UNICEF: Zêdebûna dijminatiyê li Lubnanê di nav zarokan de dibe sedema windahiyên mezin
Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) hişyarî da ku hejmara mirina zarokan li Lubnanê zêde dibe, ji ber ku di rojên dawî de şer û pevçûn zêde bûne, ji destpêka Adarê ve bi dehan zarok hatine kuştin û bi sedan zarok birîndar bûne.
Navenda Nûçeyan – Êrîşên dawî yên li Lubnanê pêleke berfireh a bandorên cidî li ser zarokan çêkiriye, bi taybetî bûye sedema zêdebûna hejmara miriyan, berfirehbûna koçberiyê û xirabûna şert û mercên jiyanê û xizmetên bingehîn. Di heman demê de bi sed hezaran ji wan ji ber zêdebûna operasyonên leşkerî bi şert û mercên mirovî yên xerab re rûbirû ne.
Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) duh fikara xwe ji ber zêdebûna berdewam a dijminatiyê li Lubnanê nîşan da û hişyarî da ku di rojên dawî de hejmara zarokên hatine kuştin pir zêde bûye.
Rojane zêdeyî 10 zarok jiyana xwe ji dest didin
Li gorî daneyên herî dawî yên ku ji aliyê rêxistinê ve hatine weşandin, ji 2’yê Adarê vir ve di êrîşên zêdebûyî de herî kêm 83 zarok hatine kuştin û 254 zarok jî birîndar bûne. Amar nîşan didin ku tenê di hefteya borî de rojane zêdetirî 10 zarok li herêmên cuda yên Lubnanê hatine kuştin û nêzî 36 zarok birîndar bûne.
Zarok herî zêde zirarê ji şer dibînin
Rêveberê Herêmî yê UNICEF’ê yê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê diyar kir ku ev hejmar tirsnak in û nîşaneya eşkere ya mezinbûna windahiyên ku ji ber şer li ser zarokan çêbûne ne û tekez kir ku berdewamiya êrîş û serdegirtinên Îsraîlê re, malbat neçar dibin ji malên xwe birevin, di heman demê de zarok di stargehên qerebalix û sar de radizin.
Bi sed hezaran kes koçber bûn di navbera wan de gelek zarok jî hene
Li gorî texmînên rêxistinê, koçberiya girseyî bûye sedem ku nêzî 700 hezar kes bikevin riyan û di nava Lubnanê de, di nav wan de nêzî 200 hezar zarok hene ku tevlî 10 hezaran kesên din ên di pêlên bilindbûna rewşê yên berê de koçber bûbûn dibin.
Sivîlan û binesaziyên sivîl biparêzin
UNICEF’ê bang li hemû aliyan kir ku sivîlan û binesaziya sivîl, di nav de dibistan û stargehan biparêzin û pabendî qanûna mirovî ya navneteweyî bin, tekez kir ku pêdivî heye ku bi hewldanên lezgîn alozî kêm bibe.