Jinên ciwan ên Mexmûrê ji bo azadiya Rêberê xwe meşiyan
Di bin pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan a wargeha penaberan a Mexmûrê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin.
Mexmûr – Di bin pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan a wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) de, jinên ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Meş ji dibistana amedeyî ya Şehîd Koçerîn destpêkir heta ber parqa Şehîd Aryen Cudî. Di meşê de bênavber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ hatin gotin. Piştî ku meş gihişt ber parqê daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê xwendekara binavê Roj Yildiztan ve hat xwendin.
‘Rêber Apo ji bo jiyanek azad û demokratîk pêvajoyên aştiyê da destpêkirin’
Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandina ser komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê û ev tişt hat gotin: “Armanca komlogeran ew bû ku di şexsê Rêber Apo de, Tevgera Azadiyê û gelê Kurd tune bikin. Rêber Apo bi salan ji bo jiyanek azad, wekhev û demokratîk pêvajoyên aştiyê da destpêkirin. Lê ji aliyê dewletê ve ev pêvajo hertim hatin xira kirin. Herî dawî Rêber Apo bi ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ pêvajoyek nû da destpêkirin. Bi vê bangê fikir û felsefeya Rêber Apo çawa gerdûnî buye û belavî tevahî cîhanê buye hat dîtin.”
‘Ji aliyê dewleta Tirk ve ti gavên şênber ne hatine avêtin’
Daxuyanî bi van gotinan berdewam kir: “Ji aliyê Tevgera Azadiyê ve ji bo pêşxistina pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ gavên girîng hatin avêtin. Asta pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ gihiştiye qonaxa çareseriya hiqûqî. Lê ji aliyê dewleta Tirk ve ti gavên şênber ne hatine avêtin. Komîsyona ku bi pêşniyara Rêber Apo hatî avakirin ku pêwîste biçe Rêber Apo guhdar bike, heya niha hewldanek pêşneketiye.”
‘Bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo aştî û azadî nayê Rojhilata Navîn’
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku pêkneanîna ‘Mafê Hêviyê’ ku divê demildest hatiba pêkanîn ji dervey hiqûqa mirovahiyê ye û wiha hat gotin: “Di vir de carek din diyar dibe ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne ji aliyê Konseya Ewrupa ne jî ji aliyê dewleta Tirk ve ti gavên berbiçav nayên avêtin. Bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo aştî û azadî nayê herêm û Rojhilata Navîn. Gelên ku dixwazin azad jiyan bikin divê xwedî li banga Rêber Apo derkevin. Em jî wek jinên ciwan bi israr û vîna xwe em ê xwedî li banga Rêber Apo derkevin. Heya ku Rêber Apo fîzîkî azad nebe em ê hertim di nava têkoşîn û çalakiyan de bin.”