‘Bêrîtan rêya jiyana azad a jinan vekir’
Rêvebera PYD’ê Clara Reqa di merasîma bîranîna Gulnaz Karataş de got ku “Jin di nava civakê de ji aliyê feraseta mêr ve dorpêçkirî ne û Şehîd Bêrîtan bi têkoşîn û îdeolojiya xwe rê li ber jiyana azad a ji bo jinan vekir.”

Hesekê – Di nava tevgera azadiya Kurdistanê de gelek jinên pêşeng derketin, yek ji wan jî Gulnaz Karataş bi nasnav Bêrîtan bû ku li dijî teslîmiyetê rêya berxwedanê hilbijart, xwe ji zinaran avêt û jiyana xwe ji dest da. Gulnaz Karataş ku bû xeta berxwedana jinan û bû sembola artêşbûna jinên Kurd, di 33’yemîn salvegera xwe de li Hesekê hate bibîranîn.
Li taxa Giwêran a bajarê Hesekê, ji bo bîranîna 33’emîn salvegera Gulnaz Karataş civînek hate lidarxistin û sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna jina Kurd a berxwedêr Gulnaz Karataş hat temaşekirin. Di civînê de endamên komînê, saziyên civaka sivîl û gelê ji taxa Giwêran amade bûn.
‘Bêrîtan xeta jiyanê ye’
Rêvebera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Clara Reqa di civînê de axivî, da zanîn ku Gulnaz Karataş mîrateya têkoşînê ji bo jinan ava kiriye û wiha got: “Em weke jin, hêza xwe ji têkoşîn û berxwedana rêheval Bêrîtan digirin. Heval Bêrîtan xiyanetê qebûl nekir, rêya têkoşîn û berxwedanê ji xwe re kir xeta jiyanê. Em dibînin ku xiyaneta PDK’ê ya ku bû sedema şehadeta rêheval Bêrîtan, heya roja me ya îro jî berdewam dike.”
‘Dîrok bi têkoşîn û berxwedana jinan dewlemend e’
Clara Reqa di berdewama axaftina xwe de balkişand ser berxwedana jinan a di dîrokê de û wiha got: “Dîrok tijî qurbaniyên jinan e, lê dîrok ji aliyê feraseta desthilatdar ve hatiye nivîsandin û divê em li dîroka xwe ya rastîn bigerin da ku civakek pêşketî û azad ava bikin. Şoreşa Rojava û têkoşîna jinan di nav de berdewamiya zincîr û xeta têkoşîna jinên Kurd e. Wekî Şehîd Bêrîtan, ku em wê wekî xet û îradeya jinên azad dibînin. Dema ku em dibêjin şehîd namirin, ev tê wê wateyê ku têkoşîn û berxwedana wan berdewam dike da ku bighîje armanca xwe. Em, wekî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dê li ser rêya rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin da ku bi rûmet û azad bijîn.”
‘YPJ’ê hêza xwe ji têkoşîn û xeta Şehîd Bêrîtan girt’
Clara Reqa di dawiya axaftina xwe de balkişand ser dorpêça feraseta mêr a li ser jinan û nirxandinên xwe wiha bi dawî kir: “Jin di nava civakê de ji aliyê feraseta mêr ve dorpêçkirî ne û Şehîd Bêrîtan bi têkoşîn û îdeolojiya xwe rê li ber jiyana azad a ji bo jinan vekir. Şehîd Bêrîtan ji tevahiya cîhanê re nîşan da ku jin dikarin şer bikin û xwe biparêzin û em ê teslîm nebin. Îro, di dema me ya niha de, hebûna artêşa YPJ’ê li ser rûyê erdê ku jinan ji terorîzma DAIŞ’ê rizgar kir, serkeftin û berdewamiya têkoşîna jinên Kurd e. Armancgirtina jinan di civakekê de û nepejirandina wan di destûrekê de, bi armanca hilweşandina civakê û ferzkirina desthilatdariyê li ser wan e. Ji ber ku ger hûn dixwazin asta civakekê bizanin, li asta jinan a di nav wê civakê de binhêrin.”
Piştî axaftina Clara Reqa, sînevîzyonek derbarê jiyan û têkoşîna Gulnaz Karataş de hate temaşekirin.
Civîn bi belavkirina şêraniya bi navê Helawiyê ku Gulnaz Karataş jê hez dikir, bi dawî bû.