Li El-Faşerê jiyana bi hezaran kesan di xeterê de ye

Bajarê El-Faşêr ê Sûdanê di bin kontrola Hêzên Piştgiriya Lezgîn û dorpêça bi mehan de veguheriye yek ji krîzên mirovî yên herî xeternak ên cîhanê.

Navenda Nûçeyan – Bajarê El-Faşêr ku demek dirêj e di bin dorpêçê de ye, bi taybetî piştî Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) bajar girtin, bûye yek ji krîzên mirovî yên herî giran ên cîhanê. Bi sed hezaran mirov li wir bi şert û mercên trajîk re rû bi rû ne, rastî komkujî, îşkence û revandinê tên.

Rêxistina Bijîjkên Sînornenas (MSF) kuştina mirovan bi awayê girseyî û bêserûber û ji ber sedemek etnîkî ku vê hefteyê li El-Faşêr û derdora wê gihîşt lûtkeyê şermezar kir. Rêxistinê fikarên xwe ji ber xetera ku li ser komên mezin ên nifûsê çêdibe, nemaze yên ku ji hêla RSF’ê ve nehatine rêgirtin ku bigihîjin bajarê El-Tuweylayê, anî ziman.

Gel bi komkujiyên hovane re rû bi rû ye

Rêxistinê ragihand ku piştî zêdetirî 17 mehan a dorpêçê û êrîşên berdewam, li El-Faşêrê, bi dehan kes neçar mane birevin El-Tuweylayê. Li gorî NY, El-Faşêr hê jî ji bo nêzî 260 hezar kesan mal e. Sivîlên mayî bi hovîtiyên tirsnak re rû bi rû dimînin, di nav de îşkence, revandina ji bo fîdyeyê û darvekirina mirovan heye.

Ew ji bo bijîn xwarina heywanan dixwin.

Bijîjkên Sînornenas diyar kirin ku gelek kes, bi piranî jin, zarok, kal û pîr, bi felaketê re rû bi rû dimînin. Zarokên di bin pênc salî de ji her tiştî bêpar in. Rêxistinê tekez kir ku ji ragihandina birçîbûnê li herêmê zêdetirî salek derbas bûye û krîza mirovî her diçe xirabtir dibe, mirov bi kêmbûna xwarinên bingehîn û pêdiviyên bingehîn re rû bi rû dimînin. Ev rewş gelek kesan neçar dike ku wekî çavkaniya xwe ya yekane ya jiyanê xwarina heywanan bixwin.

Sîstema tenduristiyê têk çûye

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) kuştina zêdetirî 460 nexweş û karmendên wan û revandina şeş xebatkarên tenduristiyê piştî bûyerên li nexweşxaneya zayînê li El-Faşêrê bi tundî şermezar kir. Rêxistinê tekez kir ku ev trajediya mirovî li El-Faşêr, bakurê Darfûrê didome

Rewşên mirovî yên dijwar li ber çavan in

Rapor nîşan didin ku ji destpêka şer û pevçûnan ve 46 karmendên tenduristiyê li El-Faşêrê hatine kuştin, di nav wan de rêveberê lênêrîna tenduristiyê ya seretayî li Wezareta Tenduristiyê ya parêzgehê jî heye. 48 kesên din birîndar bûne û çarenûsa karmendên sê rêxistinên sivîl hê jî nayê zanîn. Rêxistinê ragihand ku zêdetirî 260 hezar kes li El-Faşêr dorpêçkirî ne, bi şert û mercên dijmirovî yên dijwar re rû bi rû ne, ji xwarin, ava paqij û xizmetên tendirustiyê bêpar in . Zêdebûna tundiyê bûye sedema koçberiya nêzî hezar kesan ji bajêr ku 26 hezar ber bi deverên gundewar ên derdorê û nêzî 2 hezar jî ber bi El-Tuweylayê ve çûne.

Di xizmeta av û kanalîzasyonê de pirsgirêkên cidî hene

Rêxistinê diyar kir ku di roj û hefteyên pêş de dibe ku zêdetirî 100 hezar kes koçî El-Tuweylayê bikin û tevlî 575 hezar kesên ku berê ji El-Faşêrê hatibûn an jî li cîhek din penaber bûne bibin. Piraniya van koçberan jin û zarokên bê dê û bav in û bi pirsgirêkên cidî yên stargeh, ewlehî, xwarin, av û lênêrîna tenduristiyê re rû bi rû ne.

Pêdivî bi dermankirina lezgîn heye

Berdevkê UNICEF’ê diyar kir ku Sûdan bi yek ji krîzên xwarinê yên herî mezin ên cîhanê re rû bi rû ye. Tê texmînkirin ku li Sûdanê zêdetirî 3.2 milyon zarokên di bin pênc salî de bi kêmasiya xwarinê re rû bi rû ne. Zêdetirî 772 hezar zarok birçî ne, ji bo pêşîgirtina li mirinê pêdivî bi dermankirina lezgîn heye.