NADA: Di sala 25’emîn a biryara 1325’an de jin hê ji ewlehiyê dûr in

Hevgirtina NADA, bi daxuyaniyek bal kişand ser rewşa jinan û got: “Biryara ewlehî û aştiyê ya hejmar 1325 beriya 25 salan hat erêkirin û di naskirina rola jinan di avakirina aştiyê de bû xala werçerxê. Lê rewşa jinan hê ji hedefên biryarê gelek dûr e.”

Navenda Nûçeyan – Biryara 1325’an di sala 2000’an de ji aliyê Konseya Ewlehiyê ve hat erêkirin, rola navendî ya jinan di avakirina aştî, çareserî û pêşîgirtina şeran de tê nasîn. Biryar hedef dike ku beşdariya jinan di pêvajoyên aştiyê de zêde bike, jin ji tundiyê bên parastin û di alîkariya mirovî û xebatên jinûveavakirinê de cih bigrin.

Hevgirtina Jinên Demokratîk a Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (Hevgirtina NADA) di rapora 10’ê Mijdarê roja Duşemê weşand de, 25’emîn salvegera biryarê pîroz kir û ji ber dûrketina jinan ji hedefên biryarê rexne kir.

Di raporê de ev hat gotin:

“Biryara ewlehî û aştiyê ya jinan a hejmar 1325 beriya 25 salan hat erêkirin û di naskirina rola jinan a jiyanî di avakirina aştiyê de bû xala werçerxê. Lê belê rewşa jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê, hê ji hedefên biryarê gelek dûr e.”

Di raporê de hat diyarkirin ku şerên li herêmê, dagirkerî, pevçûnên navxweyî yên zêde bûye, rasterast rola jinan a siyasî, civakê û bedena wan dike hedef û wiha hategotin: “Li gorî raporên navneteweyî zêdetirî ji sedî 62’ê jinên li welatên di nava şerên bi çek û krîzên cidî yên siyasî de dijîn. Li Sûriye, Yemen, Sûdan, Iraq û Filistînê nêzî 11,7 milyon jin û zarok koçber in. Di heman demê de nîvê koçberên herêmê ji jinan pêk tê. Li gorî raporên Komîseriya Bilind a Koçberan a NY’ê ya 2024’an ev hejmar ji 14 milyonan zêdetir e.”

Binpêkirinên li dijî jinan

Di raporê de hat destnîşankirin ku ji sê jinan yek rastî tundiya fîzîkî û zayendî tê, li herêmên bi pefçûn ji sedî 40’ê jinan ji xwarinê bêpar in û zêdeyî 28 milyona jin ji çavkaniyên bi ewle bêpar in.

Li Filistînê rewşa jinan

Hevgirtina NADA’yê di raporê de bal kişand ser rewşa jinên Filistîn, Sûriye, Sûdan, Yemen, Iraq, Efganistan, Îran, Tirkiye, Misir û Tûnisê û wiha got:

“Li Filistînê rewş trajik e. Ji Cotmeha 2023’an ve heta nîvê 2024’an, zêdeyî 10 hezar jin û zarokên keç jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî 700 jin hatin girtin. Ji sedî 80’ jinên li Xezayê di dibin sînorê xizaniyê de dijîn, ji her 10 jinan 9 jê bê ewlebûna xwarinê dijîn. Saziyên tenduristiyê, li Xezayê diyar dikin ku zêdeyî ji sedî 60’ê jinên ducanî ji ber hilweşîna pergala tenduristiyê nikarin xwe bigihîjînin xizmetên pêwist ên tenduristiyê. Tevî vê jî jinên Filistînê di berxwedan, alîkarî û rêxistinkirina civakê de rola krîtîk dilîzin.

Li Sûriyeyê jin

Piştî şerê ku 13 sal in didome, 6,7 milyon jin û zarok koçber bûn. Ji sedî 80’ê malbatên ku jin serwer in di nava xizaniyê de ne. Ji sala 2011’an ve zewaca di temenê biçûk de ji sedî 25 zêde bûye. Lê belê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, weke modelek e, jin di meclîsên xwecihî û rêveberiyan de di asta ji sedî 50 de cih digrin. Li vê herêmê tevgera azadiya jinê weke yek ji destlkeftiyên herî mezin tê dîtin. 

Li Sûdanê krîza mirovî

Ji ber şerê di Nîsana 2023’an de destpê kir, jinên Sûdanî krîza herî xirab  a cîhanê dijîn. Zêdeyî 7,3 milyon jin û zarokên keç koçber bûne, bi hezaran weke çeka şer rastî tundiya zayendî hatine. Li gorî raporên NY, ji her 4 jinên li herêmên şer yek jê malbata xwe winda kiriye, 4 milyon jin pirsgirka giran a xwarinê dijîn. Rêxistinên Mafên Mirovan rewşê weke ‘şerê li dijî beden û rûmeta jinan’ bi nav dike.

Jinên li Yemenê

Şerê Yemenê yê ji 2015’an ve didome, krîza mirovî kûr kiriye. Ji sedî 73’ê jinan di nava xizaniya giran de dijîn, 8,6 milyon jin û keç pêwistî bi alîkariya lezgîn a mirovî heye. Li gorî raporên Oxfam di 10 salên dawî de rêjeya mirina dayîkan ji sedî 44 zêde bûye, rêjeya zewaca zarokan bûye ji sedî 35.

Jinên li Iraqê

Piştî binketina DAIŞ’ê hinek başbûn hebe jî li Iraqê jin hê bandorên şer, mezhebî û tundiya aborî dijîn. 1,2 milyon jin ji cihên xwe bûne, ji sedî 17’ê jinan di nava du salan de rastî tundiyê hatine. Nûnertiya jinan a di pozîsyonên biryargirtinê de ji sedî 15 derbas nake. Xizanî û dûrxistin li beramberî bihêzbûna jinan asteng e.

