‘Divê em êşên hev veguherînin hêza piştgiriyeke ku sînoran derbas dike’
Ji nava kavilên Xezayê û êşên ku tên kişandin dengê jinan bilind dibe û olan dide her derê. Jinên Mexribê diyar dikin ku trajediya jinên Filistînî dijîn tenê cihî nîn e, çarenûsa jinên Sûdanê yên di nava pevçûnan de jî heman e.
HENAN HARÊT
Mexrib – Parêzvanên mafên mirovan ên Mexribî, diyar dikin ku piştgiriya jinan a sînoran derbas dike, hem rêbaza exlaqî hem jî polîtîk e û di navbera jinên ku li welat û herêmên cuda yên pevçûnan sax mane bûye riya parvekirina tecrubeyan. Li gorî wan ev mijar, ne bi sînorên erdnîgarî; ji bo kesên ku ji edalet û rûmeta mirov bawer dikin tê wateya bîra hevpar a mirovan.
Aktivîsta Komeleya Jinan Multeka û Komeleya Mafên Mirovan a Mexribê Zehra Kubiya, rewşa ku gelê Xezayê ji ber şer tê de ye, bi gotinên; “li dijî gelê koçberiya bi zorê û qirkirina nijadî” pênase dike. Zehra Kubiya got ku hedefgirtina nexweşxane û navendên stargehê polîtîkayeke organîze ya li dijî gelê Filistînê û qirkirina çanda wan e û got: “Bi şer bi taybetî jin hatin hedefgirtin lewre jin nifşan didomînin û hedefgirtina wan tê wateya hewldana tunekirina pêşerojê.”
‘Ên ku zêdetir koçberiya bi zorê kuştin û mirina zarokên xwe dibînin jin in’
Zehra Kubiya dibêje ku şîdeta li dijî jinên Xezayê ne îstîsna, bûye hînbûyîneke ku her dem dubare dibe û got: “Ên di şer de herî zêde zirarê dibînin jin in. Em dikarin ji bo ve yekê Sûdanê nîşan bidin. Bi milyonan mirov ji cih û warên xwe bûne û zêdetirî wan jin û zarok in. Gelek jin rastî îstîsmara zayendî û sûcen dijmirovî tên. Li Iraq û Sûriyeyê jî rewş heman e. Jin bi koçberiya bi zorê, cînayet, mirina hevjîn û zarokên xwe bedelên herî giran didin.”
‘Însiyatîfên herêmî û navneteweyî xwedî roleke girîng in’
Zehra Kubiya li ser hewldanên piştgiriyê yên li Mexribê jî got ku ew ji ber hebûna însiyatîfên herêmî û navneteweyî pir kêfxweş e û got ku piştgirî ji bo tayînkirina çarenûsa gelê Filistînê gaveke girîng e. Her wiha da zanîn ku di hewldanên weke “Karwanê Piştgiriyê” de jinên Mexribî çalak in û Hadîce Riyad a ku bi mêran re wekhev di van çalakyan de cih digre bi bîr xist.
Zehra Kubiya bal kişand ku divê têkoşîna jinan di ware polîtîk û civakî de were meşandin û wiha domand: “Hevgirtin û piştgiriya jinan ji malbatê destpê dike û di dozên ji bo edaletê de bingeha piştgiriyek mezin ava dike. Ez bang li civaka sivîl a navneteweyî dikim ku ji bo rawestandina polîtîkayên zext û dagirkeriyê bikevin tevgerê.”
‘Fîloya Azadiyê ya ji welaten cuda ku jin tê de hene sembola berxwedana sivîl e’
Endama Komîteya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan a Mexribê Naîme Wahlî jî bal kişand ser girîgniya piştgiriya navneweteweyî ya ji bo Xezayê, “Fîloya Azadiyê” ya ji welaten cuda ku jin tê de hene bi bîr xist û got: “Dîmenên van jinan hê jî di bîra me de zindî ne lewre ew bûn sembolên berxwedana sivîl a ku sînoran derbas kir. Vê tevgerê tê wateya nûnertiya îradeya azad a gelan li dijî polîtîkayên şer. Rewşa mirovî ya li axa Filistînê trajîk e û dilê mirov perçe dike. Tiştên li dijî Filistîniyan tên kirin nîşan didin ku peymanên navneteweyî pir vekirî tên binpêkirin. Gelê Xezayê bi kuştin, birçîhiştin, koçberiya bi zorê re dijî. Jin bi taybetî hatin hedefgirtin. Bi girtina hevjîn û zarokên xwe yan jî bi bomberana di dema revê de rûbirû ma. Ev hemû sûcên şer in û li ber çavên her kesê hatin kirin.”
‘Di her krîz û felaketê de pêşî jin dibin hedef’
Naîme Wehlî diya dike ku yên herî zêde ji krîz û felaketan zirarê dibînin jin in û wiha dibêje:
“Di her felaketê de yên destpêkê êş kişandin, di her çalakiya protestoyî de li refên pêş in jin in. Di dema şer de jî yên pêşî dibin hedef jin in lewre jin weke helqeya herî qels tên dîtin loma li dijî wan destdirêjî tê kirin, birçî dimînin û bi rûmeta wan tê lîstin.”
‘Divê bûyerên li Sûdan û herêmên din tên jiyîn bi qasî rewşa Filistînê bikevin rojevê’
Naîme Wehlî diyar kir ku bûyerên li Sûdan û herêmên din diqewimin jî sînyal didin û got ku kûrbûna li ser meseleya Filistînê divê li pêşiya dîtina êşên jinên li herêmên din nebe asteng û got: “Destdirêjiya li ser jinên Sûdanê yên di riyên koçeriyê û kampên penaberan de jî girîng e û divê were dîtin. Têkoşîna jinan ji hev cuda nîn e. Nabe ku mirov mafan ji hev veqetîne. Têkoşîna me ne ji aliyê erdnîgarî ve ne jî tematîk ve ji hev cuda nîn e. Em jinên Mexribê, ji bo hemû jinên li herêmên şer, kampên penaberan, ên di girtîgehan de di mercên zor de dijîn re piştgiriya xwe îlan dikin. Em dixwazin ji bo wan di warê navneteweyî de parastin, jiyan, rûmet û temînata mafê jiyanê hebe.”
Xeta aştiya sivîl û parastinê jin in loma dema ku aştiya civakî têk biçe yên zêde bedel didin jin in
Herdu aktivîst jî balê dikşînin ku têkoşîna mirovahiyê ne tenê ji bo Filistîniyan, bi giştî têkoşîna li dijî şer, şîdet û bêcezatiyê ye. Diyar dikin ku jin xeta yekem a aştiya sivîl û parastinê ne; lê dema ku aştiya civakî têk biçe yên herî zêde bedel didin dîsa jin in.
Tevî agirbesta li Xezayê jî pirsên li ser edalet, tazmînat û ji nû ve avakirinê hê jî bê bersiv in. dengê jinan li tevahiya herêmê di vê xalê de dibe yek. Hevgirtina jinan bertekeke demborî nîn e, pêvajoyeke demdirêj e û li ser sedem û kokên şîdetê lêpirsîn dike.
Dengê ku ji Mexrib, heta Filistînê, ji Sûdanê heta Sûriyeyê, bilind dibe, tenê şîna şer û hilweşînê nagire; di heman demê de asoya aştiyeke din xêz dike. Ew jî edalet, rûmet û aştiya ku li ser mafê jiyana jinan hatiye avakirin e.