ji bo astengkirina terorê û çavkaniyên wê zuha bike.

Operasyona "Mirovî û Ewlehî" qonaxek nû temsîl dike di rêzeoperasyonên ewlehî û mirovî de ku hêzên me di salên borî de li kampa Holê destpê kirine, ku beşdarî sînordarkirina çalakiyên şaneyên DAÎŞ’ê û dabînkirina jîngehek ewletir dibin. Ev qonax pabendbûna me ya domdar ji bo şerê li dijî terorê û parastina sivîlan, di heman demê de pêşxistina rêbazên operasyonel ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku derdikevin, tekez dike.

Em wek, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin ên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) diyar dikin ku ewlehiya mirovan xeta sor e û parastina kampê ji terorê şertek pêşîn e ku, ji bo berdewamiya alîkariya mirovî û afirandina hawîrdorek aram û bi ewle ji bo hemû niştecihên heremê were misogerkirin."