Li Yemenê jin bi tundiyê re rû bi rû ne: Giliyên jinan nayê guhdarkirin

Li Yemenê ku tundiya li hemberî jinan tê rewakirin û zagon têr nakin, jin bi mirinê re rûbirû dijîn. Jinên ku behsa buyerên ku ew jiyane kirin, anîn ziman ku giliyên wan nayên guhdarkirin.

RANYA ABDULLAH

Yemen – Li bajarê Adenê yê li başûrê Yemenê mamoste Nesrîn Edîb, ji aliyê hevjînê xwe ve li ser riya dibistanê bi sê guleyan hat kuştin. Ev ne yekem hewldana kuştina wê bû. Berê jî gelek caran tundiyê lê kiribû û gefên mirinê lê xwaribû.

Ji polîsan re gilî kir lê bê bersiv ma

Nesrîn ji ber sedema tundiya zêde û gefên kuştinê, çûbû qereqolek li Adenê û giliyê hevjînê xwe kiribû, doza hevberdanê kiribû. Xwişka wê Nergis Edîb got: “Nesrîn, ji roja yekem a zewaca xwe ve heta roja ku mir, rastî tundiyê hat, mafên wê hatin binpêkirin û zarokên wê nehatin xwedîkirin.”

Nesrîna ku neçar mabû debara xwe bike, li dibistaneke taybet dest bi kar kir. Gelek caran ji ber tundiyê reviya û li ba malbata xwe dima. Gelek caran serî li qereqolê da lê encam negirt. Tevî ku ewqas delîl pêşkêşî dadgehê kirin jî doza wê her dem hat taloqkirin.

Nergis, got ku dema rojek bi xwişka xwe re amadekariya çûyîna dibistanê kirine, dîtiye ku hevjînê wê deriyê derve kilît kiriye û bombe li ber derî bi cih dike. Nergis wiha got: “Bi alîkariya cîranan, cîranek me yê ku pisporê teqemeniyan bû, bombeyê bêbandor kir. Me ji polîsan re got lê tiştek nekirin.”

Nesrîn dema di riya dibistanê de bû, hevjînê wê pêşî li servîsa dibistanê girt û ew bi çekê kuşt. Piştre reviya û xwe spart Sanaya di bin kontrola Hûsiyan de. Hat girtin lê hê jî radestî polîsên Adenê nehatiye kirin.

Pênc jinên din jî hatin kuştin

Li Yemenê bûyerên kuştina jinan her diçe zêdetir dibe. Hejmara jinên ku di nava du mehên dawî de ji aliyê hevjînê xwe ve hatine kuştin, herî kêm 5 e. Di Çileya sala 2024’an de li Sanayê mêrek, hevjîna xwe bi kêran kuşt. Di meha Sibatê de li Mukallayê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve bi guleyan hat kuştin. Di Mijdara 2024’an de li Qatabayê mêrek, hevjîna xwe bi kêran kuşt, serê wê jê kir. Di sala 2021’ê de li bajarê Taîzê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve li malê hat dîlgirtin û bi îşkenceyê hat kuştin.

Van bûyerên kuştinê nîşan didin ku ji ber sersariya rayedaran û kêmbûna zagonan jin di bin xeterek çiqas mezin de ne.

‘Piraniya jinan ji pergala edaletê bawer nakin’

Parêzer Tehanî Es-Sararî got: “Bûyerên tundiyê nû nîn in lê di serdema dawî de zêde bûne. Piraniya jinan, ji pergala edaletê bawer nakin. Malbat destek nadin, jin gelek caran bi tirsa ku ew ê bên mohkirin, li hemberî tundiyê bêdeng dimînin.”

Tenahî der barê rewşa mamoste Nesrîn de jî wiha got: “Dadgehê û polîsan, tiştên pêwist nekirin. Di rê de rastî tundiyê hat, gef lê hat xwarin lê jê re parastina zagonî nehat kirin. Ev jî bû sedem ku were kuştin. Ji bo ku tundiya li ser jinan bê kêmkirin, pêwist e saziyên dewletê hevkariyê bikin, ji bo jinan desteka hiqûqî bê peydakirin û serxwebûna aborî bi jinan bidin qezenckirin.”

Dadgeha malbatê pêwist e

Yek ji parêzerên li Taîzê Raghda El-Maktarî jî dibêje ku sedema sereke ya kuştina jinan li welêt, şer û krîza aborî ye lê sedema herî bingehîn derengmayîna dadê ye. Raghda wiha got: “Jin bi salan ji bo nefeqeyê doz vedikin, nikarin biryarê bidin girtin. Di vê pêvajoyê de jî mêr tundiyê didomînin.”

Raghda diyar kir ku cezayên zagonî yên li ser bûyerên kuştina jinan jî di nava xwe de cudakariya zayendî dihewînin û wiha got: “Li Yemenê diyeta jinan (pereyê xwînê) nîvê yê mêr e. Ev bi xwe jî cesaretê dide mêran. Tundiya li hemberî jinan, di aliyê çandî de jî rewa dike. Ji bo ku edalet zûtir pêk bê divê  “dadgeha malbatê” bê avakirin. Bila jin ji gilîkirinê netirsin. Bila jin serî li polîsan, rêxistinên jinan bidin.”

Normên çandî û tundiya li hemberî jinan

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, li tevahiya cîhanê ji sedî 60 bûyerên kuştina jinan, ji aliyê hevjîn an jî kesek ji malbata wan ve tê kirin. Li Yemenê daneyên ku têra vê encamê bikin, tunene. Li gorî lêkolîneke ku Zanîngeha Sanayê di sala 2010’an de kiriye, jinên dev ji hevjînê xwe berdane, koma herî zêde rastî tundiyê hatine ye. Tundiya derûnî, gelek zêde ye. Tundiya li hemberî jinan, di nava civakê de gelek caran tê erêkirin. Bankaya Cîhanê jî dibêje ku normên çandî yên li Yemenê, tundiyê mîna “meseleya taybet” nîşan didin, jin şerm dikin, gilî nakin û desteka fermî têr nake.

Ji Zanîngeha Taizê civaknas Altaf el-Ehdal jî diyar dike ku sedema sereke ya kuştina jinan ne tenê şer e, têkçûna nirxên civakî û kêmasiya mekanîzmayên fermî ye.