Li Xezayê 178 jê Filistînî 192 rojnamevan hatin qetilkirin

Li gorî daneyên Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ), ji êrîşên Îsraîlê yên ku di 7’ê Cotmeha 2023’an de dest pê kirin heta niha herî kêm 192 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê berdewam dikin. Li gorî daneyên Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ), ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve ango ji destpêkirina êrîşên Îsraîlê ve, herî kêm 192 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dane. Ji van, 178 rojnamevanên Filistînî bûn ku di êrîşên Îsraîlê de hatibûn qetilkirin.

Di 10’ê Tebaxa 2025’an de, pênc rojnamevanên din, tevî nûçegihanê navdar ê El Cezîreyê Enes Şerîf, di êrîşeke li ser konê çapemeniyê yê li dora Nexweşxaneya Şîfa li bajarê Xezayê de hatin kuştin.

CPJ û rêxistinên rojnamevanan ên navneteweyî tekez dikin ku hedefgirtina sîstematîk a endamên çapemeniyê li Xezayê dibe ku wekî sûcekî şer were hesibandin. Neteweyên Yekbûyî û UNESCO daxwaza lêpirsînên serbixwe û şefaf dikin.