Li Sûdanê ji bo bihêzkirina rola jinên ciwan civînek hat li dar xistin
Rêxistina ERD’ê ji bo tevlîkirina jinên ciwan di pêvajoyên aştî û siyasetê yên Sûdanê de civîneke maseya girover li dar xist. Di civînê de hat destnîşankirin ku bêyî beşdariya çalak a jinên ciwan, aştiyek domdar pêkan nîne.
Sûdan – Rêxistina Jîngehê û Pêşxistina Jinan ên Gundewarî (ERD), di çarçoveya projeya xurtkirina beşdariya jinên ciwan di danûstandinên aştiyê û pêvajoyên siyasî de li Sûdanê, civîneke maseya girover û gotinê li dar xist. Jinên ciwan ên çalak ji rêxistin û însiyatîfên civaka sivîl a Sûdanî beşdarê civînê bûn.
Beşdaran pirsgirêkên ku tên jiyîn nîqaş kirin
Di civînê de nîqaşên dewlemend hatin kirin ku cihêrengiya ezmûn û dîtinan nîşan didan. Beşdaran bal kişand ser valahiya di navbera rola serkirdayetiyê ya jinên ciwan di civakê de, taybetî di şert û mercên şer de û temsîliyeta wan a kêm di qadên danûstandinê û biryardanê de. Her wiha beşdaran pirsgirêkên girêdayî polarîzasyona siyasî û perçebûna civakî nîqaş kirin. Di civînê de balkîşandin ser girîngiya avakirina qadên diyalogê ji bo derbas kirina cudahiyên herêmî û etnîkî ji bo paşeroja Sûdanê.
Di bernameyê de hevdîtineke rasterast a di navbera beşdaran û nivîsgeha nûnerê taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûdanê de jî cih girt. Ev gav wekî pêngaveke pratîkî hate dîtin ji bo girêdana dengê jinên ciwan bi hewldanên dîplomatîk û pêvajoyên aştiyê.

Hebûna jinên ciwan tenê di civînan de têrê nake
Rêxistinê tekez kir ku beşdariya çalak a jinên ciwan divê ne tenê bi beşdarbûna civînên şêwirmendiyê ve sînordar be. Diyar kir ku pêşniyarên jinên ciwan divê bigihîjin biryarderên siyasî û ji bo wan bibin derfetên rastîn da ku bibandor bin. Di heman demê de rêxistinê girîngiya firehkirina beşdariyê da zanîn da ku jinên ciwan ên li herêmên gundewarî û civakên ku ji pevçûnan bandor dibînin jî di nav de bin. Da ku temsîliyet tenê bi elîtên ku gihîştina wan a qadên siyasî û dîplomatîk hêsantir e, sînordar nebe.

Bê beşdariya jinên ciwan aştî ne gengaz e
Rêxistinê destnîşan kir ku jinên ciwan ên Sûdanî di avakirina aştiyê û diyarkirina paşeroja wê de hevkarên bingehîn in û bê beşdariya wan a rastîn û cihêreng, gihîştina aştiyeke berfireh û domdar ne gengaz e.