Rojnamevana Efgan Fatemeh Hamnava li Pakistanê hate binçavkirin

Rojnamevana Efganî Fatemeh Hamnava ya li Pakistanê dijî, bi 2 zarokên re xwe ji aliyê polîsên Pakistanê ve hate binçavkirin û ji bo dersînorkirina Efganistanê tê rawestandin.

Nûçeyên Navendî – Rojnamevana Efganî Fatemeh Hamnawa û du zarokên wê li paytexta Pakistanê Îslamabadê, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û birin cihakî ne diyar. Fatemeh Hamnawa ya piştî hatina Talîbanê ya Efganistanê, di sala 2021’an de koçî Pakistanê kir, bi xeteriya dersînorkirina Efganistanê re rû bi rû ye.

Hikûmeta Pakistanê, nûkirina vîzeyan a hemwelatiyên Efganî rawestandiye û binçavkirin û dersînorkirina koçberên bêbelgeyên rûniştinê didomîne.

Rêxistina "Nî" ya li sirgûnê, bertek nîşanî binçavkirina Fatemeh Hamnava da. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku dersînorkirina rojnamevanên Efganî ya ji Pakistanê dê wan bi xetereya mirinê re rû bi rû bihêle û bang li hikûmetê kir ku dersînorkirina kesên bêparastin rawestîne.

Rêxistina Nî, daxwaz ji hikûmeta Pakistanê kir ku demil dest Fatemeh Hamnava berde û vîzeya wê nû bike. Rêxistinê, daxwaz kir ku hikûmetê dersînorkirina aktîvîstên mafên mirovan, rojnamevan û kesên jiyana wan li Efganistanê di xetereyê de ye, rawestîne.