Jinên Kobanê: Êrîşên li ser sembolên Kurd sabotekirina aramiya Sûriyeyê ye
Jinên bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê êrîşa li ser sembolên şehîdên jin weke sabotekirina aramiya herêmê nirxandin. Jinan bêdengiya berpirsiyaran şermezar kir û xwestin demildest hesab ji kiryaran were xwestin.
NÛRŞAN EBDÎ
Kobanê – Di 9’ê Cotmehê de, parêzgeha Hesekê bi êrîşên ku saziyên xizmetê, wêneyên şehîdan û sembolên Kurdî yên têkoşîna jinan temsîl dikin hedef hat girtin. Ev êrîş bûn sedema aloziyên ewlehiyê, bêaramiya herêmê û pevçûnên di navbera aliyên Sûriyeyê de gur bûn.
Bûyerên dawî yên li parêzgeha Hesekê li seranserê Rojava, bi taybetî li bajarê Kobanê, nerazîbûneke berfireh a raya giştî derxist holê. Jinên Kobanê der barê van êrîşan de nêrînên xwe anîn ziman.
‘Kiryarên li dijî nirx û prensîbên mirovan nayên qebûlkirin’

Bakîre Sincar bûyerên dawî yên li Hesekê şermezar kir û diyar kir ku serdema niha ji bo Kurdên Sûriyeyê bi taybetî hesas e. Her wiha destnîşan kir ku li herêmê pêvajoyeke entegrasyonê ya pêşketî di navbera herêmê û hêzên Rojava û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de dimeşe û wiha berdewam kir: "Bi temamkirina vê pêvajoyê, em armanc dikin mafên xwe di hemû aliyên çandî, zimanî û siyasî de bi yasayî saz bikin. Helwesta hêz û gelên li herêmê der barê piştgiriya pêvajoya entegrasyona demokratîk a li Sûriyeyê de zelal e.”
‘Êrîşên li ser nirxên me hewldana wêrankirinê ye’
Bakîre Sîncar da zanîn ku hinek alî hene hewl didin zirarê bidin pêvajoyê û wiha domand: "Em şahidên hewldan û êrîşên berdewam in ku bi çêkirina nakokiyan di navbera komên cuda de, bi taybetî jî hedefgirtina gelê Kurd, armanc dikin vê qonaxê têk bibin. Êrîşên li ser wêne û gorên şehîdan û sembolên şoreşa jinan wekî delîlên eşkere yên van hewldanên wêranker in. Gelê Rojava dê rê nede prensîbên wan werin binpêkirin an jî herêma wan bikeve nava şer û gengeşiyan. Êrîşa li ser sembolên tevgera jinan û wêneyên şervanên jin ên ku jiyana xwe ji bo azadiya jinan feda kirine, kiryareke xirab e û bi tu awayî nayê qebûlkirin, li dijî nirx û prensîbên miroviyê ye.”
Bakîre Sîncar tekez kir ku armanc bi van bûyerên li Hesekê ew e ku nasnameya jinan were tunekirin û destkeftiyên wan ên di salên piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê de bi dest xistine, ji holê werin rakirin û wiha got: “Em ê tu êrîşa li ser destkeftiyên xwe qebûl nekin û ji bo bi her awayî nasnameya xwe biparêzin çi ji destên me were em ê bikin.”
Bakîre Sîncar bang kir ku divê hesab ji kesên zirarê didin nirx û wêneyên şehîdan û êrîşî wan dikin were xwestin.
‘Êrîş li dijî rêgezên mirovî ne’

Leyla Ehmed a ji Kobanê jî diyar kir ku jinên Rojava her êrîşa li ser nasname û şoreşa jinan, saziyên wan û nirxên şehîdan red dikin, êrîşkaran wekî sabotajkarên ji prensîbên mirovî bêpar bi nav kir û tekez kir ku divê kesên sabotajkar werin cezakirin.
Leyla Ehmed bang li hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir ku li dijî van sabotajkaran helwesteke tund nîşan bidin û tekez kir ku şehîd xeta sor in, kevirê bingehîn ê jiyana bi rûmet û pêkanîna projeya demokratîk in. Her wiha bêdengiya hikûmetê û nebûna hesabpirsîna ji komên sabotajkar şermezar kir.