Qedexeyên li Efganistanê

Bi hatina Talîban re, jin û zarokên keç rastî qedexeyên giran hatin. Perwerdeya navîn û bilind ji bo jinan qedexe ye, beşdariya xebat û jiyana civakê gelek sînordar e. Li gorî daneyên Women, Peace and Security Conflict Tracker,  xwegihandina jinan a mafan derdora ji sedî 17,3’an de ye. Jinên di malbatan de serwer in ji sedî 90 wan ji bicihbûna mayînde bêpar in, di aliyê aborî û civakî de bê parastin in.

Li Îranê zextên li dijî jinan

Li Îranê zextên zagonî û civakî zêde dibin. Di 2024’an de 31 jin hatin darvekirin, bi giştî 901 kes hatin darvekirin. Di Endeksa Women, Peace & Security de Îran di nava 177 welatan de, di rêza 140’an de cih digre. Ev jî nîşan dide ku ewlehiya jinan û beşdariya wan sînordar e.

Rewşa li Tirkiyeyê

Tevî ku li Tirkiyeyê zagonên mafên jinan diparêzin hene jî piştî vekişîna ji peymana Stenbolê, tundiya di nava malê de û bûyerên tacîzê zêde bûne. Beşdariya jinan di mekanîzmayên biryargirtinê de lawaz e. Di Endeksa Women, Peace & Security de Tirkiye di rêza 99’an de cih digre. Zoriyên cidî yên di parastina jinan û bihêzkirina rola wan a siyasî û civakî de didome.  

Tûnis û Misir

Her çendî hinek bi aram be jî derbarê beşdariya jinan a siyasî û tundiya xwe dispêre zayenda civakî de pirsgirêk hene. Li Misrê bêkariya jinan ji sedî 21 ango sê qatê mêran e. Lêkolînên NY’ê nîşan didin ku zêdeyî ji sedî 30 jin rastî tundiya nava malê tên.

Tûnis di zagonên mafên jinan de pêşeng bû, ji 2021’ê ve tundiya li dijî jinan ji sedî 60 zêde bûye. Nûnertiya jinan a di parlamentoyê de ji sedî 25 kêm bûye.

‘Aştiya mayînde bê jinan pêk nayê’

Hevgirtina NADA’yê, di rapora xwe de bal kişand ser hewldanên jinan ên şoreşgerî û wiha domand: “Di salvegera 25’an a biryara hejmar 1325’an de divê mekanîzmayên pêkanînê, nirxandinek rexnegir bi kok were kirin.  Divê lixwegirtinên navneteweyî di pratîkê de bên halê şênber.”

Di raporê de hat îfadekirin ku ji bo domandina aştiyê, beşdariya jinan ne mafek şeklîye, ji bo ewlehiya mirovahiyê mecbûrî ye û ev bang kir: “Divê modelên jinan ên demokrasiya xwecihî bên naskirin, zêdekirina hevkariya tevgerên jinan ên herêmê û azadiya ku cudabûna etnîkô derbas dike, girîngîdana vîzyona femînîst bê pêkanîn.”

Li gorî rapora 2024’an a Jinên Neteweyên Yekbûyî (UN Women), li gelemperî cîhanê nûnertiya jinan di muzakereyên aştiyê de ji sedî 7, di rolên asankar de ji sedî 14 bû, li herêmên Ereb, hebûna jinan di van pêvajoyan de gelek kêm e, heta di gelek rewşan de nîn e.

Di raporê de wiha hat gotin: “Jin li herêmên bi pevçûn, êşên piralî, tundiya zayendî, koça mecbûrî, astengiyên xwegihandina xizmetên zayînê, xwenegihandina edaletê dijîn. Li Sûriye, Yemen, Filistîn, Sûdan, Îran, Efganistan, Iraq, Tûnis, Tirkiye û Misirê, jin barên giran ên lidertiya malbatê, dûrbûna ji perwerdeyê, bêparbûna ji kar û debara bi rêkûpêk dijîn.”

Di raporê de hat destnîşankirin ku bi desteka raporên Ballard Brief hatiye diyarkirin

ku astengiyên civakî û çandî li pêşiya bihêzbûna jinan dibin asteng. Li hinek herêmên Rojhilata Navîn ji sedî 70-90’ê mêran difikirin ku rola bingehîn a jinan karê malê ye. Beşdariya jinan a siyasî, aborî û civakî hê jî sînordare. 

Jin di para hevpar de di pêvajoyên biryargirtinê de nayên dîtin

Di dawiya raporê de wiha hat gotin: “Ji Sûriye, heta Sûdanê, Filistînê heta Yemenê, Iraq, Tûnis û Misrê, ceribandinên qadê nîşan didin ku jin ne ji têrkeriyê ne jî îradeyê bêpar in, pirsgirêka bingehîn, di şikildayîna çarenûsa jinan a hevpar de weke hevkarên rast nenaskirin e.”

Hevgirtina NADA’yê da zanîn ku aştiya rast û mayînde, encax bi bingehgirtina wekheviya zayendî, beşdariya jinan a mekanîzmayên biryargirtinê gengaz e û wiha bi dawî bû: “Di civakên ku jin tên dûrxistin de, tundî dubare dibe, civakên ku enerjiya jinan derdixin holê, deriyên edaletê vedikin, bingeha azadî, rûmet û hemwelatîbûnê, ava dikin û derfetên aştiya mirovî zêde dikin.”