Tîma futbolê ya Milî ya jinên Îranê serlêdana penaberiyê li Avustralyayê kir
Ji tîma Millî ya Jinan a Îranê Mohadeseh Zolfî û endama tîma teknîkê Zahra Soltan Meşekkar, li Avustralyayê daxwaza penaberiyê kirin.
Navenda Nûçeyan- Ji Tîma Millî ya Jinan a Îranê, nûçeyên daxwaza penaberiyê tên. Lîstikvana 21 salî ya tîmê Mohaddeseh Zolfî û endama teknîka tîmê Zahra Soltan Meşekkar, daxwaza penaberiyê ji Avustralyayê kirin.
Li gorî nûçeyên hatin weşandin, Mohadeseh Zolfî beriya vegere Îranê, serlêdana penaberiyê li hikûmeta Avustralayayê kirine. Ji tîma teknîkê Zahra Soltan Meşekkar, vegera bi tîmê re red kir û li bajarê Gold Coast ma.
Hat diyarkirin ku duh jî Fatemeh Pasandideh, Zahra Ghanbari, Zahra Sarbalî, Atefeh Ramezanizadeh û Mona Hamoudi serlêdanên penaberiyê ji Avustralayayê kirine. Her wiha lîstikvan dema ketin stadyûmê îşareta alîkariyê kirin û alîkarî xwestin.
Nîqaşên der barê tîma futbolê ya jinên Îranê de, dema lîstikvanan sirûda neteweyî ya Komara Îslamê negotin destpê kir. Medyayên girêdayî saziya ewlehiyê, diyar kirin ku lîstikvan bi ‘îxaneta di dema şer de’ hatine sûcdarkirin û daxwaza cezakirina wan hatiye kirin.