‘Jin ji şerma nikarin pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê bînin ziman’
Di nava dîwarên bêdeng ên malê û tirsa civakê de, çîrokên gelek bi êş hene ku rojane bi hezaran jin rastî wan tên, lê belê ji ber şermê bêdeng in. Ew jî bûye dîwarek di nava jin û mafê sereke ji bo tenduristî û jiyanê de.
HÊVÎ SELAH
Silêmanî – Dîroka bêdengbûna jinan dighê nêrîna xelet ku bedenê jinan tenê wek ‘kodek ehlaqî’ pênase dike û pergalek biyolojîk dibîne. Li herêma Kurdistanê nexweşiyên taybet ên jinan gelek caran wek tabû dihat dîtin û behskirina wê di nava malbatê de wek ‘şerm’ dihat dîtin. Ev rewş rê li ber wê yekê vekir ku gelek jin êşên ku dijî bi kesên herî nêzî xwe re parve nekin. Bi vî awayî di hişyariya tenduristiyê de valatiyek mezin ava bû û ev jî bû sedem ku her sal bi sedan bûyerên nexweşiyên kronîk û penceşêrê werin teşhîskirin.
Îro di dinyaya tibê de, zanist faktora bingehîn û rizgarkirina jiyana mirovan e. Lê belê li ser jinên Kurd zext hatî kirin ku di nava şermê de bijî, bûye dijminê herî mezin. Li navendên tenduristiyê nikarin pirsgirêkên xwe yên taybet bi eşkerayî bînin ziman. Ji ber hişyariya kêm, ji bo gelek jinan ‘bêdengî’ dibe bijarteka sereke. Ev bêdengî wisa dike ku guherînên hormonî, girêyên di beden de û êşên giran ên jinan zû neyên teşhîskirin. Tenê rizgariya ji mirina şikandina vê bêdengiyê heye. Divê li cihê şermê, hişyarî cih bigre, behskirina êşan ne şerm e û nîşana hêzê ye.
Bêdengî û şerm jinê ji mafê tedawiyê bê par hiştiye
Şerm astengiyek psîkolojîk ava dike, li herêmên gundewar û dûr rewş hê girantir e. Nebûna navendên tenduristiyê bêdengbûnê zêdetir dike. Jinên li gundewaran dijîn ne tenê çanda ‘şermê’, di heman demê de rastî nebûna bijîşkên pispor jî tên. Li gelek herêmên dûr nebûna bijîşkên jin, dibe sedem ku jin pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê û êşên xwe ji bijîşkên mêr veşêre.
Li aliyê din tenê pirsgirêka xirabbûna tenduristiya jinan ne şerm û bêdengî ye. Ji ber gelek caran ji bo tedawiyê qadek bi ewle nehatiye avakirin. Jin ji bo parastina jiyana xwe, li aliyekê zincîr û tabûyên çandî yê axaftina wan asteng dike bişkînin, li aliyê din jî divê saziyên eleqeder û wezareta tenduristiyê li herêmên dûr bijîşkên pisporê û tîmên gerok ên tenduristiyê bi cih bikin.
Eve tenê ne dosyayek e, di heman demê de zengila metirisyê ku bizanin tenduristiya jinên tenduristiya civakê ye jî. Ger îro dîwarên şerm û sersariya di xizmetên tenduristiyê de nerûxin, wê sibe bedelên mirovî zêdetir bibe. Êdî dema bidawîbûna bêdengiyê hatiye, ji ber ku ti şert ji mirinê xirabtir nîne.
Parêzer Çiro Omer ku mijarê nirxand, diyar kir ku ger destpêkê behsa herêmên xwe bikin li Germiyan û ew gundên ku heta astekê dûr in û destê wan naghê xizmetên bingehîn û bijîşkên pispor, dikarin wiha bêjin: “Hinek cih hene ku bingehê nexweşxaneyê lê hene, lê belê bijîşkên pispor lê nîne, an jî dema di mehekê de, tenê rojekê dixebite, an jî hefteyê rojekê di rûne û ew jî ne wek pêwîst e. Di madeya 31’a n a Destûra Îraqê de, beşa yek û duyem bi taybetî ji bo tenduristiyê ye. Di madeyan de behs dike ku divê hikûmet û dewlet nexweşxane û pêwîstiyên bingehîn pêk bîne û mafê tenduristiyê bicih bike. Ji ber li cihên dûr nexweşxane nîne, sedema wê Wezareta Tenduristiyê ye, divê gilî bikin û bi rêya dadgehê were lêkolînkirin. Divê hikûmet pêwîstiyên tenduristiyên hemû navçeyan pêk bîne.”
