Li Darfûrê 102 hezar kes ji cih û warên xwe bûn
Komekî rêxistinên navneteweyî, hişyarî dan ku qeyrana li eyaleta Darfûra Bakur a Sûdanê kûrtir dibe û ragihandin ku tundî li seranserê bajarê El-Faşêrê belav bûye.
Navenda Nûçeyan – Her çendî li bajarê El-Faşêrê aramiyek nisbî hebe jî qeyrana mirovî hê li zêdetirî 16 kampên li nava bajêr û derdorê wê, bandorê li hezaran kesên ji cih û warên xwe bûne dike. Kêmbûna cidî ya xurek, ava paqij û xizmetên tenduristiyê, gefê li jiyana wan dixwe.
Koordînasyona Ofîsa Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA), ragihand ku piştî Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) di 26’ê Cotmehê de El-Faşêr desteser kir, li ser riyên bajêr pevçûn derketine û alîkarî qut bûye. Hat ragihandin ku di du hefteyên borî de nêzî 89 hezar kes ji herêmê reviyane û piraniya wan li Tule, Mellit û Sarf Omra û hinek jî xwe spartînê Dabbayê.
Ji ber tundiya li Kordofanê, zêdetirê 10 hezar kes reviyan Nîla Spî, Umm Durman û Kordofana Bakur û her wiha zêdetirî hezar koçber jî gihîştin Tineha li ser sînorê Çadê.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, ragihand ku ji Nîsana 2023’an vir ve Nexweşxaneya El Dilling jî di nav de192 caran êrîş li ser navendên tenduristiyê çêbûne.
Sekreterê Giştî yê NY’ê, diyar kir piştî RSF’ê El-Faşêrê desteser kir, rewş "ji kontrolê derket" û got ku bi hezaran mirovên sivîl di bin dorpêçê de ji ber birçîbûn, nexweşî û tundiyê jiyana xwe ji dest dane.
Her wiha, Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (ICC), der barê “sûcên giran” ên li El-Faşêrê de lêpirsînek fermî da destpêkirin û ragihand ku bûyerên tên jiyîn sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê ne.