Di lêpirsîna Rojîn Kabaîş de şifreya telefonê nehat vekirin
Hat diyarkirin ku di lêpirsîna Rojîn Kabaîş a li Wanê cenazeyê wê piştî 18 rojan hat dîtin de, telefona ku ji bo vekirina şifreyê şandin Spanyayê nehat vekirin. Têkildarî mijarê baroya. Wanê daxuyanî da.
Wanê daxuyanî da.
Navenda Nûçeyan- Têkildarî mirina xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş ku di 27’ê Îlona sala 2024’an de ji wargeha xwendekaran derket û cenazeyê wê piştî 18 rojan hat dîtin, pêşketinek çênebû.
Telefona Rojîn Kabaîşê ku ji bo berfirehkirina lêpirsînê ji Spanyayê re hatibû şandin, hat ragihandin ku şîfreya wê nehatiye vekirin û di vî alî de rapor hatiye amadekirin.
Daxuyaniya Baroya Wanê
Baroya Wanê der barê rapora ku venekirina telefona Rojîn Kabaîş ku ji Spanyayê re hatibû şandin de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:
“Di doza Rojin Kabaîş de, tê zanîn ku telefona heta niha nehat vekirin, ji bo diyarkirina naveroka wê, kişandina wêneyan û pêkanîna lêkolîneke teknîkî ji Spanyayê re hatiye şandin. Lê belê, rapora herî dawî nîşan dide ku gihîştina tevahiya cîhazê ne mimkun bû; tenê lêkolîneke qismî ya naveroka wê hatiye kirin. Lêkolîna tevahî û piştrastkirî ya daneyên dîjîtal ji bo eşkerekirina rastiyê pir girîng e. Em bi rêzdarî raya giştî agahdar dikin ku em ê pêvajoyê bi awayekî zelal û bi bandor bişopînin.”