Li Heratê jinan burqaya mecbûrî protesto kir

Talîbanê li Heratê qedexeyên li dijî jinan zêde kir, ketina nexweşxaneyan a nexweş û bijîşkên jin ên burqayê bikar naynîn, qedexe kir. Piştî vê biryarê, çend jin û zarok mirin û xebatkarên tenduristiyê yên jin, ji bo "mafê jiyanê" dest bi çalakî kirin.

BEHARÎN LEHÎB

Herat – Jinên Efganî her roj rastî zilm û zexta Talîbanê tên, lê belê carna bi awayekî komî bertek nîşan didin. Beriya demekî kurt hat ragihandin ku bi sedan jinên ciwan bi sûcdariya "li dijî pîvanên hîzarê serî rakirine” li Kabîlê hatine girtin û şandine girtîgehê. Niha jî pêlek zilmê ya bi heman awayî, gihîşt jinên Heratê.

Fermana ‘Ji bo jinan cilan nedirûn’

Li kolanên Heratê hemû jin, bi burkaya mezin a ku li Efganistanê mîna "serpoşên nimêjê" tê zanîn dimeşin. Tevî vê yekê jî, Talîbanê li wê parêzgehê jî sînordarkirinên tundtir kir. Her çend di aliyê çandî de piraniya jinan hîzarê bikar tînin jî, Talîbanê sînordarkirinên nû danî. Beriya demekî, Talîbanê ji terziyên li Heratê re fermana “ji jinan re cil û bergan nedirûn” şand. Piştre hate ragihandin ku divê nexweşên jin tenê ji aliyê bîjîşkên jin ve bên muayenekirin. Di heman demê de, erkdarên "amr bi'l ma'ruf" li bazaran nobetê digrin û çavderiya ka jin li gorî “şêwaza hîzarê ya Talîbanê” tevdigerin an na.

'Divê hûn burqa li xwe bikin’

Di demên dawî de li yekane nexweşxaneya dewletê ya Heratê, nehiştin ku jinên nexweş an jî bîjîşkên jin ên çarşev an jî burqa li xwe nekirine, bikevin hundir. Di encama vê yekê de çend jin û zarokên nexweş mirin. Roja 9’ê Mijdarê, xebatkarên tenduristiyê yên jin li ber deriyê nexweşxaneyê xwepêşandanek lidar xistin. Ji ber ku ev nexweşxane ne tenê ji nexweşên ji Heratê re, ji hemû parêzgehên derdorê re jî xizmetê dike. Bîjîşk Mesûde Umîd, derbarê nerazîbûnan de wiha got: “Beriya du rojan min xwest biçim nexweşxaneyê û alîkariya nexweşên xwe bikim, lê erkdarên 'emr bi'l ma'ruf' destûr nedan ez û jinên din bikevin hundir. Em bi saetan li bendê man û gava min sedema vê yekê pirsî, gotin 'Divê hûn burqa li xwe bikin.' Ez jî neçar mam, vegerim malê.”

Mesûde Umid, hêstirên xwe negirt û axaftina xwe wiha domand: "Ez vegeriyam malê, lê min nekarî tevahiya şevê razêm. Min dayîkek ku li ber deriyê nexweşxaneyê rûniştibû dît; zarokê wê di nava êşê de diçû û dihat. Hewl dida bikeve hundir. Her wiha pîrejinek li erdê xwe dirêj kiribû û kurê wê ji bo vê yekê destûr dixwest. Wek bîjîşk me ji bo alîkariyê destûr xwest, lê paşguh kirin.”

‘Pêwîstiya welat û jinan bi me heye’

Mesûde Umîd, diyar kir tevahiya şevê vê kêliyê fikiriye û wiha got: “Şevekî sar bû, jin û zarok li derva mabûn. Dema bû serê siharê me biyar da ku xwepêşandan bikin. Em wez xebatkarên tenduristiyê yên jin, li ber nexweşxaneyê kom bûn. Talîbanê, hewl da ku me û rojnamevanan belav bike, lê me tenê mafê xwe ya bicîhanîna karê xwe xwest. Ji ber ku pêwîstiya welat û jinan me heye.”

‘Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin’

Mesûde Umîd, axaftina xwe domand: "Ji me re gotin 'ger hûn burqa li xwe bikin, hûn dikarin bikevin hundir.' Me jî bi armanca xwepêşamdanê, burqayên xwe li xwe kir û xizmeta nexweşên xwe kir. Em di nava xwe de keniyan û me got “Dixwazin em emeliyatên jinan jî bi burqayan bikin.’ Di dawiya rojê de, me burqayên xwe şewitand. Em ê li dijî desthilatdariya hovane ya Talîbanê serî netewînin. Êdî ji bo me tiştê herî girîng, rizgarkirina jiyana mirovan e. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin."

Ev xwepêşandana xebatkarên tenduristiyê yên jin a li Heratê, careke din nîşan da ku jinên Efganî dê li hember zilma Talîbanê serî netewînin. Digel hemû gef û xeteriyan jî, jinên Efganî hê ji bo mafên xwe yên kar, jiyan û mirovbûnê têdikoşîn. Dengê Masûde Umîd, sembola berxwedana jinên Efganî yên di nava tariyê de jî venamire ye.