Gelê Kobanê: yên vîna me nas nekin em wan nas nakin
Li dijî biryara erkdarkirina rêveberiya Herêma Kobanê ji aliyê hikûmeta Şamê ve gelê Kobanê çalakiya protestoyî li dar xist. Gel û jinan tekez kirin ku yên vîna wan nas nekin ew jî wan nas nakin.
Kobanê – Rêveberiya parêzgeha Helebê ji bo rêvebirina herêma Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê bêyî ku vîna gel nas bike, rêveberek erkdar kir. Li dijî vê biryarê gelê Kobanê hêrs û nerazîbûna xwe nîşan dan.
Bi sedan kes jin û ciwan bi hilgirtina pankarta bi nivîsa “Yên ku vîna me nas nekin em wan nas nakin” li qada Jina Azad kom bûn û biryara parêzgeha Helebê bi çalakiyek proteso kirin.
Li qadê bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana Kobanê” û “Berxwedan jiyan e” gel nivîsên ku biryara li ser Kobanê şermezar dikirin hilgirtin.
Hevserokê Meclîsa bajarê Kobanê peyama gel da û got: “Wê gelê Kobanê çarenûsa xwe diyar bike, ji ber ku ev biryara hatiye girtin vîna gel nas nake. Biryar tê wateya binpêkirina vîna gel.”
Çalakî bi dirûşmên ji bo pakrewanên azadiyê bi dawî bû.