Çalakvana Tunisî: Ji sererastkirina Qanûna Rewşa Sivîl re erê ji rakirina wê re na

Li Tunisê bangên ji bo sererastkirina Qanûna Rewşa Sivîl zêde dibin da ku rewşa heyî ya jinan nîşan bide. Lê belê ev guhertin divê bingeha qanûnê têk nebe.

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ

Tûnis – Di 13’ê Tebaxê de Tûnis salvegera destpêkirina Qanûna Rewşa Sivîl pîroz dike. Ev roj ji bo jinan rojek neteweyî ye. Lê belê ji bo femînîstan ev roj êdî ne pîrozbahiyek e, demek ji bo nirxandin û di ber çav re derbaskirinê ye. Di salên dawî de ev roj ji bo jinan bûye derfetek ku rewşa wan a dijwar bibîr bînin. Xetera tundî, kuştin û paşvekişandina destkeftiyan zêde dibe.

Pêşniyarek ji bo sererastkirina xala 32’yan a qanûnê pêşkêşî Parlamentoyê hatiye kirin. Li gorî pêşniyarê, dê jin û mêr bi rêya noterê bikaribin ji hev biqetin. Komeleyên jinan bi tundî li dijî vê pêşniyarê derketine.

Tûnis di aliyê mafên jinan de li cîhana Ereb wek pêşengek tê nasîn. Qanûn û reformên pêşverû statuya jinan bilind kirine. Lê belê, li pişt vê wêneyê li ser bikaranîna mafên jinan a mîna amûrek di nakokiyên siyasî û îdeolojîk de, gelek pirs hene.

Bikaranîna siyasî

Delîle Mahfouz ku parazvanek mafan e, qebûl dike ku Tûnisê di aliyê mafên jinan de berî gelek welatên Efrîkî û herêmî bipêş ketiye. Lê belê, her çiqas gelek ji van destkeftiyan berhema têkoşîna salan a jinan bin jî, pir caran ji bo armancên siyasî hatine bikaranîn.

Di serdema Bourguiba, Ben Alî û serdema piştî şoreşê de, pirsgirêkên jinan ji bo xweşikkirina îmaja hikûmetê hatine bikaranîn. Qanûn hebûn, lê her gav nehatine bicîhanîn.

Li gorî Delîle, ev pêşniyara guhertinê di nav rewşeke wisa de tê ku azadiya civaka sivîl û takekesî tê sînordarkirin. Armanc ew e ku mafên jinan di nav malbatê de qels bibin. Ev beşek ji gefên giştî yên li ser mafên jinan ên li Tûnisê ye. Ew bawer dike ku welat bi projeyekê re rûbirû ye ku dê pergala baviksalar ji nû ve ava bike, kontrola takekesî ya hikûmetê xurt bike.

Qanûnek kevnar, guhertinek pêwîst

Di dema Bourguiba de Qanûna Rewşa Sivîl jî hat guhertin. Lê guhertin li gorî têkoşîna tevgera jinan hatin kirin. Delîle dibêje: “Rêxistina ‘Mûsavat’ dixwaze ku qanûn bi tevahî were sererastkirin. Qanûn êdî nûjen nîne. Divê guhertin bi peymanên navneteweyî yên wekî CEDAW re lihevhatî bin. Divê hemû cureyên cudakariyê werin rakirin. Wekî din, divê têkoşîna li dijî îdeolojiyên reaksiyoner ên ku dixwazin destkeftiyên jinan hilweşînin berdewam bike.”

Li gorî Delîle, guhertina pêşniyarkirî ne guhertinek qanûnî ya sade ye. Delîla diyar dike ku ew gavek paş ve ye ku dê rolên jinan bêtir sînordar bike. Dibêje ku ev proje, dewleta sivîl qels dike û qanûnê bi tevahî bêfonksiyon dike.

