Li Xezayê di 24 saetên dawî de 123 kes mirin

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê ragihand ku di 24 saetên dawî de li nexweşxaneyên Xezeyê 123 kes mirine û 437 kes jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan – Êrişên Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heya niha li ser Xezayê bi tundî dewam dike. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê derbarê êrişên dawî de daxuyaniyek nivîskî weşand. Wezaretê ragihand ku di 24 saetên dawî de li nexweşxaneyên Xezeyê 123 kes mirine û 437 kes jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku ji 18’ê Adarê ve, piştî rawestandina agirbesta ku di 19’ê Çile de li ser lihevkirinek hatibû kirin, di êrîşên artêşa Îsraîlê de li Xezzeyê 10 hezar û 201 Filistînî hatine qetilkirin û 42 hezar û 484 kes birîndar bûne.

Li Xezayê, ji 27ê Gulanê ve, di êrîşên sîstematîk ên bi pêşengiya Îsraîlê û Amerîkayê de ku Filistîniyan li xalên belavkirina alîkariyê hedef digirin, hezar û 859 kes hatine qetilkirin û 13 hezar û 594 kes jî birîndar bûne.

Hat ragihandin hejmara giştî yên miriyan gihiştiye 61 hezar û 722’yan û hejmara miriyan jî gihiştiye 154 hezar û 525 kesan.

Di 24 saetên dawî de 8 kesên din ji birçîbûnê mirin

Her wiha hat ragihandin ku di 24 saetên dawî de li Şerîda Xezzeyê, ku ji ber êrîş û dorpêçên Îsraîlê birçîbûn lê çêbûye, 8 kesên din ji birçîbûnê mirine. Li gor vê yekê hejmara kesên ji birçîbûnê mirine gihiştiye 235 kesan, 106 ji wan zarok in.

Îsraîlê kon û cihên kombûnê yên koçberan hedef girt

Li gorî çavkaniyên tenduristiyê, artêşa Îsraîlê kon, malên sivîlan û cihên kombûnê yên kesên ku li Şerîda Xezayê alîkarî dixwazin hedef girt. Leşkerên Îsraîlê li dora Korîdora Netzarim a navenda Şerîda Xezayê gule berdan ser kesên ku li bendê bûn. Di êrîşê de 5 kes hatin kuştin.

Di êrîşeke hewayî ya li dijî malekî li taxa Zeytûn a başûrê rojhilatê bajarê Xezayê de, 12 kes hatin kuştin. Li taxa Til Hawa ya li başûrê bajêr, konên ku koçber lê diman jî hatin lêdan.

Di êrîşê de 8 endamên malbatekî ku 5 zarok jî di nav de bûn, hatin kuştin û gelek kesên din jî birîndar bûn. Di êrîşa artêşa Îsraîlê ya li ser herêma Moragê de, ku Refah û Xan Yûnis li başûrê Şerîda Xezzeyê ji hev vediqetîne, kesek hat kuştin.