Navenda Jinan a Eser li Helebê ji bo bihêzkirina jinan dixebite

Navenda Jinan a pêşxistinê Eser li Helebê ji bo jinên ji cihên xwe bûne xebatên piştgiriya perwerde, aborî û derûnî dide. Rêvebera navendê Sumaya Xeyat got ku armanca wan ew e jin xwedî biryar bin.

XUFRAN EL-HIBÎS

Heleb- Navenda bihêzkirina jinan li Helebê ji bo rastiya jinan û bi hêzkirina aboriya wan xebatan dide meşandin. Di navendê de gelek beşên ku jin bikaribin projeyan bi pêş bixin, aboriya xwe ya serbixwe bi dest bidin hene. Jinên ku beşdar dibin bi taybetî jinên koçber hem dema xwe derbas dikin, hem jî kêrhatiyên xwe bi pêş dixin.

Navenda jinan di gelek waran de xizmetê dide

Rêvebera Navenda Eser a pêşxistinê Sumeye Xeyat diyar kir ku der barê başkirina rewşa jinan de kar dikin û bi riya dewreyên perwerdeyê, alîkariya wan dikin û wiha got:

“Li beşeke navenda me bi taybetî piştgiriya derûnî heye. Li aliyekî din projeyên biçûk bi pêş dixin. Piştgiriya madî ji bo peydakirina alavên pêwîst ji bo jinan tê dayîn. Di beşekê de baxçeyên zarokan ji bo zarokên ku beşdarî navendê dibin heye ku hîn zêdetir xwe bi pêş bixin. Beşeke rêveberiya rewşê ku bi taybetî ji bo pêşwazîkirina destpêkê û naskirina cureya xizmetê ye heye.”

‘Armanca me ew e em jinan di her alî de bi pêş bixin’

Sumeye Xeyat diyar kir ku gelek armanca wan ew e jin û jinên ciwan ji bo bi xwe biryarên xwe bigrin û bigihîjin serxwebûna xwe ya civakî û aborî û got: “Her wiha zêdebûna zanabûnê ji bo rola xwe di civakê de bizanibin. Destpêkê li navendê zehmetî gelek bûn. Di destpêkê de rewşa ewlehî her wiha kêmbûna dirav, kevneşopiyên civakî û çandî yên ku rê nadin rola jinan were xurtkirin. Gelek pêşniyarên ku navendên jinan baştir bikin hene ev yek di gelek karan de sûdê dide jinan. Ew jî çêbûna aramî û ewlehiyê bi hevkariya xwecihî, bikaranîna teknolojiyê, pêwendiya ji bo peydakirina dirav e. Her wiha bilindkirina asta zanabûnê û çanda civakî li gel hemwelatiyan."

Sumeye Xeyat destnîşan kir ku navendên femînîst û navenda Eser ji bo başkirina rastiya jinan kar dike û wiha got: “Wekheviya ku mafên jinan bi dest dixe û cudakarî û tundiyê têk dibe pêk tîne. Ji bo çareseriyê piştgiriya jinan dikin.”

‘Navend xizmetê ji bo jinên koçber dike’

Jinên koçber ên ku li pey xwe jiyana xwe hiştin hene. Pêşerojeke ne diyarkirî ya wan heye. Li aliyê din berpirsyariya zarokan û peydakirina pêwîstiyên wan di demeke ku derfetên kar peyda nabin de heye.

Emîne Qetmawî wiha behsa tecrubeya xwe kir: “Em ji bajarê Helebê di sala 2012’an de koçber bûn, min hevjînê xwe di sala 2016’an de winda kir, 4 zarokên min hene. Ez di gelek zehmetiyan re derbas bûm, rojekê min navê navenda jinan bihîst, jin û keç berê xwe didin wir ji bo baweriya xwe bi xwe xurt bikin. Destpêkê ez dudilî bûm ji ber min nizanibû bixwînim û binivîsînim. Her wiha hestên xerîbiyê jî hebûn lê ji ber rewşa xirab a ez tê de bûm, min biryar da berê xwe bidim navenda Eser. Dema ez gihîştim navendê rêveberiya wê ez pêşwazî kirim. Ez gelekî bi aram bûm, piştre kedkara li wir xizmetên ku pêşkêş dikin ji min re vegot. Min biryar da beşdarî beşa fêrkirina xwendin û nivîsanidinê bibim.”

‘Bi navendê re gelek guherîn bi min re çêbûn’

Emîne Qetawî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ku bi navendê re gelek guherîn pê re çêbûne û ev tişt anî ziman: “Min hîs kir ku ez ji berê baştir im. Min gelek guhertin bi xwe re û di jiyana xwe de dît. Ez bi tenê bûm lê dema tevli navendê bûm min hîs kir ez jî ji vê civakê me. Bi beşdariya navendê re baweriya min bi min zêdetir bû, ez azad bûm. Destkeftiya min a herî mezin ew bû ku ez fêrî xwendin û nivîsandinê dibim, min xeyalên xwe yên fêrbûnê ku malbata min destûr nedida, li navendê pêk anî.”