Mermer bi destê wê teşe digre

Ehlam Husseynî bi serkeftina xwe ya di pîşesaziya mermer û keviran de, ku li Tunisê wekî "karekî mêran" tê hesibandin, ji bo gelek jinan bûye modelek, bi alîkariya jêhatîbûna xwe û piştgiriya ku ji malbata xwe distîne, di kariyera xwe de pêş dikeve.

ÎXLAS HEMRONÎ

Tûnis – Çîrokek serkeftinê ku biryardarî û destkeftiyên jinan temsîl dike. Çîroka Ehlam Husseynî mînakek zindî ya bihêzkirina jinan a li Tunisê ye. Şiyana jinan e ku di warên ku hêza laşî û jêhatîyên teknîkî hewce dikin de li ser zehmetiyan bisekinin û xwe îspat bikin. Ew her wiha pêşketina civakê û berfirehkirina derfetên aborî yên jinan nîşan dide û keçan teşwîq dike ku bikevin warên nû û astengiyên kevneşopî hilweşînin. Ehlam Husseynî îspat kir ku îrade, biryardarî û piştgiriya ehlaqî, digel sebir û xebata baldar, dikare her dijwariyek veguherîne çîrokek serkeftinê ku jinên din ên ciwan îlham dike ku bighîjin xewnên xwe, bêyî ku zehmetî û dijwarî çi bin.

Dijwariyê veguherand çîrokek serkeftinê

Ehlam Husseynî, jineke ciwan a ji bajarê Husseynatê la li parêzgeha Sîdî Bouzîd, karîbû bikeve cîhana mermer û keviran, nîşan bide ku îradeyek û berdewamî dikare li hember sînordariyên civakî û pîşeyî biser bikeve. Ehlam Husseynî ya 34 salî derbarê destpêka rêwîtiya xwe de got ku wê hêEhlam Husseini dî hêdî bi yên din re dest bi xebatê kiriye, hêdî hêdî fêr bûye û wiha berdewam kir: “Min kifş kir ku ez dikarim di vî warî de xwe birêve bibim. Min jêhatiyên xwe baştir kirin û dest pê kir ku gav bi gav bi tena serê xwe karan pêk bînim.”

‘Di dawiyê de min xwe spart şiyanên xwe’

Ehlam anî ziman ku destpêka wê tijî dijwarî bûye, bi taybetî jî keçek ciwan bû ku di pîşeyek ku ji hêla mêran ve serdest e û hêzek fîzîkî ya berbiçav hewce dike de dixebite. Ehlam got ku “Min ji xwe re meraq kir, zarokek çawa dikare bi mermerê bixebite? Ew çawa dikare kevir rake û bi van hemû zehmetiyan re mijûl bibe? Westan û hewldanek mezin hebû ku ez vê yekê pir fikirîm, lê di dawiyê de min xwe spart şiyanên xwe û biryar da ku dest bi xebatê bikim. Her çiqas hin kesan ji min re gotin ku ez ê nikaribim ji ber ku kar dijwar bû û ji bo keçan ne guncaw bû jî.”

‘Xwişka min li kêleka min sekinî’

Ehlam da zanîn ku piştgiriya ku wê ji malbata xwe, nemaze ji xwişka xwe dîtiye, ji bo berdewamî û fêrbûna wê pir girîng bûye û wiha pê de çû: “Xwişka min li kêleka min sekinî û min teşwîq kir ku du salan rojane fêr bibim û pratîk bikim. Her tiştî bi serê xwe fêr bûm û min ji karê xwe hez kir; ew hem debara min e û hem jî hewesa min e.”

Karê wê afirandin û xemilandina hunerî ya bi mermerê ye

Ehlam derbarê xwezaya karê xwe yê bi mermerê re de, diyar kir ku ew ne tenê bi birîn û neqişandinê ve sînordar e, di heman demê de afirandin û xemilandina hunerî jî vedihewîne.  Ehlam wiha got: “Karê min xemilandina kevir e, çi ji bo malan, xemilandina derve, derenceyan, an xemilandina malan. Mermer li seranserê Tunisê tê dîtin û di sûkê de bûye materyalek pir lê digerin. Di destpêkê de ez ji kar û materyalan ditirsiyam, lê fêr bûm ka meriv çawa her tiştî tamîr dike û her karekî bi serê xwe birêve dibe. Berê min kevir hildigirt û bi tena serê xwe dixebitîm. Paşê min dest bi alîkariya yên din kir.”

‘Kalîteya bilind diparêzim da ku xerîdar vegerin û bêtir bixwazin’

Ehlam Huseynî piştrast kir ku hîn jî dijwariyên rojane hene û wiha vegot: “Ez hîn jî bi zehmetiyan re rû bi rû dimînim, wek bihayên bilind ên materyalan û nebûna wan a carinan. Lê ez kalîteya bilind diparêzim da ku xerîdar vegerin û bêtir bixwazin. Carna li derveyî bajêr dixebitim û her ku diçe, hewl didim ku ya herî baş peyda bikim. Mirov ji karê min kêfxweş in û ji min re dibêjin, 'Tu ciwan î û tu di vî warî de dixebitî!”  Ehlam ragihand ku ew tenê jina ciwan a li Sîdî Bouzîd e ku bi mermerê re dixebite, ev yek alîkariya wê kiriye ku evîn û piştgiriya cîran û malbata xwe bi dest bixe û wiha got: "Bavê min her gav ji min re dibêje ku ez jinek bihêz im."

‘Dixwazim projeya xwe berfireh bikim’

Ehlam her wiha da zanîn ku serkeftina wê ne tenê bi alîyê darayî ve sînordar bûye, di heman demê de aliyê ehlaqî û rêzgirtina ku ew di danûstandina bi yên din re qezenc dike jî dihewîne. Ehlam wiha got: "Ez dizanim çawa bi mirovan re mijûl bibim û ez rêz û ehlaqê baş diparêzim. Ez dixwazim projeya xwe berfireh bikim da ku tevahiya parêzgehê bigre nav xwe, makîneyên nû lê zêde bikim û bêtir kesan bigirim. Min di vê pîşeyê de çavkaniyek dahatê ji bo xwe û tîmê ku ez pê re dixebitim dîtiye û em hemû bi hev re dixebitin da ku bighîjin serkeftinê.”

‘Hevalên min şok bûn’

Ehlam Husseynî bal kişand ser girîngiya berdewamiya di vî warî de û diyar kir ku rêwîtî ne hêsan e. Ehlam wiha got: “Carnan em radibin û carnan em dadikevin, lê em ê berdewam bikin ku biserkevin. Ez dixwazim projeya min bibe modelek ku were teqlîdkirin. Ji bo xebata wê îspat bike ku jinên ciwan dikarin di pîşeyên kevneşopî de bixebitin. Hevalên min şok bûn dema ku wan dît ku ez bi mermer re dixebitim. Ji ber ku bi raya wan, ew pîşeyek 'mêranî' bû û ji bo keçek dijwar bû. Lê gava min israr kir ku ez xewna xwe bi dest bixim, ew bawer bûn û wan alîkariya min kir ku ez fêr bibim, bixebitim û serkeftinê bidest bixim.”