Li Girtîgeha Qerçekê li dijî cezayê hucreya yek kesî grev
Mahvûş (Saye) Seydal, girtiyeke siyasî ye ku li Girtîgeha Qerçek a li Veramin a Tehranê tê girtin, ragihand ku wê li dijî cezayê hucreya yek kesî ku lê hatiye birîn, dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Navenda Nûçeyan – 29’ê Tirmehê (sêşem) Mahvuş (Saye) Seydal di pêwendiyeke telefonî de bi malbata xwe re ragihand ku ji bo protestokirina biryara xwe ya ji bo girtina xwe ya di hucreya yekkesî de li Girtîgeha Qerçekê dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Seydal, ligel Masume Asgari û Masume Nessaci, 25’ê Tirmehê wekî cezayek ji ber protestokirina şert û mercên girtîgehê û nebûna gihîştina lênêrîna tenduristiyê ya guncaw ji bo girtiyan, di hucreya yekkesî de hatin bicihkirin. Rewşa fîzîkî ya Mahvuş Seydal xirabtir bûye, ku ev yek ji bo malbata wê bûye sedema fikarên cidî.
Mahvuş (Saye) Seydal piştî êrişên Îsraîlê yê li ser Girtîheya Evînê ku 71 kes jiyana xwe ji dest dan li gel girtiyên jin ên siyasî ji bo Girtîgeha Qerçekê hat veguhastin. Ev veguhastin bêyî agahdarkirina malbatên wan, bêyî ku destûr bê dayîn ku derman an tiştên xwe yên şexsî werbigirin û bi dest û lingên wan girêdayî hat kirin.
Jinên girtî di şert û mercên dijwar de tên girtin
Jinên ku hatine veguhastin di şert û mercên pir germ û bêhnteng de têne girtin, hin ji wan di odeyên bi şêwaza kargehê de ne, bê pencere û hewakirin. Ava vexwarinê şor e û nayê bikaranîn; xwarina ku tê dayîn ji kalîteya nebaş e; dermanên bingehîn nayên dayîn û têkiliya bi malbatê re bi tundî hatiye sînordarkirin an jî bi tevahî hatiye qutkirin.
Mafên dermankirinê yên girityan tê binpêkirin
Gelek girtiyên siyasî, tevî ku ji nexweşiyên kronîk ên wekî şekir, tansiyona bilind û nexweşiya dil dikişînin jî, bêyî derman an jî veguhestin bo nexweşxaneyên derve têne girtin. Beş û holên karantînayê yên Girtîgeha Qerçekê pir qerebalix in: 200 heta 300 girtî di her hucreyekê de di şert û mercên pir xirab de têne girtin. Gelek ji wan neçar in ku li erdê razên û li rêzê bisekinin da ku destav an serşokê bikar bînin. Her wiha di girtîgehê de kanalîzasyona xirab, bêhnên nebaş û hebûna kêzikan û mişkan hatiye ragihandin.