Maya Sato xwest zext zordarî û dersînorkirina kesan li Îranê were belgekirin
Raportkera taybet a Neteweyên Yekbûyî ya mafên mirovan li Îranê, Maya Sato ji mexdûr û malbatên mafên wan hatine binpêkirin xwest belge û delîlên der barê gefên li dijî muxalifên li derveyî welat û zextên li ser malbatên wan ên li Îranê de pêşkêş bikin.
Navenda Nûçeyan – Raportkera taybet a Neteweyên Yekbûyî ya mafên mirovan a Îranê, Maya Sato bi daxuyaniyek bang li hikûmetan, rêxistinên civaka sivîl, parêzvanên mafên mirovan û mexdûran kir ku ji bo amadekirina rapora li pêş, agahî û belgeyên xwe der barê rewşa mafên mirovan a li Îranê de bişînin.
Li gorî daxuyaniya Maya Sato û Ofîsa Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya Mafên Mirovan, rapora nû ya wê ku dê ji civîna 64'emîn a Konseya Mafên Mirovan de bê pêşkêşkirin li ser pêşketinên giştî yên mafên mirovan li Îranê û her wiha çar mijarên sereke bisekine. Zordarî dersînorkirin, encamên binpêkirina mafên mirovan ji bo malbatan, mafên jinan û cudakariya li ser bingeha zayendî.
Belgekirina kiryaran
Yek ji mijarên sereke yên vê bangê belgekirina kiryarên ku bi armanca gefxwarin, tirsandin an jî sînordarkirina çalakiyên muxalif û rexnegirên Komara Îslamî li derveyî Îranê tên kirin e. Di vê çarçoveyê de, ji kes û saziyên xwedî agahî hat xwestin ku belge û agahiyên der barê gefxwarin û destdirêjiyên li dijî muxalifan, şopandina çalakiyên wan û zextên li ser xizmên wan ên li hundirê Îranê de pêşkêş bikin.
Sînordarkirina rêwîtiyê, desteserkirina milk û bikaranîna xizmetên konsolosxaneyê ji bo zextê jî di nav mijarên din ên vê bangê de ne.
Beşeke din a raporê dê li ser encamên binpêkirina mafên mirovan ji bo malbatên kesên ku hatine girtin, windakirin, kuştin an jî darvekirin, bisekine. Raportkera taybet a Neteweyên Yekbûyî agahî li ser bandorên aborî, civakî, hiqûqî û derûnî yên van kiryaran li ser malbatan xwest.
Dema dawî ya şandina agahî û belgeyan ji bo vê raporê 15'ê Mijdara 2026'an, hatiye diyarkirin. Kes û saziyên xwedî agahiyên têkildar dikarin belgeyên xwe bi riya navnîşana e-nameya fermî ya raportkera taybet re bişînin: [email protected].