Li Sûdanê birçîbûn sê qat zêdetir bandorê li jinan dike

Li gorî rapora nû ya Navenda Jinan a Neteweyên Yekbûyî (UN Women), qeyrana peydakirina xurekê ya li Sûdanê li gorî mêran du qatî zêdetir bandorê li jin û zarokên keç dike.

Navenda Nûçeyan – Navenda Jinan a Neteweyên Yekbûyî (Un Women) raporek nû weşand. Li gorî rapora NY’ê, Sûdanê ji 30,4 milyon welatiyên ku hewceyî xurekê ne 15,3 milyon jin û zarokên keç in.

Li gel dirêjbûna şer tablo girantir dibe

Li gel dirêjbûna şerî qeyrana li Sûdanê jî kûrtir dibe. Li gorî daneyan, ji sedî 15’ê malbatên ku jin debara wan dikin, bi birçûbûnê re rû bi rû ne yan jî nêzîkî vê rewşê ne. Lê belê ev yek di nava malbatên ku zilam debara wê dikin de ji sedî 7 e.

26 milyon kes hewceyî alîkariyê ne

Bernameya Alikariya Xwarinê (WFP), girêdayî çavkaniyên di destê xwe de dikare alikariyê bide 4 milyon welatiyan, lê belê hê jî 26 milyon welatî hewceyî alîkariyê ne. Ji ber kêmbûna fonan pakêtên alikariyan tên biçûkkirin, kêm kes distînin û li hin deveran jî ev alîkarî bi temamî tên qutkirin.

Rêxistinên jinan ên li Sûdanê (WLO) alikariyan dibin herêmên çûnûhatina wan zehmet e, li gel dabînkirina alikariya xwarin, tenduristî û stargehan xwedî rokele girîng e. Lê belê ji ber kêmbûna fonan hin rêxistin neçar mane ku ji niviyê zêdetir alîkariyên xwe kêm bikin.

Mezinahiya erdnîgarî ya Sûdanê, binesaziya netêrkêr, şert û mercên avhewayê yên dijwar û pevçûnên domdar, gihandina alîkariyê zehmetir dike. Dema demsalên baranê rêyan digre, li bajarên dorpeçkirî de rêyên xurek û bazirganiyê tên qutkirin. Ev jî dive sedema zêdebûna mekanîzmayên xirab ên wek lêgerîna jinan a xurekê, zewacên zarokan, kedxwariya zayendî û karkeriya zarokan.

UN Women pêşniyar dike ku ji bo têkoşîna li dijî birçîbûnê pêşaniyê bidin malbatên ku jin debara wan dike, xalên belavkirina alîkariyan ên xwecihî werin avakirin, di komîteyên jinan de nûnertiya jinan herî kêm ji sedî 40 be û ji rêxistinên jinan re zêdetir alîkarî werin dayîn.