Li Sûdanê bi êrîşên balafirên bêmirov zêdetirî 300 sivîl hatin kuştin
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY'ê, ragihand ku li Sûdanê bi zêdebûna êrîşên ÎHA’yan 306 sivîl hatine kuştin û bi sedan sivîl birîndar bûn. Der barê hedefgirtina binesaziya krîtîk û kampên kesên ji cih û warên xwe bûne lê dimînin de hişyarî da.
Navenda Nûçeyan - Şerê domdar ê li Sûdanê, di nava qeyrana mirovî ya xerabtir û astên rekorê yên koçberiyê de, sivîlan dikuje û binesaziyê wêran dike. Bangên civaka navneteweyî ya mîsogerkirina agirbestê, rizgarbûna welat a ji birçîbûn û hilweşîna tevahî jî roj bi roj xurttir dibin.
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY'ê, belge kir ku li Sûdanê di 3 hefteyên ewil ên meha Cotmehê de di êrîşên bi balafirên bêmirov de herî kêm 306 sivîl hatine kuştin û bi sedan sivîl jî birîndar bûne.
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY'ê, îro der barê zêdebûna mirina sivîlan ji ber zêdebûna bikaranîna ÎHA’yan ji aliyê aliyên şer ve li gelek herêman û hedefgirtina tesîs û deverên krîtîk ên ku kesên ji cih û warên xwe bûne lê dimînin de hişyarî da.
Komîser, diyar kir ku binesaziya cihên wekî xanî, bazar, nexweşxane û tesîsên av û elektrîkê û deverên niştecihbûnê yên sivîl û kampên ji bo kesên ji cih û warên xwe bûne, hedef hatine girtin û ev yek jî asta karesata mirovî kûrtir dike.