Rewşa girtiya siyasî Rahela Rahmipour xirabtir dibe
Girtiya siyasî Raheleh Rahemipour a li Girtîgeha Qerçakê ya li Varaminê tê girtin, ji ber xiranbûna rewşa tenduristiya xwe sewqî Uniteya çavdêriya awarte ya Nexweşxaneya Pakdeştê hate kirin.

Navenda Nûçeyan – Girtiya siyasî Raheleh Rahemipour a parêzera malbatên Khavaran û kesên di salên 1960’an de hatin darvekirin ku li Girtîgeha Qerçakê ya li Varaminê tê girtin, piştî ku di 11’ê Tebaxê de li hemama girtîgehê dengeya xwe windakir û ji serê xwe û rûyê xwe birîndar bû, sewqî Nexweşxaneya Mofateh a Varaminê hate kirin.
Bijîşkan piştî muayaneyên ewil, bi awayekî lezgîn sewqî Uniteya çavdêriya awarte ya Nexweşxaneya Pakdeştê kirin.
Raheleh Rahemipour a teşhîsa tumora mêjî hate danîn, piştî xirabûna rewşa xwe ya tenduristiyê sewqî nexweşxaneyê hate kirin. Raheleh Rahemipour jî, mîna dehan girtiyên din piştî êrîşa artêşa Îsraîlê ya li dijî Girtîgeha Evînê, sewqî Girtîgeha Qerçak a Varamînê hatibû kirin.