Êriş birin ser karwanê alîkariyê ku diçû Suweydayê

Li rojhilatê Derayê komeke çekdaran êrişî karwanê alîkariyan kir ku ber Siwêdayê ve diçû û 7 kes revandin.

Navenda Nûçeyan – Karwanê alîkariyên mirovî ku ji bajarê Ceramana ber bi Siwêdayê ve diçû, li rojhilatê Derayê ya di bin kontrola hêzên rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ya HTŞ’ê ya cîhadîst de, rastî êrişeke çekdarî hat. 7 xwebeş hatin revandin û xureka di erebeyan de dizîn.

Li gorî çavkaniyên xwecih, komeke çekdar li nêzî benda kontrolê ya HTŞ’ê karwan sekinand, xwebeş û erebe revandin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku ji revandiyan 3 kes hatine berdan, lê hîna 4 kes girtî ne.

Ji nêzî mehekê ve, karwanên alîkariyan ji bo Siwêdayê li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta veguhêz de dorpêçkirî ne. Herî dawî di 8ˊê Tebaxê de li nêzî gundê Sehwa El Qemih ê li rojhilatê Derayê karwana Heyva Sor rastî êrişekê hatibû.