Ji Dayîkên Şemiyê Sakîne Toraman: Gelo bêyî rûbirûbûna bi paşerojê re aştî pêkan e?
Sakîne Toraman yê ku 35’salin birayê wê wendaye dipirse, bi gotina "Ji bo hestiyên wî be jî, em ê heta dawiyê li wî bigerin. Herî kêm bila gorek wî hebe”, emê ji bo hesabdayîna kiryaran têkoşîna xwe bidomînin.
Stenbol- Dayîkên Şemiyê, ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û Kuştin bizanin û bi daxwaza darizandina kiryaran, çalakiya xwe ya 1126’an li Qada Galatasarayê li dar xist. Daxuyaniya çapemeniyê ya çalakiyê ji aliyê Yeşîm Bektaş ve hate xwendin. Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Oya Ersoy ve hate xwendin.
Oya Ersoy, wiha got: "Em careke din dubare dikin; zanîna rastiyê mafê me ye, eşkerekirina aqûbeta windahiyên me û mîsogerkirina edaletê erka dewletê ye.”
Huseyîn Toraman 35 sal in winda ye
Oya Ersoy, diyar kir ku ew di hefteya 1126’emîn de aqûbeta Huseyîn Toraman dipirsin û got: “Huseyîn Toraman 24 salî bû û di 27ê Cotmeha sala 1991’an de li Stenbolê pêşiya mala xwe ji aliyê polîsan ve hate sekinandin. Pîleqaya wesayîtê 34 ATZ 56 bû û wesayît torosa spî bû. Polîsan Huseyîn Toraman bi zorê li wesayîtê siwar kirin. Tevahî şeniyên kolanê jî şahidê vê rewandinê bûn.
Oya Ersoy, da zanîn piştî giliya şeniyên taxê polîs hat cihê bûyerê, lê piştî ku telefon ji wan re hat tu tişt nekirin û ji cihê bûyerê çûn û wiha pê de çû: “Piştî wê rojê êdî tu agahî ji Huseyîn nehat destxistin. Bav Alî Riza Toraman çû qerekolê, polîsên qerekolê gotin ‘Huseyîn ji aliyê polîsên siyasî ve hatiye revandin.
Bav vê hevdîtine qeyt dike. Malbat bi vê qeydê serî li Gerînendeteyê Emniyeta Stenbolê yê wê demê Mehmet Agar û Wezeratê Navxwe yê wê demê Îsmet Sezgîn dike. Lê binçavkirin hate înkarkirin. Malbat ji bo Huseyîn Toraman bê dîtin serî li saziyê dewletê da lê tu pêşketin çênebû. Di 23’ê Çileya sala 2012’an de Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê dosyayê de biryara ‘neşopandinê’ da. Çend sal derbas bibê jî em ê li pey doza Huseyîn Toraman bin.“
Sakîne Toraman: Bila gorek wî hebe
Xwişka Huseyîn Toraman, Sakîne Toraman a got “Gelo dewleta ku bi rabirdûya re rûbirû nabe, ew ê çawa aştiyê bike”, wiha axivî: “Polîsan tundî li dijî dayîkên ku aqûbeta zarokên xwe dipirsiyan bikar anîn. Gelo ev ne teror e? Gelo kaşkirina dayîkên 80 salî ne teror e? Em jî aştiyê dixwazin. Herî zêde jî Devlet Bahçelî tu pêşî bi komkujiyên ku ji aliyê MHP’ê ve hatine kirin re rûbirû bibe, paşê behsa terorê bike. Ev bariyeran ji bo dewletê rûreşî ye. Nêzî hezar kesên winda hene, lê tenê 10 kes diseknin. Ev jî neheqî ye. Ger hestiyên wan jî hebin, em ê heta dawiyê lêgerîna xwe bidomînin. Ger ez bimirim, wê zarokên min berdewam bikin. Bila herî kêm gorek wî hebe. Piştre werin û bi me re derbarê aştiyê de biaxivin. Huseyin, ji bo ku ev tişt neyên jiyîn canê xwe da, em bi wî serbilind in.”