‘Têkoşîna me berdewam dike’

Delîle dibêje “Armanc ew e ku malbat bikeve bin bandora mantiqa desthilatdariya otorîter. Werin em tiştê ku maye rast bikin, lê bila ruhê qanûnê netemirînin."

Delîle diyar dike ku tevî rewşa xirab jî, hîn hêvî heye û destnîşan dike ku hişyariya zêde û berxwedana jinan hêviyê dide. Delîle kêfxweş e ku jinên Tunisî paşve gav navêjin û dibêje “Ew ê têkoşînê bidomînin. Ev têkoşînek li ser pêşeroja jinan, civakê û dewletê ye.”

Delîle tekez dike ku armanc azadkirina jinan û rakirina hemû astengiyan e, lê belê hikûmet tenê dixwaze dengê xwe bibhîze.

Dabeşkirinên di navbera jinan de

Bourguiba wekî "rizgarkera jinan" tê pêşkêşkirin. Lê rastî nîşan dide ku ev bi tevahî cûda ye. Belê, di dema wî de Qanûna Rewşa Sivîl hat derxistin, pirjinî hat qedexekirin û perwerdehiya jinan hat teşwîqkirin. Lê ev gav ji bo xurtkirina rewatiya wî ya siyasî bûn, ne ji ber baweriya bi mafên jinan. Bourguiba di hilbijartinên 1955’an de mafê dengdanê jî neda jinan. Pêşengên femînîst ên destpêkê yên wek Başîra bint Murad û Tewhîd el-Şêx, hatin paşguhkirin.

Di serdema Ben Alî de, mafên jinan jî ji bo veşartina xwezaya wî ya zordar hatin bikaranîn. Her çiqas "destkeftiyên jinên binefşî" bi salan e dihatin pîroz kirin jî, parêzvanên mafên mirovan û jinên sendîkavan hatin girtin û îşkencekirin. Jinên ku piştgirîya rejîmê dikirin ji mafên xwe kêfxweş dibûn, lê yên ku li dijî wan bûn hatin derxistin. Ev yek bû sedema dabeşbûnên kûr, nemaze di navbera jinên sekuler û Îslamî de.

Rewşa piştî şoreşê

Rewş piştî şoreşê li ser rûyê erdê baştir bû. Di sala 2017’an de, qanûnek ku tundiya li dijî jinan sûcdar dike hat derxistin. Kotayek zayendî di destûrê de hate zêdekirin. Lê ev gav pir caran bi hilbijartin û kampanyayên siyasî ve girêdayî bûn. Pirsgirêka jinan ji bo aramkirina hêrsa gel an jî qezenckirina puanan li dijî reqîban dihat bikaranîn. Pirsgirêk ne nebûna qanûnan bû, nebûna îradeya siyasî ya ji bo bicîhanîna wan bû.

Wekhevî: Projeyek civakî ya rastîn

Li gorî Delîla, destûra nû gefê li destkeftiyên berê dixwe. Serokatî bi tenê ji bo mêran hat hiştin. Wekî din, têgehên olî yên nezelal ên wekî "armancên Îslamê" hatin zêdekirin. Wekheviya zayendî nehat mîsogerkirin. Ev prensîba hemwelatîbûna wekhev betal dike.

Di encamê de, pirsgirêka jinan di navbera propagandayê û rastiyê de asê maye. Ji bo ku jin wekheviya tevahî bi dest bixin, divê karanîna wan wekî amûrek siyasî raweste. Tûnis bi Qanûna Rewşa Sivîl a xwe xwedî ezmûnek bêhempa li cîhana Ereb e. Lê belê, ji bo ku wekhevî berdewam bike, divê qanûn li gorî pêşkeftina civakî û destûrî werin sererastkirin.

Wekhevî êdî ne tenê sloganek e; ew projeyek civakî ye ku ji rastiya jiyîn û ji bo pêşerojê çêdibe. Ev têkoşîn divê heya ku pergalek demokratîk, populer û neteweyî were damezirandin berdewam bike.