Çalakiya nobetê ya Mexmûrê 840 roj li pey xwe hişt
Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 840'an de didome.
Mexmûr – Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 164’emîn, di roja xwe ya 840’emîn de didome.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 163’emîn Sakîne Toprak axivî.
‘Pêwîste em têkoşîna xwe xurttir bikin’
Sakîne Toprak bal kişand ser pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî destpêkirin û ev tişt got: “Em ber bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve diçin. Di vê pêvajoya nû de beşdarbûna ciwanan ya çalakiyan xurtbûne. Em jî wek xwendekar û zarokên Rêbertî beşdarî çalakiyan dibin û emê heta dawî jî têbikoşin. Ji bo wê divê em hîn zêdetir beşdarî pêvajoyê bibin û têkoşîna xwe mezintir bikin.”
Merasîm bi dewirgirtina koma 164’emîn dawî bû.