Li Îranê di nava denge teqînan de rewşa jinên ducanî
Jinên ducanî, di rojên şer ên li Tahranê de, ji ber stresa dengê êrîş û teqînan bi metirsiya anîna beriya dema xwe ya zarokan û mirina wan dijîn. Bijîşkan bal kişandin ser vê metirsiyê û hişyarî dan.
Navenda Nûçeyan- Li gorî nûçeya di rojnameya Şerq de hat weşandin, ezmûna jinên ducanî di rojên bi aloz ên li Tehranê de, nîşan dide ku stresa psîkolojîk a ji ber êrîşan û dengê teqînan, pêvajoya ducaniyê dixe metirsiyê. Bijîşk dibêjin ku stresa zêde dibe sedema êşên zûanîna zarok, teqîna kîsika avê û di hinek rewşan de dayîk bi zayîna beriya dema xwe re rûbirû dimînin.
Yek ji mînakên ku hat jiyîn Fehîme ye. Ew di hefteyên dawî yên ducaniyê de bû ji bo ultrasonê ji malê derketibû, di riya vegerê de li nêzî xaçeriya Taleghaniyê bi dengê teqînek re rûbirû ma. Şoka bûyerê wisa mezin bû ku nikaribû çend deqeyan biaxive û ji bo xwe komî ser hev bike, neçar ma li otêlek nêzî cihê bûyerê bêhna xwe vede.
Jinên ducanî ji dengê teqînan gelek bi bandor dibin
Fahîmeya diyar dike ku dema ji bo kontrolê çûye klînîkek li bajêr, li vê derê rastî nêzî 20 jinên ducanî ku di hefteyên dawî yên ducaniyê de bûn hatiye. Da zanîn ku atmosfera li klînîkê pir bi fikar bû û hinek jinan digotin di tevgerên zarokên wan de kêmbûn çêbûye. Bijîşk jî hinek ji wan jinan ji bo kontrola lezgîn sewqî nexweşxaneyê kir.
Jina bi navê Nergiz ku du hefte dema zayînê mabû, piştî dengê êrîşek dibihîse, kîsê avê diqete û di tevgerên zarokê de kêmbûn çêdibe. Nêrgiz dibêje ku mesafeya kurt a di navbera mala wê û nexweşxaneyê de nêzî du saetan domiyaye û got: “Dema gihîştim nexweşxaneyê min gelek jinên ducanî yên ji ber stresê zêde, êşên zayîna beriya demê dikişandin dît. Di dawiyê de bijîşkan ji bo min jî biryara sezaryana lazgîn dan.”
Ji ber dengê êrîşan hejmara zayînên beriya demê zêde dibe
Bijîşkan diyar kirin ku di rojên dawî de hejmara zayînên beriya demê zêde bûye û hinek pitikan ji bo lênêrîna zêdetir beşa lênêrîna awarte hatine veguhastin.
Li aliyê din rayedarên tanduristiya ruh a Wezareta Tenduristiyê, hişyarî dan ku şertên krîzê metirsiya depresyonê di dema ducaniyê de zêde dike, nexweşiyên fikarê û stresa piştî travmayê zêdetir dibin. Li gorî pisporan ger ev rewş bi qasî pêwîst neyên destgirtin dibe ku bibe sedema zayîna zû pirsgirêkên tenduristiyê piştî zayînê bi xwe bîne.
Di vê pêvajoyê de, ji bo kêmkirina metirsiyên hinek jinên ducanî yên ku hê dema wan maye ji Tehranê derketine. Lê belê bijîşk tekez dikin ku dayîkên di hefteyên dawî yên ducaniyê de, dema îşaretên êşên zayînê, teqîna kîsê avê, an jî di tevegrên zarok de kêmbûn hebe derbikevin holê ji bo bi lezgînî xwe bigihîjînin nexweşdaneyan divê li herêmên nêzî navendên tenduristiyê bimînin.