‘Gelek jin ji mafê xwe bê agahî ne’
Çiro Omer têkildarî hişyariya jinan ragihand ku serdana gelek gundan kiriye û li gel jinan rûniştiye û bi wan re guftûgo kiriye. Çiro Omer da zanîn ku hişyariya jinen gelek lawaz e û wiha domand: “Heta niha hinek jin hene ji mafê xwe yê rewa bê agahî ne. Heta ku mafê xwe nizanibin wê wiha lawaz bin. Gelek caran şerm ji malbatê destpê dike û di dema nexweşiyek taybet de şerm dikin ji kesê li diyarê xwe re bêjin. Bi taybetî ew jinên derveyî bajaran ku urf û edetên civakî lê serwer e, ger ne bijîşkek jin be nikarin serdan bikin û nexweşiya xwe jê re bêjin.”
‘Rêxistin dikarin jinan hişyar bikin’
Çiro Omer destnîşan kir ku rêxistinên civaka sivîl di hişyarkirina civakê de dikare rolek girîng bilîze û wiha pê de çû: “Rojane em serdana gundan dikin, em li gel jinan dicivin û nîqaş dikin, semîneran li dar dixin û xebatên hişyarkirinê dimeşînin. Di van xebatan de em jinan derbarê mafên wan, zagon û berpirsyartiya wan de agahdar dikin. Me di qada tenduristiyê de projeyên taybet meşandin, me bijîşkên dilxwaz anîn gundan. Li zêdeyî 10 gundên derdora herêma Germiyanê, navendên tenduristiyê tunene. Divê Îraq û herêma Kurdistanê derbarê jinan de zagonên heyî bi cih bîne. Divê ji bo jinên li gundan dijîn zagonên ku sûdê dide mafê wan, bicih bînin.”
‘Ger jin hişyar be, dê civak jî hişyar be’
Çiro Omer anî ziman ku di malbetakê de dema zarokên keç û kur tê perwerdekirin, divê bi awayê ku şerm neke û mafê xwe biparêze were perwerdekirin û wiha got: “Perwerdeya malbatê di hişyarkirina civakê de rolek girîng dilîze. Dema jin hişyar dibin, civak jî hişyar dibe.”
‘Nexweşînên jinan ji bo hinek jinan dibe pirsgirêkên malbatê’
Çiro Omer têkildarî nexweşînên jinan axivî û da zanîn ku pirsgirêkên ku herî zêde jin rastî wan tên, nexweşînên rehîmê, zarokanînê, vejînal, enfeksyon, pirsgirêkên rêya mîzê û girêyên di pêsîrê de ye û wiha got: “Ev çend sal e me li gund û herêmên cûda xebat meşandine. Di dema projeya anîna bijîşk a ji bo gundên dûr ên Gemriyanê de, me ji jinên ciwan gelek pirsgirêk bihîstin. Di semîneran de jinan diyar kirin ku pirsirêkên wek enfeksiyona rehîmê jiyane, lê belê ji ber şermê ji malbata xwe re negotine û neçûne bijîşk. Jinekê tiştên jiyabû, wiha anî ziman; ji ber di malê de min pirsgirêka xwe ya rast negot, min got difna min xwînî dibe, piştre bi dizî çûm bijîşk. Ev cûreyên nexweşînan rê li ber pirsgirêkên malbatê vedikin.”
‘Peyama min ji bo jinan, bila bêdeng nebin’
Çiro Omer di dawiya axaftina xwe ev peyam da jinan: “Bila jin bêdeng nebin û daxwaza mafê xwe bikin. Zagon tenê ji bo li ser kaxezê bê hiştin nayê nivîsandin, divê were pêkanîn. Mafê tenduristiyê hem di zagonên Îraqê û hem jî di zagonên Herêma Kurdistanê de maf e û divê were pêkanîn. Ger jin bêndeg nebin û daxwaza mafê xwe bikin, ewê pêkanîna xizmetên tenduristiyê û derbaskirina kêmaniyê di qada tenduristiyê de gengaz be. Kêmaniya hişyariya jinan û bêdengî, rê li ber encamên psîkolojîk û civakî vedike.”