Neslîhan Şedal: Xitimandina siyasetê gel derxist kolanan
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal a qeyûm li şûna wê hate tayînkirin, di danişîna doza xwe de, wiha got: “Ne daxuyaniyên me, xitimandina siyasetê gel derxist kolanan."

Wan – Danişîna ewil a doza Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ku ji ber axaftina xwe ya di 15'ê Sibatê de ya li dijî tayînkirina qeyûm bi îdiaya "gel ji bo kîn û tehrîkê sor kiriye" tê darizandin, li 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hat lidarxistin. Neslîhan Şedal û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn.
Nûnerên saziyên jinan, saziyên civakî û hiqûqî û nûnerên partiyên siyasî jî danişîn şopandin.
‘Min ev gotin ji bo kesên ku îradeya gel tune dihesibînin gotiye’
Neslîhan Şedal, di parastina xwe de diyar kir ku ew bi ji sedî 56'ê dengan hatiye hilbijartin û got: "Weke hevşaredarên Wanê, gotin û berteka me li dijî polîtîkayên înkar, qirkirin û bişaftinê ne ku bi sedan sala ye li dijî Kurdan tên meşandin. Min ev gotin ji bo kesên ku îradeya gel tune dihesibînin gotiye. Ne daxuyaniyên me, xitimandina siyasetê gel derxist kolanan."
‘Qeyûman mafê siyasetê sînordar dike’
Neslîhan Şedal, destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd a demokratîk di rojevê de ye û ji bo hevrûbûnê bangî Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan kir. Neslîhan Şedal, tekez kir ku bi tayînkirina qeyûm ve mafê wan ê siyasetê hatiye sînordarkirin û got: “Em van sepanan qebûl nakin. Gotinên min di çarçoveya azadiya îfadeyê de daxuyaniyên siyasî ne. Ez beraeta xwe dixwazim.”
‘Di gotinên Neslîhan Şedalê de “kîn û nefret” nîn e’
Parêzerê Neslîhan Şedalê, Sînan Ozaraz jî got: “Îdiaya li miwekîla min tê kirin hiqûqî nîne û mudaxilekirina mafê gotin û siyasetê ye. Dema ev maf bûn mijara darizandinê, wê demê yekser mafê siyasetê tê astengkirin. Herwiha ev biryar di nava gel de bêbaweriya bi edaletê çê dike.”
Parêzera Neslîhan Şedalê Mehtap Işikê jî got ku tiştên di îdianameyê de weke sûc hatine nîşandan, rexneyên siyasî ne. Parêzer Cahît Ertan jî diyar kir ku di gotinên Neslîhan Şedalê de “kîn û nefret” nîn e û daxwaza beraeta wê kir.
Piştî parastinan, dadgehê danişîn taloqî 4’ê Kanûnê kir.