Hilbijartinên Iraqê dest pê kirin: Zêdetirî 20 milyon hilbijêr çûn ser sindoqan

Li Iraqê dengdana ji bo hilbijartina endamên nû yên parlamentoyê dest pê kir, zêdetirî 20 milyon dengder di bin tedbîrên ewlehiyeke pir dijwar de ji bo 329 kursiyan hevrikiyê dikin.

Navenda Nûçeyan – Îro danê sibê dengdana hilbijartinên parlamentoyê yên Iraqê dest pê kirin. Bi milyonan hilbijêr çûn ser sindoqan da ku endamên nû yên parlamentoyê hilbijêrin.

Dengdana hilbijartinên parlamentoyê yên Iraqê dê heta saet 6’ê êvarê bidome. Zêdetirî 20 milyon dengdêr li seranserê welat di bin tedbîrên ewlehiyê yên zêde de dengên xwe didin.

Nêzîkî 7,700 namzed ku zêdetirî 2,200 jin jî di nav de ne, ji bo 329 kursiyên parlamentoyê hevrikiyê dikin. Ev şeşemîn hilbijartinên parlamentoyê ne ku ji sala 2003’an vir ve tên lidarxistin. Hêzên ewlehiyê û kesên bêwar roja Yekşema borî di dengdaneke taybet de dengên xwe dan û beşdariya dengdanê ji 1.3 milyonî zêdetir bû.

Hilbijartin ji aliyê çavdêrên herêmî û navneteweyî ve tê şopandin û derdorên siyasî li bendê ne ku piştî encamên hilbijartinê di navbera hêzên Şia, Sunnî û Kurd de danûstandinên dirêj ji bo avakirina hikûmeteke nû hebin.