Jinên Hesekê: QSD rûmeta mirovahiyê diparêze
Jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tekez kirin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) yekane hêz e li cîhanê ku mirovahiyê ji komkujî û terorîzmê diparêze.
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Di demên dawî de, li ser medyaya dîjîtal êrîş û reşkirinên dijwar li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) tên kirin. Jinên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê van êrîşan şermezar kirin û bi rêya ajansa me piştgiriya xwe ji bo QSD'ê anîn ziman.
‘QSD bawerî ye’

Êva Abdel Kerîm destnîşan kir ku êrîşên li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi rêya medyaya civakî ji ber nekarîna wan a têkbirina QSD'ê ya di warê leşkerî de tên kirin. Êva diyar kir ku ji ber vê yekê, wan medyaya civakî wekî rêyek ji bo têkbirina ewlehî û aramiyê bijartine û wiha got: "Ev êrîş ji hikûmeta demkî tên û destê dewleta Tirkiyeyê jî di nav wan de heye. Ji ber ku nekarîn QSD'ê bi awayekî leşkerî têk bibin, wan dest bi êrîş û zimanê nefretê kirin."
Êva balkişand ser rola QSD’ê ya di nav gelan de û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “QSD tekane hêza ku gel baweriya xwe pê tîne ye. Mînaka herî mezin a vê yekê, piştgiriya gel a ji bo hêzên wan ên li Bendava Tişrînê ye. Ji ber vê yekê, em piştgiriyê didin wan û heta kêliya dawî ya jiyana xwe em li kêleka wan in.”
‘QSD hêzeke ji îradeya gelan hatiye avakirin’
Sîham Îsmayîl tekez kir ku jiyana li deverên ku di bin kontrola QSD ê de nînin pir dijwar e û wiha domand: “Herêma me tekane herêma ku civakên cûrbecûr lê bi ewlehî û aramiyê dijîn e. Em dibînin ka çi bi serê gelê me yê li herêma peravê û Suweydayê hat û em binpêkirinên ku li herêmên dagirkirî pêk tên dibînin. Her roj qetilkirin, talankirin, tecawiz û destdirêjî dewam dike. Ji ber vê yekê, bêyî QSDê jiyan ne mumkin e.”
‘Kes nikare hêzek ku ji îradeya gelan hatiye avakirin tune bike’

Sîham da zanîn ku êrîşên bi riya medyaya civakî li ser QSD’ê pêk tên siyasetek reşkirinê ye û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk hewl da ku QSD’ê bi awayekî leşkerî ji holê rake lê bi ser neket. Îro jî hewl dide ku xwezaya wê ya rastîn berovajî bike. QSD bi saya piştgiriya gelê xwe xwedî hêz e, li dijî terorê şer kir û tevahiya cîhanê ji xetera wê xilas kir. Kes nikare hêzek ku ji îradeya gelan hatiye avakirin tune bike.”
‘Em nikarin bêyî wan bijîn’

Xilûd Elî diyar kir ku QSD ji bo jiyanek bi rûmet şer dike û wiha got: “QSD hêzek e ku êrîşî kesî nake, lê eger êrîşî wê û gelê wê bê kirin, ew wan diparêze. QSD bîrdoziyek û baweriyekê temsîl dike ku di dilê her kesî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî; heta zarok jî jê hez dikin. Ji ber vê yekê QSD kî ye? Ew birayek, bavek, dayîkek û xwişkek e ku, ji bo jiyanek bi rûmet şer dikin. Peyama me ew e ku çi qas ew hewl bidin ku wêneyê QSD’ê xirab bikin jî, em ew kes in ku bi wan re dijîn û xwezaya wan a rastîn dizanin û em bêyî wan nikarin bijîn.”