Doza Fatemeh Zîaeî jê dihat darizandin hat dîtin

Doza ku Fatemeh Zîaeî Azad jê dihat darizandin, li Şaxa 15’an a Dadgeha Şoreşa Tehranê hat dîtin.

Navenda Nûçeyan – Doza girtiya siyasî Fatemeh Zîaeî Azad di 8’ê Mijdarê de li Şaxa 15’an a Dadgeha Şoreşa Tehranê hat dîtin. Hat diyarkirin ku Fatemeh Zîaeî ku li girtîgeha Evînê tê girtin, tevî rewşa wê ya tenduristiyê xirab e, nayê dermankirin.

Li gorî nûçeyên hatine weşandin, Fatemeh Zîaeî, li hemberî sûcên ‘Propagandaya li dijî rejîmê’, ‘Li dijî ewlehiya welat, çalakiyên girseyî û lihevkirinên veşartî’ û ‘endamtiya komên li dijî rejîmê’ parastina xwe kir.

Fatemeh Zîaeî, di 6’ê Tebaxa îsal de li mala xwe ya li Tehranê ji aliyê hêzên wezareta Îstîxbaratê ve hatibû binçavkirin. Girtiya siyasî ya 66 salî, tevî  nexweşiya MS, nayê tedawîkirin.

Fatemeh Zîaeî, berê jî ji ber xebatên xwe yên siyasî hatibû girtin.